logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Erê yan jî ‘NA’ya serhildêr

  • Dîrok: 10/06/2015
Di her zimanî de peyvên wisa hene; hin erênî ne hin neyînî, hin bi deng in hin bêdeng. Hin bi qerekterê xwe deştî ne, nerm in, li gor hin rewşan erênî ne, ku ew  erênî ‘erê’ be jî, lê radestkar e, teslimîyetçî ye!
Lê hin jî hene, çiyayî ne, bi zexm in, wekî kurdan in, ser hişk in! . 
‘Na’ çendîn ku peyveke neyînî be jî, lê dema li dijî rewşeke neyînî hate bikaranîn vega wateyeke erênî digre.  
Ango,  neyîniya wê bi qasî erêniyê ‘no’ ye, bi wate ye.
Roja îroyîn, li vê erdnîgariya rojhilatê ew qas tiştên mehde xelandinê li ser serogoyê modernîteyê genî bûne ku, pêdivî bi lêvkirina gelek NA’yên dij û erênî, aktîf û pozîtîf  heye. 
Ango, li dijî hêz û desthilatdarên ku kujerên samîmiyeta mirovahiyê ne, gotin û bilêvkirina peyva ‘NA’yê îrade ye, red e, dij derketin e, vîn e, na!
‘NA’ li dij zilmê, li dij zordariyê, li dij bindestî û mêtîngeriyê, bêdadiyê, xizaniyê serhildêr e, şoreşger e, wêrekî ye!!!
Meriv ji çi û çi re naxwaze bêje ‘na na na’, him jî dixwaze sed carî bêje naaa!!!  
Lê berevajî wê, ‘erê’, peyva erê bi qasî ‘na’yê, tevî ku bi wateya xwe ya ferhengî erênî be jî, lê ne serhildêr e, ne şoreşger e; radestkêr e, teslîmiyetçî ye, oportonîst û lîberal e; li hemberî zordestiyê bêdengî ye. 
Bi awayekî din; ji takekes bigre heta girseya mezin ger civakekê di ferhenga xwe de ‘NA’ derxistibe, ew civak êdî di qonaxa bengîtiyê de, û koletiya fetîşîzma tiştekî din dijî. 
Ango, xulamtî ye, ango  erê kir e, serî danîn e, û pasîf e…
Ka meriv ji çi û çi re naxwaze bêje, erê!? 
Wekî helbestkar, her çiqas ku di helbestê de kêfa min bêhtir ji peyvên ‘belkî, berbang û serbestiyê’ re were jî, lê di jiyana rojane û di nav girseyên ‘li aliyê derekê ne’ de kêfa min ji peyva ‘na’yê re tê.
Çimkî, NA’yek rast û di cî de, bi berdêla sed erê’yên şaş û berjewendîperest e!
 Ji ber ku, ‘NA’ ji ‘erê’yê bi qerektertir, serhildêrtir, aktîftir e…
Belkî, ev nivîs ne şûna xwe ye, lê ji çi û çi re, çi cara ku dibêjim na, her peyvek na-yê dibe serhildêrek, dibe serî rakirinek.
Ji ber ku, li vê erdnîgariya zorê (!) vê gavê ‘NA’yek bi kurdî wêrekî ye, îtîrafkirina samîmiyetê ye, ji erêyê rastir e, erênîtir e, ‘NA…’ (!)
Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdiya erzan!

  • 11 Gulan 2020

Zimanê her kesî ye; yê hemû neteweyê, ji loma mafê hemî kesan e bi zimanê xwe biaxifin; çawa dixwazin bila wisa biaxifin; bi devoka xwe, bi zaravayê xwe, heta bi...

Mafê Jiyînê û Ziman!

  • 03 Sibat 2014

21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ye. Pîroz be, li hemû zimanên ku li bexçeyê rengîn ê cîhanê bi deng in, û li zimanê min ê...

Mirina eta min Xana Gulê

  • 01 Tebax 2014

Tevî ku gotine ‘rok a hatinê yek a çûyînê ye jî’ û mirov, ku ji axê hatibe û wê dawiya dawî here axê jî, lê ya/ê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malperek bi kurdî, almanî û îngilîzî

ad

Dema Fûra Pirtûkan a Amedê eşkere bû

ad

Bila!

ad

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

ad

New York Timesê bi pûntoyên mezin nivîsî: 'Sûcdar'

ad

Klîba Hefteyê 'Hoy Hoy Memo'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname