Li gelek welatên cîhanê beşdariya nav refên rêxistinên îslamî yên tundrew êdî bûye fenomeneke ku pêşî lê nayê girtin. Di nava kesên beşdar de gelek kurd jî hene. Ya herî balkêş jî ew e ku hejmara kesên ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê tevlî van rêxistinan dibin berbiçav e.
Îstîxbaratên welatên ewropî hema bêjê mehane agahî didin raya giştî ka çend kes ji welatên wan çûne Sûrî û tevlî rêxistinên îslamî yên tundrew yên mîna DAIŞ´ê bûne.
Li gor lêkolîneke King´s College ya îngilîz, ji welatên ewropî heta niha derdora 3 hezar kes beşdarî DAIŞ‘ê bûne û ji van hejmara kesên ji Almanyayê çûne Sûrî tevlî şer dibin derdora 320 kesan e. Ev yek dibe sedem ku rêxistinên sîxurî yên van welatan di nava alarmê de bin. Sedem jî ew e ku metirsiya van kesan ya dema ji Sûrî vegerin welatên ewropî, li wir jî çalakiyan pêk bînin heye. Ji ber gelek ji van kesan li Sûrî rasterast beşdarî şer bûne û bûne xwedî ezmûn.
Di nava kesên ji Ewropayê diçin û ligel DAIŞ'ê hem li Rojava li dijî kurdan şer dikin û hem jî li dijî rejîma Sûriyê û rêxistinên din ên ew bi wan re bi nakok in gelek kurd jî hene. Her wiha hejmara çûyîna Sûrî ya kesên ji her çar paçeyên Kurdistanê jî di nava rêxistinên wekî DAIŞ'ê de bilind e.
Balkêş e ku bi taybetî ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hejmareke bilind kes heta niha çûne Sûrî û wekî mîlîtanên cîhadî di nava DAIŞ'ê de li dijî YPG'ê ketine nava şer. Der barê vê yekê de di 20'ê pûşperê de rojnameya "Die Welt" nûçeyeke balkêş bi îmzeya nûçegihanê xwe Alfred Hackensberge ji Hewlêrê bi sernivîsa "Halabdscha, das Raetsel um Giftgas und Islamismus - Helebçe, xaçepirsa kîmyabaranê û îslamiya tundrew" weşand. Li gor vê nûçeyê tenê ji bajarê Helebçe heta niha 200 kes bi navê cîhadê çûne Sûrî û gelek ji van kesan jî li Rojava li dijî YPG'ê şer kirine. Li gor zanyariyên bi dest ketine ji van 35 kes di şer de hatine kuştin û 50 kes jî niha vegiriyane Başûr ango hatine vegerandin. Ez dibêjim hatine vegerandin, ji ber YPG'ê gelek ji van kesan di şer de dîl girtine û piştre radestî asayîşa başûrê Kurdistanê kirine. Asayişê jî piştî binçavkirina van kesan, yên ku ji wan piştrast e ku poşman bûne, serberst berdane. Yên din ên ku guman heye ew xwedî heman helwestê ne, hêjî girtî ne.
Dema mirov di meseleyê de kûr dibe, yekser ev pirs derdikeve pêşberî me; Bi taybetî motîvasyona kesên kurd ku diçin Sûrî û Rojava û li dijî kurdan şer dikin ji ku derê tê? Her wiha bi taybetî bajarê Helebçe ku kurd wê wekî "bajarê şehîd" bilêv dikin, çawa dibe mirov ji wir diçin Sûrî û Rojava û bi navê cîhadê li dijî birayên xwe yên kurd, yên ku ji bilî rizgarkirina kurdan ji bindestiyê tu armanca wan nîn e, şer dikin?
Pêşî herkesî divê otorîteya siyasî ya li Başûr, rêveberiyên herêmî yên Bakur û pê re jî aliyên olî û saziyên sivîl yên kurd bi van her du pirsan re mijûl bibin. Bêyî lêkolîn û hewla fêmkirina ka ev motîvasyon çawa derdikeve holê, dê bi taybetî çûna kesên kurd ya nav rêxistinên îslamî yên tundrew bi navê cîhadê berdewam bike.
Di dawiyê de jî ez dixwazim vê bêjim; Eger heta niha tenê ji bajarê Helebçe 200 kes bi navê cîhadê çûbin Sûrî û Rojava, ev yek tê wê wateyê ku pirsgirêk ji takekesiyê derbasbûye û bûye pirsgirêke civakî. Berpirsên çareserkirina pirsgirêkên civakî jî otorîteyên siyasî olî û saziyên sivîl in.


