logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Bi tirkekî re bi kurdi axaftin

  • Dîrok: 25/10/2010

Di bîra min de bi tirkekî re bi kurdî axifîn tune bû. Lê rojek  bi dostekî min ê nivîskar ê kal ê demek di têkoşîna hezarnehsed û şêştî de cî girtî  re li ser “Pirsgirêka Kurd û Kurdistan”ê ketim nav gengeşiyekê. Piştî gengeşiya dûr û dirêj, înkara kurd û Kurdistanê anî bi zimanî kurdî ve girê da.
Got: “Kurt dili diye bir dil yok ki Kurt milletinden sozedelim.” (Zimanek wekî kurdî tune ku em qala mileteke kurd bikin)
Min got: “Sen bir Turk aydinisin; ustelik solcusun; nasil boyle duşunursun. Gerçekten bilerek mi bunu savunuyorsun. Araştirmişsan çok guçlu bir dille karşilaşmişsindir.” (Tu rewşenbîrekî tirk î, bi ser de jî çepgir î, tu çawa wisa difikirî? Tu bi zanebûn vê dibêjî? Ger te lêkolîn kiribe gere di destê te de delîlên xurt hebin)
“Hayir.” (Na) got; “boyle bir dil yok.” (Zimanek wisa nîn e) got; “sizin Kurt dili diye adlandirdiginiz dil bagimsiz bir dil degil.” (Zimanê ku hûn jêre dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî serbixwe ye)
Min got: “ Nasil yani siz..” (Çawa?)
Gotina min biriya; berdewam kir: “Bu belki çevredeki dillerden oluşturulmuş bir dildir. Belki de farsçadir; fakat Kurtce kendi başina bir dil degildir; olamaz da…” (Dibe ku ev ziman ji zimanên dirdorê hatiye pê. Dibe ku farisî be jî; lê kurdî bi serê xwe ne zimanekî ye; nabe jî)

Min çi kir, çi nekir nikaribûm baweriya wî biguherînim. Min gelek mînak dan; zaravayên kurdî vegot; min ji zarava û devokan mînak dan û dewlemendiya kudî û di dîrokê de dewlemendiya wêjaya kurdi vegot; navên çend kesan ji dîroka wêjaya kurdî da… Lê neçarê… Min got, Elî Herirî hezar sal berê bi zaravaye kurmancî nivîsiye; Ehmedê Xanî berhema xwe ya mezin a bi navê Mem û Zin bi vî zimanî çend sed sal berê nivîsiye min got…
Wî bi israr mîna pilaqekî pêketî digot kurdî zimanek nîn e.
Çi bû; ez nizanim; ya bûyî ji nişke ve qewimî: Tirkiya min ji devê min, ji nav lêvên min dernediket. Min xwe dida zorê lê di mejiyê min de peyvek tirkî nedidît; ew winda bûyîbûn. Ji devê min bi tenê peyv û hevokên kurdî derdiçûn.
Dostê min ê kal ê nivîskar ê çepgir bi tirkî axaftina xwe berdewam dikir; lê min nikarî bû bi tirkî bersiva wî bidim; gotûbêjê berdewam bikim. Wî bi tirkî vedigot; min ew fêm dikir; lê bersiv an jî dijgotina min bi kurdî ji devê min dihat û ew demekî hişyar nebû ku ez bi kîjan ziman diaxifim. Dema ku hişyar bû, sekinî; li min mêze kir û mat ma.
Xwe hinek berhev kir, paşê got: “Ne bû; sen benimle dalga mi geçiyorsun?” (Ev çi ye, tu henekar bi min dikî?)
Min got: “Na, weleh ez bi tirkî nikarim..”
Min lê nihêrî ku ji gotinên min tiştek fêm nedikir. Min dê çi bikira; ne di destê min de bû; ji devê min peyv û hevok bi kurdî diherikîn. Min nikarî jê re bêjim: Min bibexşîne; ez henek nakim; zimanê ku ez dikarim pê bifikirim û bipeyivim ev e. Ez tirkî fêm dikim lê ez pê nikarim..
Wî ez bexşandim, an na; xema min nîn e. Ez pê hesiyam ku zimanê min ê zikmakî bi destê dostê min ê tirk ê nivîskar ê çepgir û yên mîna wî ji min hatiye dûrxistin. Yên ku digotin kurdî ne zimanek e; kurdî zimanê çûkan e; kurdî zimanê çiyayiyan e; kurdî bê esl e; ji zimanên din hatiye çêkirin ev dostê min ê tirk ê çepgir û yên mîna wî bûyîne.
Kurdî zimanek virek û derew û eslê tune bûye; hi, ha ji te re kurdî.
Zimanî serî hildabû di mêji û devê min de û li hemberî tirkekî tirkî ji serê min derxistibû; ez bi tirkekî re bi kurdî dabûm axaftin.
Zimanê min ê zikmakî çi kiriye, baş kiriye.
***
Û di vê salvegera wefata helbestvanê me yê navdar Cegerxwîn de ez vê helbesta xwe ji bo diyariya wî pêşkêş dikim:

GULA MIN

 Ji bo bîranîna Cîgerxwîn

Ji pênûs
 Dernakeve tîpêk
  Bê xwîn
Ne dil maye
 BI GUL BIDIM
Ne gulfiroş heye
 GUL BI DIL BIDE
Dil û gûl
 Rû ji min bada
Bê te
 Gula min
Wek cermek bê  av ma
 Dilê min

kazimpolat@hotmail.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Ser “Bîr”ê Cend Gotin: Kurdên Elewî û Xarosan

  • 06 Rêbendan 2014

Peyva “bîr” di kurdî de du wateyên xwe yên girîng hene. Ya yekemîn, “bîra avê” ye, ya duyemîn, “bîra mîrovan” e. Her du...

Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye

  • 29 Adar 2013

"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan hayeMa kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"Bertolt Bredt (ji...

Li Ser Pirsgireka Wergera Berhemên Cihanê

  • 13 Tebax 2012

Van salên dawî berhemên bi zimanî kurdi yên zaravayê kurmancî her diçe zêdêtir dibin. Roman, çîrok, helbest tên wesandin. Ji van yên ku ji...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart

ad

Helbestên Sohrab Sepehrî êdî bi kurdî ne jî

ad

Di şanoya kurdî de pêngaveke nû: Mem û Zîn

ad

15 sal ceza li Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya birîn

ad

"The Square" Xeyata Fîlmên Ewropayê girt

ad

Her du bi penaltiyan hatibûn yek bi penaltiyan bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname