Xweda însan bi tercîh afirandin, vîna însan azad kir. Di dema Hz.Mihemed de, serê gotinê binê gotinê “însan” bû. Di têkoşînên dînî de jî darblêdan “însan” bû. Hurmet li mafê însan dihate girtin.
Li ser erdnîgariya misilmanan wextê ku qîmet li însan dihat girtin di warê ilm de pêşketin qewimîne. Li welatên rojava çi wextê qedir li însan hatiye girtin, hewlên humanîst xwe dane der, reform û ronesans diqewimin pêşketinan xwe dane der.
Piştî dema sehabeyan, ya rast ku hewesa “desthilatiyê” çi wext di nav misilmanan de ji darblêdana însan muhîmtir dibe her tişt serobino dibe. Wisa ku êdî desthilatiyan ne mirovên ilm nasîne ne ilm nasîne. Her wiha êdî “futû” jî ji bo desthilatiyan bûne.
Îro li welatên rojava desthilatî ji însan bêtir qedir li berjewendiyan digirin. Ev jî bûye sebeb însan sar bin, zêde mekanîkî tevbigerin. Li Rojhilata Navîn ji ber ku hê jî deshilatî di ser her tiştî re ne lewre bi navê dîn her sosret tê kirin.
Seknên humanîst, tevgerên humanîter di Rojhilata Navîn de wê bibin reng û deng. Wekî din ku çareya bê fikirîn niha ne mimkûn e.


