logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Ji welatê 'UK'ê çîrokek

  • Dîrok: 30/03/2009

Navê welatê ku bûyer lê pêk hatibû UK bû. Wateya U yê ne li tu deran e. K,seretîpa navê welatê wan e. Tu kesî ne heyîna welatiyên UK'eyê ne jî navê welatê UK  qebul dikir. Her kî welatiyên UK'ê navê xwe yan jî navê welatê xwe bikarbîanîna bi carekê re winda dibû. Li gorî bîr û baweriyan ev navê welatiyên UK'ê û navê welatên UK'ê navekî bêqidoş, navekî lanetkirî bû û ji ber vê sedemê jî bi hezaran welatiyên ku navê xwe û navê welatê xwe UK bikar dianîn ji nişke ve winda dibûn. Kesî nizanibû ku ji nişke ve ew bi ku ve çûbûn û çi ji wan hatibû. Ji ber vê sedemê jî welatiyên UK'ê da ku xwe ji vê bêqidoşiyê rizgar bikin û da ku ji nişke ve ew jî winda nebin, ev navê UK'ê li welatê xwe kiribûn.

Li gorî ku dihate gotin, êdî Xwedê jî hew ev welat didît û heyîna wê qebûl dikir. Ji bo wê jî, demeke gelekî dirêj Xwedê ewr bi ser ezmanê UK'ê de nedişand.

Ji ber ku Welatiyên UK'ê hemiyan debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dabîn dikir û ji ber ku ev demek dirêj bû ku dilopek baran jî bi ser xakên UK'ê de nedibariya ne zad şîn dihat ne jî çêrî. Ji bo vê sedemê jî welatiyên UK'ê ji neçariyê, da ku qûtên xwe yên çend mehan dabîn bikin, havînan berê xwe didane Welatê Dî ku lê şepirze dibûn. Lewma; welatiyên Welatê Dî, ew hem gelekî erzan didan xebitandin û bi ser vî halî de jî, bi dijûnên xwe ew biçûk diêxisitin. Dema ku ji bo bixebitin diçûn Welatê Dî, welatiyên Welatê Dî ne dihiştin ku welatiyên UK'ê têkevin nav bajarên wan. Ji bo van sedeman jî, ber bi Welatê Dî ve çûyîn û li wir xebitîn ji bo welatiyên UK'ê mirin bû. Lê her havîn dîsa jî berê xwe didan Welatê Dî.

Gelek sal wiha bihurîbûn ku li welatê UK'ê baran nebariya bû û welatiyên UK'ê neçar mabûn ku berê xwe her havîn bidin Welatê Dî. Lê salekê dema ku welatiyên UK'ê ji xewê hişyar bûbûn û li ezmên nihêrîbûn ji ya ku dîtibûn bawer nekiribûn û şaşo maşo bûbûn. Belê, ya ku li ezmên dîtibûn ewr bûn; ewrên gewr, ên ku xwe bi baranê bar kiribûn. Ê ku çav li ewran kiribû di ciyê xwe de lîlandibû û govend girtibû. Lewma dê êdî ji neçarî berê xwe ne dabûna Welatê Dî.

Wê rojê tu kesî tu kar ne kir û hema ji xwe re li ezmên û li ewrên li ezmên mêzandibû. Wê rojê baran nehat lê dîsa jî bêhna welatiyên UK'ê hinekî fireh bûbû.

Roja din dema ku ji xewê hişyar bûbûn dîsa ezman mişt ewr bûn; ewrên gewr, mişt baran.

Lê vê carê her kesî ling dabû xebatê. Her kes li zeviyên xwe belav bûbû û tov li zeviyên xwe direşandin. Hinekan ji wan genim, hinekan ceh, hinekan nîsk...hema kê çi bidîta li zeviyên xwe direşand.

Wê rojê dor li nîvro ezman reşa tarî bû û bûbû xure xure tavan. Wê rojê zeviyên vî welatî, çiyayên vî welatî têr baran bûbûn. Lê da ku zeviyên wan şîn bihatana pêdivî bi baraneka din jî hebû.

Welatiyek ku navê wî Kurdî bû, da ku zeviyên wî baştir û zûtir şîn bên zeviyên xwe zibil kiribû û li benda barana diduyan mabû. Ku barana diduyan bi ser vê zeviya zibilkirî de bibariya dê genim qamek bilin biba, wiha difikirî Kurdî.

Kurdî piştî ku zeviya xwe zibil kir û hat malê got:
- Heke îro baranek bi ser vê zeviya min a zibilkirî de bê, ku sibê ez hişyar bûm ezê zeviya xwe kesk bibînim.
Û Kurdî piştî vê gotina xwe ling da diayan. Heta nîvê şevê wî dia dikir û hema bi carekê re bi xure xure tavan. Bi xure xure tavan re Kurdî rimekê hilçenî. Lê zû bi ser xwe ve hat û bi dengekî bilindtir da ku baran bibarê diaya xwe berdewam kir.

Wê şevê bê navber çend saet baran bariyabû û ji bo wê jî Kurdiyê me bi dilekî aram serê xwe danî ser balgihê xwe û di xewa şêrîn ve çû. Di xewê de çend caran xwe bi xwe re diaxixî û digot:

- Dê sibê zeviyên min kesko kesko bin, dê sibê zeviyên min kesko kesko bibin...û xirênî ji qirika Kurdî dihat.

Kurdiyê me bi dîkê sibehê re ji xewê hişyar bû. Bi peroşiyek mezin dixwest biçe li zeviyên xwe ên ku kesk bûne binêre û hilmeke hênîk ji wê keskahiyê ber bi hinavê xwe ve bikişîne.

Kurdî, çend kulm av li çav û rûyê xwe kir û çû serê bên, ji wir awirek da zeviya xwe. Ev çi bû! Zeviya wî qet kesk ne dixuya. Dev ji keskbûnê berdin ji zeviya wî deqên sipî sipî dixuyan. Seran ser zeviya Kurdiyê me sipî bûbûn. Bi meraqek mezin ji bên daket û berê xwe da zeviya xwe da ku fêhm bike ku ew sipîtiyên ku li zeviya wî xuya dibin çi ne.

Dema ku gihîşt zeviya xwe ji ya ku dîtî bawer nekiribû. Ewên ku ji dûr ve wekî deqên spî li zeviya Kurdî xuyanî dibûn hestî bûn; hestiyên însanan. Li deverine jê qoqên serê însanan kom bûbûn, li deverine jê hestiyên dûvik, li devirane hestiyên kabokan, hestiyên tilîkan...


17/03/2009

gernus@msn.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ezbeniyên min! Ma hûn jî ne însan in?!

  • 30 Avrêl 2009

Ez jî "Xewna Azadiyê" dibînim. Dibe ku sûcek be, dîtina vê xewnê, sûcekî mezin. Lê çi bikim, ne di destê min de ye, dibînim. Ji ber ku...

Xewndizê

  • 02 Sermawez 2010

Bajar jî xwe radestî xewê kir Dengê dîkan jî nayê vê berbeyaniyêStêrika li pencereya min bê deng e wekî minŞewleya şaneşîna şîn xemgîn...

Sê çîrokên mînîmal

  • 02 Berfanbar 2009

ÇûyînDi sir û seqema wê berêvariya ku hilma distand bi mûyên bêvila wî digirt û dibû qeşa de, dema ku bi gavên girane, di ser riya qeşa girtî...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Şaredariya Serêkanî ya Serxetê dixwaze xizmeta Binxetê bike

ad

Zivistan û Dêra Extirmanê

ad

‘Min wekî deynê stûyê xwe bûyerên wê demê anîn ziman’

ad

Hilbijartina pêşwext tê

ad

Çalakiyên îro li her derê didomin

ad

Bifikirin ku rojnameyeke we ya 200 salî heye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname