“du çîrokên dîroka mirovahiyê:
du çîrokên ‘mirovahî çawa afirî’ hene;
yek mîtolojî ye, nivîskarê wê Nûh, bavê ol’an kurê Lamek Îbn Matûşlah e
ya din arkeolojî ye, nivîseke li ser kevirekî li dera hanê ye
vê gavê ez a duyemîn dixwînim, ji heqîqetbûna wê dibêjim; ‘xwezî min ew nivîsandibûya”.
Camêrekî digo: ‘em di hepsê de bûn, hevalekî me li ser dîrokê serê xwe diêşandiye. Rojekê gotiye werin ez xebata xwe ji we re bixwînim: go, pê de çû, pê de çû, pê de çû Med û Mîtanî jî derbas kirin em birin li Huriyan pêt kirin!..
Go me got, ‘hop stop, te xêr e, armanca te çi ye heval? Ma tu nizanî ‘partî’ dîroka me dibe heta Medan, çi hedê te ye tu ji wê bihorî dîroka me bigihînî Huriyan’!...
Wekî vê meseleyê, cerekê min ji maqûlekî re go; dikim nakim nakeve serê min, ku Ehmedê Xanî dewleta wekî ya em niha dixwazin xwestibe!
Min jê re behsa meseleyekê kir(!) piştî mesele qediya camêr go, dibe gotina te rast be, lê li derekê din nebêje!
Divê min ji bîr nekira ‘rojhilat warê dogmatîzmê ye’.
GELO XANÎ DEWLET NEXWEST?
Yanê dibêm ew dewleta Xanî qest kiriye û ya îro em dixwazin ne heman dewlet e…
Gelo mesele, ne meseleyeke fînansorî-sponsoriyê (sahîb) be; yanê temamen ekonomîk be!..
Belkî Xanî dilê xwe bijandibe Mele Husên-Meleyê Batê ku ji mîrê xwe mehane-destmiz werdigirtiye, ku wî jî ji mîrê xwe dewletek-dewlemendiyek, ango destmizek xwestibe da mîna Bateyî karibe bi profosyonelî, di nav şertên baş de helbestkariya xwe bidomîne.
Çimkî wî negotiye, ku dewletek hebûya kurdan dê karên wiha wiha mezin bikirana…
Xêr, gotiye ku hebûya, min ê: ‘alema kelamê mewzûn bikira li banê gerdûn’
Loma bi şik im, ku Xanî dewletek wekî ya em fam dikin xwestibe..?
Rojekê bi camêrekî re em li cihekî rûniştibûn; gotin çerx bû dor bû hat ser mijara dîrokê, go: ‘li rojhilat şaristaniya farsan pir pêşketiye, dîroka wan jî zêde zêde tije ye’
Min got lê ya me kurdan? Nikaribû bê tiştekî me tune, lê tiştekî mîna wê got..!
Ji gotinên wî, min go qey ji Hurî, Mîtanî, Med, Ahamenî, Part û heta Sasaniyan bav û kalên me bes çûne ber mirîşkan…
Diyar bû Şahnameya Fîrdewsî xitim kiribû û herhal Avestaya zerdeştiyan jî xwendibû!
Dema bi kelecan behsa efsaneya Newrozê kir min newêribû bêjim, êdî ji wê çîrokê bawer nakim…
GELO EFSANEYA NEWROZÊ DEREW E?
Dixwînin, lê şîrovekirin…! Ji Mîtaniyan heya Medan, Ahameniyan, Partiyan û Sasaniyan navê hemî navdarên wan keyseriyan di nivîsarên magiyên Zedeştî de hene lê ji ber çi sedemê navê Rustem tune ye!?
Dema bo nivîsandina Şahnameyê bi hezaran nivîsarên magiyan, şahnameyên wekî Hûdayname digihînin ber destê Fîrdews, Fîrdews hem her tiştê Pîşdadî û Keyaniyan ku yên kurdan in jî dike farsî û malê farsan hem jî dibêje ew mêrxasê ‘xirab’ Azî Dehaq e! Bila be; her du jî, Azî Dehaq jî Rustem jî hêja ne, nirx in, Newroz jî cejna min a biharê ye; lê ne bi wê çîrokê!!!
Mijara dîrokê mijareke aloz e, lê ew alozî dikare bi şîrovekirineke bêalî, bi mentên dîtir piçekî were zelalkirin.
SÛDGIRTINA JI DÎNEWERÎ
Ebû Henîfe Dînewerî gelek salan berî Fîrdewsî jiya ye. Tê gotin camêr di sedsala nehan piştî zayînê de 16 pirtûk nivîsandine. Ji van hin derbarê nebat û stêrnasiyê de (ku mala wî ya raçavkirina stêrkan hebû), hin derbarê dîrokê de, ku jê yek derbarê dîroka kurdan de ye.
Meriv nizane, gelo zanînên wî yên derbarê dîroka me de çi bûn…
Çi ku berevajî Fîrdews, arkeolojî, kelamên olî yên Yarsanan û destnîşankirinên hin dîrokzanan angaşta dîrokeke din dikin; li rojhilat nizanim lê li ser axa Kurdistanê ya din perestgeheke Zerdeştiyan tune ye, berevajî hebûna gelek perestgeh, pire û kaniyên bi navê Mîtra û Anahîdayê bi angaşta arkeolojiyê, bi kelamên Yarsanan û bi ya dîrokzanan re li hev dikin.
ÇIMA EM ŞOPA DÎROKÊ LI NAV AVESTAYÊ DIGERIN?
Çi ku li Medyayê nivîsê bi zerdeştiyan re û bi Avestayê re dest pê nekiriye, beriya wê ta serdema Huriyan de jî nivîs hebû di dema Medan de jî…
Bo wê, divê meriv bipirse, çima em şopa dîroka xwe di nav rûpelên Avesteyê de digerin, ku piraniya rûpelên wê piştî Zerdeşt lêzêdekirinên rehîbên zerdeşt in, balam çima em carê jî berê xwe nadin kevalên bizmarî û xirbeyên dîrokî, qodên di baweriyan de veşartîne û arşîvên biyaniyan...
Tevî ku metnên dîrokî ji derveyî yên xwe dispêrên arkelolojiyê, yên din giş metnên olî û mîtolojîk in; baweriyên kurdan jî piştî sedsala dehan metnên xwe yên olî gihandin hev yan nivîsandin; ‘Serencam a Yarsanan, Mishefa Reş a Êzdiyan û Fermana Îmam Cafer î Sadiq a Elewiyan’.
Bi min, dibêm meseleya zerdeştiyê jî bi helwestek qompleksî ya bindestiyê re wekî gelek tiştên mîna erbaneyê ew jî di nava me de bû modeyekê; nîgarkêşan li ser kevalên xwe zerdeşt xêz kirin, muzîkjenan navê zerdeşt li koma xwe kirin, navê malbata wî li romanan hate kirin, li ser wî helbest hatin nivîsandin û hwd…
LI SER DÎROKÊ LIHEVKIRINEKE NETEWEYÎ NÎN E
Mebesta vê nivîsê ne kifşkirina baweriya me ya kevnare ye; xêr, bes balkişandina ser şika li ser dîroka bi efsane, mîtolojî û bi gotegotan e, ku ta niha ji me re tê vegotin.
Mijara dîrokê bo me mijareke aloz e; em her kes gorî zanîna xwe behsa dîrokekê dikin, mixabin lihevkirineke me ya netewî ya derbarê dîroka me de tune ye û arşîveke me ya neteweyî jî hê tune ye, lê belê êdî bi sedan lêkolîn û pirtûkên li ser dîroka kurdan hatine nivîsandin hene. Heçî lêkolînên arkeolojiyê ne, wan jî hemû zanînên me serobinî kirin; Xirabreşkê bi serê xwe zanîn û teoriyên xwe dispêrin Sûmeriyan avêtin ser sergo.
Bo wê, bo meriv karibe hê bêhtir pê de here û zanînan bide ber hev, divêm ev her pênc pirtûk hêjayî xwendinê ne; ji me re zanîneke din pêşkeş dikin!
“Bir El Kîtabi Olarak Kurtler” (Mehrdad R. Izady, Weşanên Doz)
“Meleklerîn Kullerinden” (Andrew Collins, Weşanên Avesta)
“Gobeklî Tepe ve Tanrilarin Doguşu” (Andrew Collins, Weşanên Alfa)
“Yarsan-dîrok û mîtolojî” (Shahab Valî, Weşanên Avesta)
“Di Deftera Yarsan De Metnên Jinan Namiq Hawaramî” (Weşanên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan, Başûrê Kurdistanê)
Pirtûka keseke din jî heye, lê hê li ber destê weşanger e, navê wê em ê paşê bibihîsin!
DU DÎROKÊN ME HENE
Zanîneke têkûz a dîrokî qet nabe, lê yeka nêzî rastiyê guncav e; vega li holê du dîrokên me yên xuya hene. Yek xwe dispêre mîtolojiyê, efsane, gotegotan, a din bi arkeolojiyê û bi metnên zanistî yên dîrokî dibê ez jî li vir im…
Xwezî! dibêm xwezî ew xebatên arkeolojiyê bi destûr û di bin çavdêriya kurdan de bihatana birêvebirin. Çimkî li Kurdistanê lêkolînên arkeolojiyê yên heta niha hatine kirin belkî hê ne sedî deh-bîst in, sedî heştê hê nehatine lêkolandin-kifşkirin; hê di binê axê de ne.
Çi ku ne guncav e, şaristanî û hêzeke ku Asûrî (yeka wekî Amerîkaya îroyîn) têk birî li pey xwe tiştek nehiştibe!..
Helbet hiştine, li ser keviran nivîsên bizmarî, li ser kevalên di kavilên bin axê de, di qodên baweriyên (Elewîtî, Yarsanîtî, Êzdatî) yê de û di arşîvên xelkê de…
Cegerxwîn gotiye: ‘xwendin dengê zanînê ye’! helbet, heke ew xwendin bi metna rast be ew deng dibe dengê xwe nasînê jî, pêşketinê jî, guherînê jî…
Ger bo neteweyekê; ‘dîrok, bixwe bawerî û motîvasyon be’ ev dîroka ku hê nû nû, yek bi yek rûpelên xwe ji me re vedike dê bi rihekî dîtir bi hizirîneke dîtir dê vê sedsalê bo netewa kurd bike sedsala encamên xweştir…
Heke deh-bîst salên din ronesanseke kurd-î pêk were, dibêm ew ê ne bi pir siyasîbûnê, berovajî dê biservebûna şopa dîrokeke din; helbet a bi zimanê kurdî hatî-tê nivîsandin, bi çand, huner-wêjeyeke orjînal a bi zimanê kurdî pêk were ew heyama ronak.
(helbet, ne ku bo li bazarê eleqeyê bibîne bi tirkî were nivîsandin; şerm e, tewanbariye ku êdî kurdek rabe bo kurd bixwînin dîroka kurdan an metneke wêjeyî bi zimanê asîmlasyonê binivîse, dest bide qirkirinê!)
Mixabin, kîjan mijarê bigirî dest îlam tê ser zimên; ji ber ku ziman, hizir û derûnî sê diyardeyên bi hev heyî ne, li ser hev bandorkir in; ditirs im, dibêm heke kurdê entegrebûyî, yê ku rojane hiş û mêjûyê xwe bi zimanê tirkî şarj dike û cîhanê bi hizirîna tirkî tehayûl dike serbikeve û pê re jî ku kurdê bi kurdî dijî, dihizire û cîhanê bi zimanê xwe tehayûl dike têk bibe, hêngê ‘me pê girt…’
Êdî xetereya divê were dîtin ev e; dewletê karê xwe yê asîmîlasyonê dewrî kurdê otoasîmîlasyonê-entegrebûyî kiriye. Lewma li pêşiya têkoşîna kurdî ya li dijî asîmîlasyonê êdî otoasîmîlasyoncî û kurdê entegreyî tirkî bûyî, ku xwe ji me pirtir kurd û welatperwer dihesibînin hene û ew êdî ji dewletê zêdetir bûne-dibin kelem û asteng…
Loma, divê têkoşerên zimanê kurdî berê têkoşîna zimên bidin wan kurdên otoasîmîlasyoncî, entegreyî tirkî bûyî… Heke ew werin têkbirin, jixwe lingên asîmlasyonê-entegrasyonê ji qurmik de hatine birîn…


