Tevî ku hozan Receb stranên pir tevlihev, ser û binê wan hevnedigirt li Wanê û Hekarî stra, kurd bêhiş, abtal dîtin, dîsa jî ezê li ser siyasetê nenivîsînim..
Hûn jî dizanin ku bi dehan stranbêj hene ku bi salan e we navê wan bihîstiye, bi vebûna televîzyonên kurdî re we hem ew dîtin, hem jî we gelekên din naskirin...
We hinek baş dîtin, hinek jî xirab
Û balkêş e, dibe ku ew kesê we ew xerab-di hêla hunerî de dibêjim- didît, heya vê rojê jî berdewam e.
Hinek jî carekê-diduyan derketine, ji wan hinekan hinek baş, hinekên din pir baş bûn..lê we ew nema dîtin...
Beşek hunermend-stranbêj hene, bi rastî tije ne, ez bi xwe jî ji dil li wan guhdarî dikim, lê helbet ne hemû stranên wan?!
Baş e, çima wiha ye, çima ev nakokî...?
Bi salan e ev gotûbêj didome, li gorî gelek hevalan sedemên wê ev in:
1- Rêxistin û sazî piştgiriya hinekan dikin, ya hinekan nakin.
2- Sazî reklama hinekan dikin a hinekan nakin.
3- Rêxistin tenê hunermendên xwe derdixin pêş.
4- Rêveberên saziyan ji kê hez dikin wan derdixin pêş.
5- Û gelek sedemên din.
Tiştê balkêş ew e ku hemû sedem dikevin stûyê rêxistin, sazî û rêveberan û ew tu gunehên xwe nabînin...
Di nêrîna min de jî para wan tê de heye, lê ne tenê ew in û hew, ev dibe neheqiyeke mezin.
Îca di nêrîna min de sedemên vê yekê çi ne?
Rast an jî şaş bin, ev nerînên min in:
Berî her tiştî, mirov ku ji hundir de vala be, bê qabîliyet û talant be, hemû rêxistin û sazî piştgiriyê bidinê jî dê ew her wekî xwe bimîne...û nimûna vê yekê li ber çavan e, bi salan e ku hinek kes ji stranbêjiyê heya bi pêşkêşvaniyê, vir de wir de baz didin, yan jî wan didin bezandin, lê ew her ew dimînin, ji ber ku ew tenê ew in. Ku tu hinekî din wan binepixînî ewê biteqin. Lê balkêş e ku ew jî gazinan dikin, gazinên wan bi xwe ji ber vê yekê tê, lê diyar nakin, ew jî ev e; ji ber ku ji hêla milet ve nayên qebûlkirin, hunera wan nayê daqurtandin.
Wekî din, hinek jî hene, ku tije ne, bi talantin lê xwe ji sehayên kurdî dûr dixin. Li bendêne ku sazî herin ber lingên wan, ev jî di vê rojê de bendewariyeke pir şaş e...divê mirov pêşî li wan bigere û cihê xwe çêke.
Lê ku te ew paşverû dîtin, ew teng û nizanim çawa dîtin divê tu gazinan jî nekî. Bê çawa mafê mirov heye ku wekî wan nefikire, mafê wan jî heye ku wekî te nefikirin,
Hinek jî xwedêgiravî tevlî siyasetê nabin...keko ku tu tev siyasetê nebî, di mala xwe de rûnî û deng nekî, gazinek te hebe bila ji te re be. Kîjan tv, pîrozbahî, kovar, radyo, dikare serbixwe û ji siyasetê dûr be...kurdbûna te bi xwe siyaset e.
Beşekî din dengê wan wiha xweş e ku dikarin di demeke pir kurt de bibin xwedî cihekî bilind,lê mixabin ew ne wekî xwe, wekî hinekên din dikin, ev jî ji bo strabêjekî/e mirin bi xwe ye. Ez her dem dibêjim: Orjînala herî xirab ji taqlîda herî baş baştir e..
- Tu A nas dikî?
- Na kijan,?
- Ewê dengê wî eyn wekî yê B’yê ye ku stranên wî dibêje tu dibê qey ew e.
Di vir de A bi B hat naskirin, yanî bêyî B, A tune..
Ev beş û yên berî wî divê gazina wan ji wan be, ne ji kesên din, divê xwe bi xwe ava bikin û bi berhem û stîlên xwe bên naskirin, ne bi yên hinekî din.
Erê her kes, gazinan dike, yên li paş, yên li pêş...kesek razî tune..lê divê em vê baş nas bikin, mirov ku tije be, tu hêz li pêşiya mirov nabin kelem, morvan tune nakin, divê mirov carinan li xwe vegere, cihê ku lê ye bibîne. Dema ku li sedeman bigere hinekî li xwe jî vegere ne tenê li dûr binêre û bigere.
Kesê ku bi hebûna saziyan heye, bi tunebûna wan re ew jî namînin...
Ji bîr nekin kurd nizanin bi başî reklamê bikin, lê ji bo xerabkirinê, antî propagandayê belkî em di cihanê de ên yekemîn in... Ev jî çanda siyasetê ye, ku her tişt di bin sîwana wê de ye, em bixwazin nexwazin, bi dilê me be ya na..


