Xwişka wî ya ku bi salan e ew neditîbû piştî li hal û hewalê birayê xwe pirsî, bi şaşwaziyekê:
- Keko ma rast e? Tuyê bibî mielim?
- Belê xwihê, ku tu pirsgirêk derneyê ez ê bibim mielimê zimanê kurmancî.
- Yanî di dersê de tuyê ji zarokan re nabêjî, “bîr, îkî, uç, dort”? (yek, du, sê, çar)
- Belê xwihê
- Tuyê ji zarokan re bibêje, “yek, dido, sisê”?
-Belê xwihê.
- Niha tuyê ji zarokan re bibêje, “ev por e”?
-Erê
- Tuyê bibêjî, ev sor û ev jî zer e?
- Belê xwihê.
-Tuyê bibêje, “navê te çi ye”?
- Erê.
- Him!
Xweha wî ya diran kevlot kûr kûr diponije. Piştî bêdengiya bi qasî pênc deqîqeyan bi carekê awirên xwe yên di erdê de kuta bûn li awirên birayê xwe siwar dike, bi zenda xwe devê xwe paqij dike û bi berdewamî:
- Di dersê de hûn ji binî bi tirkî naşitexilin?
- Erê, ji binî em bi tirkî naşitexilin.
- Ku zarok bi tirkî nizanibin tu li wan naxî?
- Na.
- Zarok wê bi kurmancî binivîsin?
- Erê.
- Kitabên wan wê bi kurmancî bin?
- Erê.
- Wê ji sêvan re bibêjin sêv?
- Erê.
- Ji kulîlkan re wê bibêjin kulîlk?
- Erê.
- Ku ez werim dersa te, ez ê jî bi kurmancî biştexilim?
- Erê.
Xwişka wî dîsa dikeve nav fikrên kûr. Pêlekê bêdeng dimîne. Piştî kêliyekê ji xwişka wî dengê fîşqe fîşqê tê. Dema ku birayê wê li nav çavên xwişka xwe dinêre, jê dipirse:
- Xwihê, ma çima tu digirî?
Xwişka wî bersivê nade. Bêvila xwe ji birayê xwe gerandiye. Bira careke din dipirse:
- Xwihê ma çima tu digirî?
- Ez bi te re naştexilim keko
- Çima xwihê? Ma min dilê te şkand?
- Erê!
- Çima? Ma min çi ji te re got?
- Ev deh salan me hev nediye. Min gelekî bîra birayê xwe kiriye. Ez hatime ku te bibînim û bi te re biştexilim lê tu henekên xwe bi xwiha xwe dikî.
- Estexfîrûllah xwihê. Tu xwiha min ya mezin î. Qedr û qîmetê te li cem min gelek e. Ma tu çawa wisa difikirî?
- Naxwe ji min re rastiyê bibêje. Go tu vê carê jî henekên xwe bi min bike ez ê ji mala te rabim û heta sax bim ez ê careke din nayêm mala te.
- Kerem bike xwihê. Soz ez ê ji te re rastiyê bibêjim.
- Di dersê de tuyê ji zarokan re bibêje, “yek, dido, sisê, çar”?
Piştî ku birayê wê kêliyekê fikirî li xwişka xwe nihêrî û got:
- Na xwihê, ez ê nebêjim “yek, dido, sise, çar”


