Divê êdî ez vê xeftanê gemarî ji ser xwe bavêjim û li biniya kevirekî kevlotî bihêlim û xwe nû bikim, wekî marê ku kalanê xwe li dû xwe dihêle û xwe nû dike.
Ma çi kêmasiya min ji wan keçikên tirk ku şalên qont û badiyê teng li xwe dikin û porê xwe boyax dikin heye?
Hetanî vî temenî xwe ez çawa bi van xeftanên gemarî jiya me, min çawa ew li xwe kirine!? Îro, êdî ez dikarim xwe ji vê paşverûyê rizgar bikim, divê ez xwe rizgar bikim!
Serê miletê me çi qasî jî hişk e! Ev dinya hemî diguhere û ber bi pêş ve diçe, lê ev kurdên me qet naguherin û bi pêş ve naçin. Lê, divê keçên wekî min pêşverû û modern ji miletê xwe re sêrkêşiya pêşveçûnê bikin. Divê ên wekî min, ji keçikên me re bibin mînak da ku ew jî bidin dû me û azad bibin.
Va, ez bi zimanê tirkî jî baş dizanim. Êdî kesek nikare ji min re bibêje "tu nezan î". A rast ez hîna baş bi ser tirkî ve nebûme lê, dîsa jî min xwe baş pêş xistiye. Loma di şeş mehan de min tirkî anî hetanî vê derê. Ne tiştekî hêsan e ku mirov di şeş mehan de zimanekî nû hîn bibe.
Êdî di civînan de ez dikarim bi tirkî hest û ramanên xwe der birîn bikim. Min xwe ji zimanê bav û kalan jî rizgar kir. Ev jî ne serkeftineke hêsan e!
Baş bû ku min heval Rênas nasî. Wî ez hînî tirkî kirim. Her roj bi saetan dersa tirkî da min. Ez hînî xwendin û axaftina tirkî kirim. Ku ne ji wî ba ezê hê jî wekî keçika cîrana xwe Fatokê serhişk û paşverû bûma. Ezê hîna di nava wan kirasên sorgulî de bûma. Lê, îro ez!..ez keçikeke pêşverû û modern im!
Êdî roj hatiye ku ez ramanên xwe bi malbatê, bi civakê bidim qebûl kirin. Ji xwe guherîn ji malbatê dest pê dike.
Heval Rênas çi kesekî zana ye!. Bi xêra wî êdî ez ji qalikê xwe yê tarî derketim. Yekî pir comerd e jî. Xwedê dizane bê ev şalê qont û badî bi çiqas pere kiriye! Merqeya wê jî heye...Lewîs!..
Ku sibe, hevalên min, di civînê de, di nav van cil û bergan de min bibînin, dê çawa bi heyranî li min binêrin!
Ezê rengê porê xwe jî xemrî bikim. Ev çi hineya ku wekî rîxa çêleka me bû min di porê xwe dida! Êêêêq!
Ez yeka modern im, keçeke pêşverû me. Ez çi dixwazim li xwe bikim, ezê li xwe bikim. Tu kes nikare li pêşiya vê azadiya min bibe asteng. Azadî ji guhartina cil û bergan dest pê dike. Kesê/a ku nikaribe bi dilê xwe cilan li xwe bike, ew nikare azad bibe.
- Keçê dînikê tu çi dikî vê derengê şevê? Wê lembeyê zû bitefîne, lê hîna bavê te nehatî û pora te ji ra hilnekirî!
Aho! Ez zû van cilan ji xwe bikim. Bi Xwedê bavê min, min di vê rewşê de bibîne, ezê av û av biçim!
- Bila be yadê, va ez lembê ditefînim û radizim.
A baş ez niha bi xeftanê xwe bim, naxwe dê diya min û bavê min, min ji eyarekî bêxin eyarekî din! Ezê ji Rênas jî lêborîna xwe bixwazim û jê re bibêjim bila hinekî din jî li benda min bimîne. Loma wiha xuyanî dike ku nirxên civakî zû bi zû naguherin.
Ez çend rûpel pirtûkê bixwînim da ku tirkiya min bi pêş ve biçe. Sibê civîn heye. Dive ez bikaribim xweşiktir biaxivim.
Ku min bikariba dengê "q"yê wekî "k" yê derbixista!
Q!?..nirç, çênebû.Q!?..dîse çênebû.Q!?..Ooo tooo, bi Xwedê çênabe!
31/07/2008


