Dîroka helbesta kurdî-IX
Qonaxa Hawarê
Mehfura mirin min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes nexapand
Mîr Kamûran Alî Bedirxan
Dawiya sedsala 19’emîn li seranserê rojhilatê bû destpêka çalakiyên ji nû ve sazkirina pergala civakî. împaratoriya Osmanî her roj ber bi ruxandinê ve diçû. Ji hêlekê ve nerazîbûna ji halê xwe ya gelên di vê împaratoriyê de û ji hêla din pest û pêkûtiyên dewletên Ewropî. Her wiha pêlên netewetiyê û rewşenbîriyê ji Ewropa xwe gihandin vir jî. Van rûdan û pêşketinan kir ku kurd jî ji bo mafên xwe dest bi çalakiyan bikin. Ji bo mafên xwe yên rewa têkoşan. Yekemîn rojnameya “Kurdistan” bi destê Mîthat Bedirxan (22 avrêl 1988-Kahire) der çû. “Şark ve Kurdistan”, “Kurd teavun û Terakki”, “Amîd-î Sevda”, “Peyman”, “Rojî Kurd”, “Yekbûn”, “Jîn” hin ji wan rojaname û kovaran in ku bi armanca daxwazên mafên netewetiyê hatine weşandin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn împeratoriya Osmanî têk çû û bi Peymana Lozanê kurd û welatê wan bû çar parçe. Di rûdan û qewimîn û raperînên van sih salan de (1900-1930) bi hezaran kurd ji axa xwe hatine dûrxistin û rewşenbîr, leheng û pêşewanên kurd bela wela bûn. Piraniya wan berê xwe dan binxetê (Sûriye) ku wê demê di bin desthilatdariya Fransiyan de bû. Piştî çend salan bi saya rêxistina kurd “Xoybûn” û rêveberê wê Celadet Bedirxan 15’ê Gulana 1932’yan de kovara “Hawar”ê dest bi weşana xwe kir. “Hawar” bû mizgîniya hiş û helwesteke nû û modern ku girîngiya zimên û parastin û pêşvebirina çand û kulturê dida pêş. Kamûran Bedirxan di hejmara yekê ya Hawarê de
“….Edebiyata Welatî
……… her wekî nas e, fikr û hîs di dora zimanî de digihînin hev, û her ziman fikr û hîsên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê re diguhêzin, û pey zimanê xwe dikevin.
………………………
………………………
Vêca divêt ku em bi zimanê dê û bavên xwe, bi zimanê şîrîn û delal, bi zimanê kurdiya xwerû binivîsînin û fikr û hîsên xweji çîrok û stranên kurdî bigirin.
Ji xwe Ehmedê Xanî berî sêsed salî ev rê ji me re vekiri bû. Lê heyf paşiyên wî pê ve ne çûn. Xanî xurtiya zimanê xwe hêj wê gavê hesiya bû û ji wan re kop ê ne dinivîsandin bi beyta jêrîn dixwest bide zanîn.
“Saqî şemirand vexwar durdî
Mavendî-derî lîsanî-kurdî”
Êdin çax e, ku em bidin pey Xanî. -Dr.Kamiran Alî Bedirxan nivîsandiye ku peyameke pîroz e ji bo dahatûya ziman û wêjeya netewa kurd.
Vê tradîsyona nû ku xwedî hişmendiyeke zelal, neteweperwer û zana bûn, bi metodolojiyeke zanistane xebitîn. Bi tîpên latînî, alfabeyek kurdî amade kirin û hawarê li ser gramer, rastnivîs û bingehên rêzimana kurmancî ava kirin. Her hejmarek hawarê bi reng û xemleke nû û bi çeşnên wêjeyî (pexşan, helbest, çîrok, werger û hwd) derkete pêşberî wêjehez û xwendevanan. Dîsa berhemên me yên klasîk, kovar û rojnameyên kurdan û wergera berhemên biyanî jî ciheke taybet digire di Hawarê de. Hawarê ne tenê bi kurmanciya jorîn, her wiha cih daye kurmanciya jêrîn ango soranî jî. Di demek kin de vê tradîsyonê karî xwe bigihîne hemû wêjevanên kurd, ji rojhilat heta kurdên Sovyetê. Em di rûpelên Hawarê de rastî van nemiran tên;
Mîr Celadet, Dr. Kamîran, Dr. Ahmed Nafiz, Hajo Axa, Qedrîcan, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûredîn Zaza, Elî Seydo Gewran- Mamosta Goran, Ebdûlxaliq Esîrî, Mamosta Bêkes, Pîremêrd, Mamosta Pîrot- Mela Enwerê Mayî, Şêx Xiyasedînê Neqşbenî, Şêx Memdûhê Birîfkî, Salih Bamernî- Huznî Mukriyanî, Mamosta Hêmin...Hejar-Celalî û hwd.
Dîsa, Hawarê girîngî dida pirsên kurd û kurdayetiyê li her ciyekê vê cîhanê, wekî nimûne bêjîn, di hijmarên xwe de pêzanîna li ser rojnameya Riya Teze ya kurdên Sovyetê û radyoya kurdên rewanê, her wiha behsa Radyoya Bexda û Beyrûdê ku bi zimanê kurdî weşana xwe dikirin û bi kurdî stran digotin. Li ser şanoyên li Mehabadê Urmiyê û xebatên wê derê jî agahî hebûn, dîsa di hejmara xwe ya 19’an de, Hawar behsa Zeradeştiyên li Hindistanê dike, kanê wan çawan di kovara xwe ya bi navê Iranlig de behsê serxwebûn û dewlata kurdan kiriye .
Her wiha Şêx Memdûhê Birîfkî, Salih Bamernî, Enwer Mayî bi destê Hawarê ronakbîrî û rewşenbîriya herêma Behdînan dan dest pê kirin.
Helbesta kurdî bi saya xwendingeha Hawarê xwe ji zincîr û bendên aruza erebî rizgar kir û karwanê helbesta modêrn bi rê kir ku barê wê hêma, teşe, şêwaz û vegotineke resen û mişt ji xewn û xeyalên kurmanciya şîrîn dagirtî bû;
ALA KURDAN
Ala kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar rengî,rengê te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e,bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Semyana keç û lawan
Rûmeta jin û mêran
Neyarên te pir jî bin
Tu dê bidî bera wan
Ko çirisî roja te
Dê belav bin mij û dû
Rabe ser xwe ser bilind
Nîzing bûye roja te
Mîr Celadet Elî Bedirxan
(Dê bidome)
Jêder:
Dîroka wêjeya kurdî-F.Huseyin Sağnıç
Kürtler-Nacî Kutlay
Kürt Şiiri Andtolojisî-Selim Temo(Cilt I)
Beşên din ên vê rêzeyê:
- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


