Di her zimanî de peyvên wisa hene; hin erênî ne hin neyînî, hin bi deng in hin bêdeng. Hin bi qerekterê xwe deştî ne, nerm in, li gor hin rewşan erênî ne, ku ew erênî ‘erê’ be jî, lê radestkar e, teslimîyetçî ye!
Lê hin jî hene, çiyayî ne, bi zexm in, wekî kurdan in, ser hişk in! .
‘Na’ çendîn ku peyveke neyînî be jî, lê dema li dijî rewşeke neyînî hate bikaranîn vega wateyeke erênî digre.
Ango, neyîniya wê bi qasî erêniyê ‘no’ ye, bi wate ye.
Roja îroyîn, li vê erdnîgariya rojhilatê ew qas tiştên mehde xelandinê li ser serogoyê modernîteyê genî bûne ku, pêdivî bi lêvkirina gelek NA’yên dij û erênî, aktîf û pozîtîf heye.
Ango, li dijî hêz û desthilatdarên ku kujerên samîmiyeta mirovahiyê ne, gotin û bilêvkirina peyva ‘NA’yê îrade ye, red e, dij derketin e, vîn e, na!
‘NA’ li dij zilmê, li dij zordariyê, li dij bindestî û mêtîngeriyê, bêdadiyê, xizaniyê serhildêr e, şoreşger e, wêrekî ye!!!
Meriv ji çi û çi re naxwaze bêje ‘na na na’, him jî dixwaze sed carî bêje naaa!!!
Lê berevajî wê, ‘erê’, peyva erê bi qasî ‘na’yê, tevî ku bi wateya xwe ya ferhengî erênî be jî, lê ne serhildêr e, ne şoreşger e; radestkêr e, teslîmiyetçî ye, oportonîst û lîberal e; li hemberî zordestiyê bêdengî ye.
Bi awayekî din; ji takekes bigre heta girseya mezin ger civakekê di ferhenga xwe de ‘NA’ derxistibe, ew civak êdî di qonaxa bengîtiyê de, û koletiya fetîşîzma tiştekî din dijî.
Ango, xulamtî ye, ango erê kir e, serî danîn e, û pasîf e…
Ka meriv ji çi û çi re naxwaze bêje, erê!?
Wekî helbestkar, her çiqas ku di helbestê de kêfa min bêhtir ji peyvên ‘belkî, berbang û serbestiyê’ re were jî, lê di jiyana rojane û di nav girseyên ‘li aliyê derekê ne’ de kêfa min ji peyva ‘na’yê re tê.
Çimkî, NA’yek rast û di cî de, bi berdêla sed erê’yên şaş û berjewendîperest e!
Ji ber ku, ‘NA’ ji ‘erê’yê bi qerektertir, serhildêrtir, aktîftir e…
Belkî, ev nivîs ne şûna xwe ye, lê ji çi û çi re, çi cara ku dibêjim na, her peyvek na-yê dibe serhildêrek, dibe serî rakirinek.
Ji ber ku, li vê erdnîgariya zorê (!) vê gavê ‘NA’yek bi kurdî wêrekî ye, îtîrafkirina samîmiyetê ye, ji erêyê rastir e, erênîtir e, ‘NA…’ (!)


