logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Encamên stratejiya boykotkirina referandûmê

  • Dîrok: 10/09/2010

Li ser referandûma makezagonê ya di 12’ê rezberê de li Tirkiyeyê were lidarxistin, ji kurdan du dengên cuda derdikevin. Dengê yekemîn yên di bin pêşengiya PKK’ê û BDP´ê de, yê “boykotê” ye. Yên din jî yên kurdên hevalbendên AK Partiyê û yên derdorên muxalifê PKK´ê  û partiyên mîna HAK-PAR’ê ye. Ev dengê duyemîn jî ji bo referandûmê dibêje “erê”. 
Kategoriya kurdên ji ber sedemên cuda piştevaniya AK Partiyê dikin li aliyekî, dimînin derdorên muxalifên PKK’ê  û HAK-PAR. Ev alî jî slogana populer yan van rojan “ne bes e lê erê” bilêv dikin û dibêjin ku ew jî wê mîna AK Partiyê dengê “erê” bidin.
Ji ber vê yekê niha li Bakur du enî hene; Yek jê ya “boykotê” û ya din jî ya “erê” ye. Dengên “erê” wê wekî encam bi awayekî dîrekt rengê nexşeya AK Partiyê ya li Kurdistanê biresimînin û boykot bixwaze nexwaze wê li ser nexşeyê bibe rengê kurdan.
Biryara “boykotê” di dîroka siyasî ya kurdan de xwedî wateyeke taybet e. Kesên pêşnûmaya makezagona were referandûmê bixwîne, wê bibîne ku ji bo kurdan tiştek tune ye.
Bi gelemperî ji bo Tirkiyeyê di warê dadweriyê de ew qasî misqalê zir jî be gavek heye û ev gav jî bi taybetî ji bo piştxurtkirina AK Partiyê ya di nava dewletê de hatine çêkirin.
Bêguman mirov dê ji xwe pirs bike; ger di warê dadweriya Tirkiyeyê de gaveke erênî di makezagona nû de hebe, çima kurd bila di referandûmê de piştgiriya AK Partiyê nekin?
Bersiv hêsan e; PKK’ê û BDP’ê di vî warî de stratejiyeke girîng derxistin holê. Hikumeta tirk di dema dengdayîna li parlemanê de qet têkilî bi BDP’ê re dananî û ji xwe re difikirî ku ji xwe kurd û BDP wê ji neçarî di referandûmê de piştgiriya wê bikin. Ew di wê baweriyê de bû ku yan dengên “erê” û yan jî dengên “na” wê werin bikaranîn. Li gor wê ji xwe ne pêkan bû BDP di eniya CHP û MHP’ê cih bigire û dengê “na” bikar bîne. Lê belê PKK’ê û BDP’ê ev hesabê Serokwezîr Erdogan bi stratejiya “boykotkirinê” pûç deranî. Vê helwestê pêşî li stratejiya AK Partiyê girt.
Siyaset “dayîn û standin e”. BDP’ê bi vê helwesta xwe ya “boykotê” cara yekemîn karî siyasetake li hemberî “dayînê” bibêje “ezê çi bistînim?”
AK Partiyê ji ber vê yekê niha fêm kiriye ku pêwîstiya wê bi dengên kurdan jî heye. Biryara “boykotê” dikare stratejiya AK Partiyê ya dahatûyê serûbino bike.
Ev helwesta PKK’ê û BDP’ê kir ku AK Partî ji ber standina dengên kurdan here bi birêz Ocalan re rûne. Her wiha dîsa boykot bû sedem ku destên kurdan xurt bibe û bi awayekî vekirî daxwazên xwe wekî şert deynin ber hikumeta tirk. 
Ji ber van sedaman biryara “boykotê” di dîroka siyasî ya kurdan ya legal ya li Tirkiyeyê de gaveke nû ye.


Têbinî: Ev nivîs di hejmara 60’an a rojnameya Rûdaw a çapa Ewropayê de hatiye weşandin.

zekiozmen@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye

  • 06 Avrêl 2014

Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê...

HAWARA BOTAN

  • 09 Sermawez 2011

Par di destpêka salê de Mîrza Ronî haya min pê xist ku ew dixwazin li navenda Herêma Botanê li bajarê Cizîrê kovarekî derînin. Armanca wan a sereke ew...

Ev jî siyaseta me ye…

  • 25 Berfanbar 2008

Ez di jiyana xwe de kêm caran hem bi heman nûçeyê kêfxweş bûme û hem jî matmayî mame. Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Yeko Ardil ya di 23.12.2008’an de...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Kerkûkê lîstika 'Dîsîplîn' hate lîstin

ad

'Şano dê roleke mezin di danasîna çanda kurdî ya kevnar de bilîze'

ad

DEM Partî ji bo Stenbolê berendamên xwe eşkere kirin

ad

Nirxandina li ser pirtûka 'Dewrêşê Evdî'

ad

Diyarname pirsgirêkên nîvîs û nivîskariya kurdî dide nîqaşkirin

ad

Di Roja Ziman de kurd li her derê li qadan bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname