Tê gotin: mirovê reşik ê parzemîna afrîkayê gotiye ‘dema mirovê gewrik hat di destê wî de Încîl di yê me de erdê me hebû, dema me çavên xwe girtin û vekirin di destê me de Încîl di yê wî de erdê me hebû’
Ew mînakek balkêş e, nizam gelo dikare bo rewşa îro ya gelên paş de mayî yên medyaya sosyal a mirovê gewrik bikar tînin were rojanekirin.
Dibêm dê rojeke wiha were gotin; ‘dema mirovê gewrik hat di destê wî de İPhonê, yanê medyaya sosyal hebû yê me de jî aqilê me, lê dema aqil pêwîst bû me dî di destê me de sosyal medyaya wî, di yê wî de jî aqilê me yê tewizandî-pûçkirî û bêfoksiyon mayî hebû’.
Xêr! ger ji derfetên kapîtalîst ji bo xwe xilaskirin, pêşxistin û bihêzbûna netewa min werin bikaranîn, û em jî heya radayekê bo berjewendiyên xwe karibin wan nîmetan bixin xizmeta pêwîstiyên xwe, a xwe bêjim ‘heya dawî kapîtalîsek im, alîgirê mam yankê me’. Balam, mixabin em ji wê jîrekiyê gelek dûr in, bêhtir zarok in û pêlîstoka wan daye destê me zêdetir me mijûl û şa dike.
Dema em li îstastîk û reaksiyonên xwe yên kirîn, temaşekirin, guhdarî kirin û beşdarî yên bûyer, çalakiyên civakî, çandî, hunerî û wêjeyî dinêrin bêhtir em dibînin, ku em vê navgîna ragihandinê ya ‘em pêlîstok dizanin’ ji kêrhatinekê bêhtir wekî pêlîstokekê bikar tînin, ji loma bo bûyerên girîng reaksiyonên li ser wê torê tên nîşandan di nezera mirovê gewrik de, ‘bihêlin bila bireyîn, netirsin segê dirêye gez nake’ ye. Û îstastîk dibêjin û wê gotina mirovê gewrik piştrast dikin ‘ew a hûn dibêjin em pir bûne bes li ser medyaya sosyal ‘qûri qelebelixek e’
Û wisa wisa, hino hino em wekî mirovên azad, li dijî bêdadiyekê bertek nîşan dayî, li hemberî erkên civakî neteweyî bêxem nemayî, bi wijdaneke rehet em serê xwe datînin ser balgî û ‘mişil mişil’ radizên, her hal xwewnên xweşik jî dibînin.
Loma, hatiye vê radeyê, di rewşên wekî ya îroyî koronayî de, bêyî ku em bi xwe bikaribin, şik bibin, riyekê din, çareyeke din ji xwe re bibînin; bi bangekê, bi tirsekê, ‘tipiş tipiş’ me dixin malan!
Çimkî di sîviyên wan de em bes reqemek in û bêfoksiyon in, dikarin bi ‘tik’ekê me jê bibin.
Çima? Çimkî me aqilê xwe da mirovê gewrik wî jî telefonê xwe yê baqil da me û di nav foksiyonên telefonê baqil de aqilê xwe şixulandin a mirovê bikarhêner, mixabin tune!
Bi ew qutî û hesabê me yê li cem wan tomarkirî, em bes reqamek in di arşîva mirovê gewrik de, dikare bi tik’ekê me jê bibe.
Nikarî ji kesî re bêjî, dev ji vê pêlîstokê berde, hema berteka zarokane amade ye, lê qey dibêm bo me tevan qasî xetereya nexweşiya koronayê nexweşiya vîrusî ya medya sosyal jî heye, û heke kesek bixwaze aqilê xwe ji destê mirovê gewrik xilas bike, xwe ji nexweşî û vîrusa medyaya sosyal rizgar bike belkî karibe xwe ji koronayê jî xilas bike. Çimkî korona çendîn bo jiyana bedenî xetere be qey dibêjim vîrusê medyay sosyal jî ji bo hiş û derûniyê ew qas xetere ye, belkî zêdetir e jî…
Dibêm, heke rojekê bo civakên paşdemayî medyaya sosyal were qedexekirin, ez ê şaş nemînim
Ezîzê min! Ev tiştên heta vir ji ber ji yên jêr ve têkildar in, bi destûrê te xwendevanî/ê ez berdewam bikim..!
Hûnê bêjin ew mijar û ev mijar, çi eleqe? Lê nizam qey dibêm bi aliyê derûniya kes-tekakesê serdemê ve bi hev re bi eleqe ne, heta belkî heman tişt bin jî!
Fermo! Îro roj nexweşiyekê cîhan dîl girtiye û bo pênasekirina vê nexweşiyê teoriyên komployî li bin guhê hev dikevin, her kes gorî xwe dixwaze sedemê bizanibe, şîrove bike û gor şîrove û pênaseyan pêşerojek çawa li pêş me, bi taybetî li pêş ên dê li ser piyan bimînin e, texmîn bikin.
Em ê bimînin(!) bibînin ka ew pêşdîtin û texmîn çi qas rast in an ne rast in!
Bi ya min bo texmînkirina pêşeroja mirovê gewrik ji me re amade dike, belkî bi tenê texmînek e, ji xwe ya zêde ne hişê min dibire ne jî têrê dike; wê bê bîra we gelekan; mesela popîlerkirina fîlmên wekî ‘Mîrzayê Gustîlan’ û pirtûkên wekî ên nivîskarên Dan Brown û yên din ên honeka zanistî!
Gelo nebe mirovê gewrik bi wan fîlm û pirtûkan xwestibe nîşanên van rojên em tê de ne nîşan bide û gor wê, bingeha derûniya mirov a niha dijîn li cîhanê belav bike yan amadehiya nifşê ‘zemanê bê’ bike?
Helbet nîşanên pêşeroja wan daniye pêşiya me jî, ya hê em nabînin ya hê hişê me tênagihîje, ku nizanin çawa ye, dê çawa be, jî..!
Binêrin, li nifş an mirovên ji vê rewşa heyî pir ecêb namînin şaş nabin, hem ên ew fîlm û pirtûk dîtine hem yên ciwan in û giş jî bikarhênerên iPhonê û medya sosyal in.
Bes em ên nîv aîdî jiyan û civaka berê (serdema neteweyan; yên giyanê wan piçekî bi nirx û manewiyeta netewî û civakî li ser piyan) bi xem û xwedî metirsî ne!
Lê derûniya ew nifşê hanê piçekî ji ya me baştir e, qey ew bêhtir amade ne ji wê dem-zemanê bê re?
Çimkî, bo wan manewiyeta bo dapîr û bapîr, dê û bav bes têkîliyeke sponsorî ya cigabaytî ye û heke înterneta wan hebe, ew nifşê ‘tê’ dikare di qûna kerê de jî bijî, ‘ji wan re her der tişt e’. Manewiyeta wan ne ji netew, civak û malbatê, di sosyal medyayê de ye!
Û helbet, fenomen û trolên wê medya sosyal bo wî nifşî pêxemberên îroyîn, modelên ezîz in…
Heke bibe tiştekî wisa, di wî zemanê wan ê bê de dawiya olên niha bê anîn, jixwe di niha de ew olê bi bişkok û bi reqem ew girtine çepera xwe; ax nebû vê kêliyê şad bibim, ku bêjim, qe nebe wan xwe ji ew ên du hezar salî, ji yê hezar û pênc sed salî xilas kir, bo vê şadiya qasî kêliyê jî neajot, heyfa min bi min hat, wexxx.
Dawî çi bibe nizanim. Dibêjin serdemeke nû li pêş me ye, tu tişt dê wekî xwe nemîne, nizam…
Jixwe, ji nişke ve di tv’yan de nîqaşên di derbarê ‘kê ew nexweşî derxist an belav kir an armanc çi ye’ jî dan sekinandin û bes, wekî hemû mijar tendirustî be, bes bijîşk tên ser ekranan û behsa nexweşî di çi merhalê de ye û em ê çawa xwe jê biparêzin tê kirin; ma ne balkêş e?
Lê dihizirim, gelo ev a em niha tê de ne cerebeya tiştekî-qewmîneke-guherîneke hê mezin be, yan destpêka pêşeroja mirovê gewrik plan kirî, ya jê pê ve cîhan û pergala ew dixwazin saz bikin be???
Ji çi ye nizanim! lê ez bi xwe! Ez ji wan rojên bên re bi kelecan im… bo bibînim, ji îro ya di dil û mêjûyê min de heyî ku karibim bigihînim wê roja bê, ku hêngê jî bi heyîna ew ên aniha di dil û mêjûyê min de ne bi kelecan bim, jê bitamijim xweşiyê…
Û bo em bi hev re bibînin, divê bi xweşî em li ser piyan bimînin, li xwe miqate bin.
Helbet, mêjû ji hînbûn û ji vîrûsên bo mêjû xetere ne parastin jî, bi ya min bivê nevê ye, belkî hêngê meriv karibe di vê lîstika ku bi jiyana me dilîzin de mirovê gewrik hinekî şaşo maşo bike.


