Me pêşî di "Diyarê Me"* de li ser TRT 6'ê hin gotinên xwe gotin. Vê carê emê ji aliyên din ve li meseleyê binêrin.
Helbet emê qala ev televîzyon dê çi biguherîne, çi neguherîne nekin; gelek hate qalkirin û gelekan got feraseta heştê salê guherî... Tenê em diwazin balê bikişînin ser hin xalan:
- Weşaneke bi kurdî di tu zagonê de nîn e. Di zagona RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê)** de tenê destûr di rojekê de ji bo 45 deqîqeyî ji bo televîzyona bi kurdî heye; ew jî di televîzyonên herêmî de. Li gor vê zagonê ew televîzyon nikarin mînak xêzefîlman, yan bernameyên li ser zarokan biweşînin. (Li Amedê Gun TV ji bo berfirehkirina weşana bi kurdî ya jibo televîzyonên herêmî serî li RTUK'ê da)
Ji vî alî ve TRT 6'ê ev xal binpê kiriye.
- Li gor Zagona Partiyên Siyasî bikaranîna zimanekî ji bilî tirkî qedexe ye. Ji xwe YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) biryara xwe eşkere kir: "Di hilbijartinê de bikaranîna zimanekî ji bilî tirkî qedexe ye". Li gor vê yekê em bibêjin berendamek peyvekê jî bi kurdî biaxive dê ceza bixwe (di hilbijartina borî de ji ber vê xalê DTP'yiyên ku nehatin hilbijartin bi cezayan re rû bi rû man. Yên ku hatin hilbijartin jî der barê wan de dîsa ji ber vê xalê fezleke hatin amadekirin û ew fezleke şandin meclisê. Di doza girtina DTP'ê de ev xal ciheke berfireh digire.)
TRT 6'ê ev xal jî bin pê kiriye.
- Di meclisê de axaftinên mebûsên DTP'ê hê jî (di rojên ku ev TRT 6 weşanê dike de) jî wekî (...) di qeydnameyan de tê nivîsîn. Yanê zimanê '...'an yan jî 'zimanê nehat fêm kirin ka bi çi zimanî axiviye."
TRT 6 bi vî zimanî weşanê dike.
- Ji TRT 6'ê re bi awayekî fermî nabêjin 'qala kurdî'. Di gulana 2008'an de "Zagona Radyo û Televîzyonên Tirkiyeyê û Zagona Der Barê avakirin û weşana Radyo Û Televîzyonên Tirkiyeyê" de bi hejmara 5767'an guhertineke pêk hat. Li gor vê guhartinê zagon wisa hate sazkirin: "Sazî dikare li derveyî tirkî bi ziman û zavarayên weşanê bike."
Û TRT 6 jî bêyî qala "Weşaneke bi kurdî" bike ji vê xalê dest bi weşana xwe kiriye. Yanê, ne korsan e, lê di heman demê de di tu zagonê de qala weşana bi kurdî nake.
- Par li gor amadehiyên TRT'ê divê dawiya sala 2009'an de TRT bi kurdî dest bi weşanê bikira. Piştî ku serokwezîr "Yan hez bikin, yan herin"a xwe pêşkêş kir û di nav kurdan de bû xwedî îtîbareke xirab, ferman da vê xebatê û lez da xebatên TRT 6'ê.
- Niha malpera TRT'ê bi 32 zimanan weşanê dike. Digel ku TRT 6 bi kurdî weşanê dike jî di malpera TRT'ê de, di nav van 32 weşanan de zimanê kurdî nîn e. Yanê malpera TRT'ê de zimanê kurdî nîn e.
Bi weşana TRT 6'ê re divê malpera TRT digel 32 zimanan cih bide zimanê kurdî jî.
- Ji bo kurdî serbest bibe, ji bo daxwaza kurdan a bi rengê "Bila kurdî bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn" bê cih, pêşî divê Xala 42'yan a Zagona Bingehîn û xala 81'ê ya Zagona Partiyên Siyasî bê guhartin.
Ger ev neyên guhartin dê çi bibe? Dê ev bin: TRT 6 dê weşana xwe bidomîne, ji ber ku dewlet li ser gotina 'Ez dikim' e. Lê di heman demê de dê dozên li ser kurdî, tîpên kurdî, axaftina bi kurdî dê bidomin. Ji ber ku dozger dema dozeke vedikin li weşana TRT 6 nanêrin, li zagonên li ber destê xwe dinêrin.
- Gotineke li ser kesên di TR 6'ê de dixebitin: Her kes tişteke dibêje ji bo xebitandin an nexebitandinê. Fikra min ev e: Her kes bi wijdanê xwe ye; dixebite yan na, dê bixebite yan na, dê heta kengê û bi çi pîvanan bixebite... Lê her kesê ku bixebite divê hay ji rastiya kurdan, hay ji rêgez û tiştên ku kurd hurmetê didinê hebe.
- Di vir de ez dixwazim gotineke ji rojnameger Ragip Duran jî pêşkêş bikim. Duran wisa dibêje: "TRT 6 ji bo li hemberî Roj TV, li hemberî Kurdistan TV ku li Iraqê weşanê dike bibe reqîb dest bi weşanê kir. Li peykê niha bi ser 10 televîzyonan re kanal hene weşanê dikin (bi kurdî). Di cihê ku heqîqiyê wê hebe, dê kî guh bide yê sexte ya rast ez meraq dikim. Ji niha de hin dibêjin 'Televîzyonê Cerdevan'. Gelo dê televîzyonên arizî jî bikaribin 24 saetan bi kurdî weşanê bikin? Her wiha divê mirov bipirse: Îro ji dewleta tirk daxwaza kurdan a bingehîn û lezgîn vekirina televîzyona bi kurdî bû?"
- Li ser xebatên AKP'ê yên ku wisa dibêjin jî hene: "Bi xebata TRT 6, di televîzyonê de weşana li ser Meha Muharremê, veguhastina Muzeyê ya Madimakê, qebûlkirina Nazim Hîkmet a ji bo hemwelatiya Tirkiyeyê hemû gavên ji bo hilbijartinê ne.
Di nivîsa berî vê de jî di "Diyarê Me" de me wisa gotibû: Di vê hilbijartinê de deh TRT Kurdî vebin jî ferq nake; diyar e em dê rêya xwe bidin kîjan partiyê. Em gotina xwe dubare dikin.
* Cemil Oguz: TRT kurdî dê çi li jiyana min zêde bike?
** Hemû radyo û televîzyonên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin mecbûr in li gor xalên RTUK'ê weşanê bikin.
*** Ragip Duran, 03.01.2009, Sansursuz.com


