Di nivîseke xwe de, min helbesta Boraboz wekî metna nivîskî ya pêşî derbiribû. Gelo wisa ye? Bi îhtimalek mezin na! Valahî, bêderfetî û bêagahbûn (belkî ji ber halê me yê melankolîk ê di qada dîroka edebiyata kurd a nivîskî de) dibin sedem derbirînên wisa xwe bidin der. Sedem çi be jî em ê li xwe mukir werin.
Min bi îhtimaleke mezin got lewre di antolojiya ku ji alî Selîm Temo ve hatiye amadekirin de behsa 30 kitêbên ku ji Medan de mayî tê kirin:
“Nivîskarê Keldanî ê bi navê Ibn Vahşiye, di kitêba xwe a bi navê, Şewqu’l fi Ma’rifeti Rumûzi’l- Eqlam de ku piştî zayînê 856’an de derçûye de gotiye, min kitêbên ji Medan de mayî dîtine:
‘Ji cureyên alfabeyên ku di dîroka cîhanê de hatî bikaranîn yek jê jî alfabeya “Bînû Şad û Masî Sûratî” ye ku alfabeyê navê xwe ji du eşîrên mezin ên kurd wergirtiye, eşîra Bînû Şad û eşîra Masî Sûratî. Ji bilî kurdan kesî ev alfabe bikarneanî ye. Kurdan hemî kitêbên xwe ên zanîstî û hunerî bi vê alfabê nivîsîne. Min li Bexdayê, li goristana Îsewiyan 30 kitêbên bi vê alfabeyê hatî nivîsîn dît û ji wan du heb niha li cem min in. Yek derheqê baxê tirî û xurmeyan de ye a din jî, derheqê derxistina avê ji bin erdê de ye. Ji bo însan sûd jê wergirin min a duyem li erebî wergerand.”
Ew 30 kitêb li ku ne?
Nizanim vê pirsê ji kî dikim lê ku ji wan kitêban jê çend jî hebin an jî werin dîtin ji alî dîroka edebiyatê ve dê rê li gelek tiştan were vekirin, gelek tişt zelal bin.
Nîşe:
Piştî nivîsê kek Arjen Arî agahiyekê da û ez hişyar kirim.
Agahî ev e:
“Çavkaniyên nivîskî ên herî kevn bi zaravayê Hewramî ne, ku yek ji wan berhemên helbestan ku bi rista 'Hurmizagan riman atiran kujan' dest pê dike ye.”
Hişyarî: Selîm Temo agahî ji xebata birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim wergirtiye, wî destnîşan kiribû, min destnîşan nekiriye. Ji bo kek Arjen Arî sipasî.


