logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Hewl didim têbigihîjim

  • Dîrok: 11/08/2008

 

Lehengek berhemeke Çexov wiha sond kiribû: “Bi kêfxweşiya xwe sond dikim.” Ev gotin bi bîra min hat. Min pirsekê ji xwe kir, gelo lehengên me, em dê çi wext bi kêfxweşiya xwe sond bikin?
Rast e, em hînî êşan bûne lê gere em êdî xwe ji hin êşan bikin. Her ku êş bi bîra me tê me divê em ji bo dilşadiyê jî deng bi xwe bixin. Ger em her kêliyê her tiştî ji bîr ve bikin û li hember êşê dîl bikevin bê hay wê rebenî xwe bide der, bêbeledî xwe bide der.
Dem ji zû de li me bihuriye da em bi hin tiştan re, bi xwe re, bi şêweyê xwe re, bi edebiyatê re, bi jiyanê re rû bi rû bikevin. Her ku zor be jî ev şert e. Wê çaxê emê bizanibin da dinya bi tenê li dora me nagere. Wê çaxê bi qasî xwe emê her kesî, nivîsên kesan, xwe û rastiya xwe têbigihîjin. Wê çaxê emê bizanibin tu derdê kesî nîn e ku ji bo me tiştên ne li rê bibêje. Ma hewce ye ku em bibêjin afirandina berhemên baş rastiyek e, em wekî kes, rastiyek din in.
Piştî rûbirûketinê emê jî karibin bi kêfxweşiyê sond bikin. Xwezî bi nîvê gotinê me kariba pirs ji xwe bikirana. Ma ne ji taybetiyên wêjevanan jê ya herî muhîm têgihîştin e, famkirin e, şîrove ye.
Heya ku mijara me takekes bin, heya ku nêzîktêdayîn û fikir ji me re nebin xem zor e ku em xwe ji êşan bişon û dilşadiyê ji xwe re bikin aso.
Na, hewl didim ku têbigihijim. Hewl didim ku ji halê me fam bikim, ji derûniya me fam bikim. Hewl didim da têbigihîjim bê ji bo çi hin gotinên pêşiyan ku ne tu gotin in ji bo çi ew qas bi me şîrîn in! Ev çi edeb e û çi ecêbî ye ku nivîsên edebî wan gotinan vedihewînin… Ma pêşiyan çi gotine û çi ne gotin e! Ma edebiyat ne ew tişt e ku gotinên ne tu gotin in jî ji jiyanê derîne, di dewsa wan de derbirînên şîrîn bi cih bike. Dixwazim têbigihîjim, xwe dixim dewsa ên din û dixwazim sebrek xwe li min bide der. Têdigihîjim, fam dikim, dizanim hin halên me bê çi hal in! Naxwazim ew qas bi kûr de jî biçim lewre hal ev hal e mixabin; ku bi kûr de biçim ezê jî bibim dîlê êş û aloziyê.
Di Amîdakurd de Rêzan Tovjîn bi bawer im wanî gotibû, nivîsa însan, şêweyê însan, însan bixwe ye!
Ev gotin hem pirs e hem jî bersiv e. A rast gere em vê gotinê ji bîr nekin û hin tiştan ji xwe re nekin xem. Helbet tu nivîskar tu car nikare xwe û nivîsên xwe veşêre. Helbet rastiya lehengê Çexov hê hinek ji me dûr e.


Nîşe: Ji serî de heya niha hew hewlek min hebû ew jî ev bû bertekiyên xwendinê parve bikim. Heya ji dest min hat min tu tespît di der barê edebiyata me û kesan de nekir. Ji bilî flortan! Û li gorî min flort ji demên hezkirinê dema herî xweş e. Dîsa bi dubareyî dibêjim bila destê wan kesan sax bin ku wan bi dilfrehî nivîsên flortî lêkirine. Mala wan ava ku ew hewl didin da nivîskarên kurmancî bi hev şîrîn bibin, xwe bi hev şîrîn bikin. Helbet bi wateya teng  nabêjim, dizanim ku tu xema wan kesan nîn e ku nivîskariya xwe bi kesan bidin erêkirin.
Ezê ji vir bi şûn de jî ne wekî birêz Ehmed Huseynî lê wekî Ehmed Huseynî lêbikim lewre ez dizanim navê nivîskaran bi tena serê xwe bes hurmetê vedihewînin û şîrîn in. Her kes pê dizane ku edebiyat ji zimanê daxwaznameyan dûr e.
Rastiyek din jî ev e ku  wekî hevalekî bi bîra min xist xemxurên vî zimanî çi bêjin jî xwedî niyeteke baş in. Ma gelo wext nehatiye ku em bifikirin bê gotinên ne gotin ne li me tên ne jî li berhemên me û ne jî li niyeta me.
Û carek din ew gotina xweş û bi wate a Mewlana bi bîra min hat: “Hûn çi dibêjin ne muhîm e, a muhîm ew e ku tişta hûn dibêjin ê/a li hember we çawa têdigihije.”

cihanacirokan@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

“MUZE” YAN “MUZEXANE”

  • 15 Avrêl 2016

Di nivîskariya bi sêwirîn an jî honakî de peyv gelek muhîm in; ya ku taqet, reng û derfetê dide qelema nivîskêr peyv in. Bi taybetî jî ji alî...

Dema mirov bibêje însan ava çem û kaniyan disekine

  • 15 Tebax 2013

Xweda însan bi tercîh afirandin, vîna însan azad kir. Di dema Hz.Mihemed de, serê gotinê binê gotinê “însan” bû. Di têkoşînên...

Di kurmancî de peyva “Bojî”

  • 24 Berfanbar 2013

Bo-jî; heger em karibin dahûrandina peyvê wekî bo-jiyanê têbigihîjin,  li vir, ji jiyanê jî em ê jiyaneke bi kêfxweşî  fam bikin lewre peyva...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Endamên Juriyê yên Pêşbaziyê derketin pêşberî çapemeniyê

ad

Ceza li pankarta dijî monarşî birîn

ad

2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste

ad

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

ad

Dawiya vê hefteyê hin çalakiyên bi kurdî

ad

Wênesaz Fewzî Bîlge vê carê "Şopên Polayê" çêkir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname