logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

‘Min wekî deynê stûyê xwe bûyerên wê demê anîn ziman’

Mijara romana “Dûvpişk Bi Xwe Venade” li ser bûyerên destpêka balên 90’î ye.

  • Dîrok: 09/07/2011
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Mehmet Aslanoglu

Nivîskar Edîb Polat bi navê “Dûvpişk Bi Xwe Venade” romaneke nivîsî. Mijara romanê li ser bûyerên destpêka balên 90’î ye. Me bi nivîskar Edîb Polat re li ser romanê hevpeyvîneke kir.

Hûn di romana xwe de qala bûyerên siyasî yên salên 1990’î dikin; kuştinên kiryar nediyar, şerê kontrayî yê ku di pêşengiya JÎTEM’ê de li hember tekoşîna gel a pêşketî dihat kirin û atmosfera wê demê ya siyasî û psîkolojîk. Romanivîsên kurdan bi piranî dîroka pir dûr ji bo mijara berhemên xwe dibijêrin, lê we dîroka kurdan a nêz kiriye mijara romana xwe. Ji bo çi salên 1990 û ji bo çi kuştina Wedat Aydin?

Min wekî deynê stûyê xwe dîtiye bûyerên wê demê di dîrokê de qeyd bikim. Nivîskarekî kurd yê ku şertên 1990-98 jiyabe, bûyerên kiryar nediyar, qetlîamên ser gelekî dê neke mijar, dê çi bike mijar? Heke mirov bi çavên xwe bûyer dîtibe, ne pêkan e ku wijdanê mirov xwînî neke, tewer mirov ewladê vî gelî be, ew qêrîn û nalîn, êş û azar dikeve heta nava mala mirov, di dîwarên nûser de wêneyên şehîdan xuya dikin, heke nekin dê kêmasiyek hebe. Romanivîsên kurdan çima dîroka dûr dikin mijar, an çima kesayetên anonîm dikin lehengên romanên xwe? Hêsan e lewma, ango ew leheng jixwe berê hatine nasîn, dîrokzanan bûyer, serhildan, leheng anîne ziman, wêjenas ji wan pirtûkan an edebiyata devkî an dengbêjan digre û li ser dixebite dike roman. Ev ne çewtiye, cureyek nivîsê ye: Mînak Kela Dimdimê, Destana Ristemê Zal, Destana Memê Alan û hwd. Lê di van salên dawî de jiyana C. Bedirxan, M. Selîm Beg, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Şêx Seîd jî bûye roman, ku ji vê cureyê re dibêjin romana dîrokî. Lê romanên bajarvaniyê di kurdî de hindik in, min xwest mijar rojane be û li bajêr derbas bibe. Ya din, kuştina Wedat bi taybetî bûyerek xweser û balkêş e, “faîl nediyar” bi wî dest pê dikin, JÎTEM dikare wiha were famkirin. Û ya girîng jî min ew nas dikir, ev yek ji şayesandinê re hêsan dihat.

Di romanê de Wedat Aydinê ku Serokê HEP’ê yê Amedê bû, bi navê “Refîk” wekî karekterek romanê dertê pêşberî me. Hûn bi vegotinek gelekî balkêş û bi bandor kuştina Wedat Aydin, bûyerên ‘kujer nediyar’, merasima cenazeyê ya bi beşdariya sedhezaran tînin ziman. Hûn  dikarin derheqa vê yekê de nêrînên xwe bêjin?

Wekî min li jor jî got kuştina Wedat a bi sosret, rûyê dewleta wê demê eşkere dike û Wedat jî mînaka cesaretê, fedakariyê, jîrîtiyê û welatperweriyê ye ji bo kurdan. Kitkiteyên jiyana wî ya rastî di romanê de cih naigre, kesek bila li rastiyê negere, ev roman e, lê hin agahiyên derheqa kuştina wî de di dest me de hebûn, me ew rave kir. “Refîk” qehremanek romanê ye, bi hin aliyan ve dişibe Wedat, lê ne sedîsed e. Armanca min veçirandin û zelalkirina bûyerê ye. Wekî hûn dizanin di cenazeyê wî de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ev bûyer jî parçeyek ji dîroka kurdan e, pêdivî pê hebû ku têkeve nav rûpelên romanan. Evîndariya nava romanê ji sedî sed xeyalî ye. Di rastî de ne Ekrem Duhokî heye, ne Yezdan Zaxoyî, ne Merwanê Devse (Şen) ne Aycana Tirkmen û ne jî Refîk heye. Jixwe Refîk kesayetek stero ye, dikeve romanê û beriya biqede ji nav dertê. Armanc bizimankirina tirs, xof, îşkence, serhildan, bawerî, xayintî, qehremanî, rastî, derewî, berjewendparêzî, nakokiya nav netewan e.

Bûyerên ku di salên 1990î de li Amedê qewimîbûn, bi riya fîlmên wekî “Press” û “Min Dît” derbasî sînemayê bûn û hem nifşên ciwan û hem jî ji aliyê kesên wê demê dîtibûn ve bi eleqeyek mezin ve hatin pêşwazîkirin. “Dûvpişk Bi Xwe Venade” jî bûyerên demê yên civakî û yên siyasî kiriye mijar û bi ahengî, bi asta macerayek bilind û herikbar hatiye nivisîn. Hûn bidestxistina vê astê ji çi re deyndar in?

Ev roman encama keda şeş salan e, helbet divê xwediyê astekê bûna, min ew fîlm nedîtine, lê min bûyer dîtin, ez şeş salan heps razam, bi kuştinê hatim tehdîtkirin, min jî îşkence û tade dît wekî her kurdî. Ya girîng psîkoljiya demê ye ku bi tema edebî, bi qaliteya edebiyatek gerdûnî were ziman. Armanca min ev bû, çiqas bi ser ketiye, ji xwendevên re dihêlim. Heke em li wêjeya cîhanê binêrin, “Kolera Gunlerinde Aşk” (Di rojên Kolerayê de Evîn) ya Marquez heye, “İsyan Gunlerinde Aşk” (Di rojên raperînê de Evîn) a Ahmet Altan heye, “Çanlar Kimin İçin Çaliyor” (Zengil bo kî lê didin) a Ernest Hemingway heye, “Dê” ya Gorkî heye û hwd. di vî warî de roman gelek in. Di romana min de macerayek ku nehatibe jiyandin tune ye, lê kesayet xeyalî ne. Lê îroniyek balkêş heye, cara ewil li vir dibêjim: navê romanê çar sal berê hatibû eşkerekirin, binêrin di hevpeyvînên min yên wê demê de heye, lê îsal serokê JÎTEM’ê li xwe mikur hat û qertvîzîta xwe rê rojnameyan da, logoya wan dûvpişk bû! Min dûvpişk ji ber nîşana çekekê û ji ber dûvpişkên Amedê bi kar anî, lê min nizanîbû ew sembola JÎTEM’ê ye jî. Her wiha berga pirtûkê hatibû çapkirin, piştre Arîf Dogan derket û şiklê dûvpişka li ser qertvîzîtê xwe rê rojnamegeran da. Ahengî, macera û herikbarî bi xweşikiya peyvê ve girêdayî ye, heke mirov serê xwe biêşîne û bîst salan li pey bêhna hubrê bimeşe, tiştekî ku bisernekeve tune ye.

Di romanê de tekoşîna kurdên başûr û bakur li cihên cihê, lê di heman demê de wekî têkoşîn û şiyariya neteweyî tê ziman û bi koçberiya pêşmergeyên ji qetlîama Helebçeyê xelasbûyî re, li Amedê û li bajarên dîtir yên cîran akincîbûna wan a li qempan dibe mijar. Wê demê, li Amedê akincîbûna kurdên başûr, tesîrek çawa li gelê herêmê kir û ji aliyê pêşketina hişmendiya netewî ve rolek çawa lîst?

Roleke pir mezin lîst ji ber bandora wehşeta li Helebçeyê û ji ber dîtina gel a kesên kincpêşmerge hestên neteweyî bi pêş ketin. Kurdên bakur jixwe berê şiyar bibûn 15 tebaxê dîrokek girîng e, gelek bedel dan, lê dîtin ku birayê wan li alî din hene, ew hembêz kirin. Min xwest bi Ekrem Duhokî du aliyên welêt bigihînim hev, êşa wan bi wan bidim hesandin, zanibin neyar yek e. Tesîrek netewîbûnê, ya duduyan navên zarokên xwe êdî bi kurdî danîn, ya sisêyan muzîka kurdî ya her du aliyan bi hev hesiyan.

Digel ku bûyerên romanê bi pirranî li Amedê derbas dibin, we wekî lehengê romanê yê sereke ji başûrê Kurdistanê hilbijartiye, sebebek taybet ji bo vê yekê heye?

Belê, Ekrem Duhokî kurdê başûr e, lê li bakur ji bo wergera nivîsekê çi tê serî? Bi keçek tirkmen re dizewice, bextewarî dibe xewn, li hev nakin, şertên siyasî ew ji hev diqetînin. Bûyerên “faîlî meçhûl” tên serê wî jî, ew jî cesedan dibîne, rast li hovîtiyê tê, arkeolog e, lewma pir qala bedena Amedê dike, cihên dîrokî bala wî dikşînin, lewma roman hinekî bi çavên arkeologekî diherike. Heke min yek ji kurdên vir bikira serleheng, divê ew biçûya Duhokê an Hewlêrê, belkî Mehabad an Sinê. Armanc çi ye, danasîna parçeyên welat e. Duhokî tê kuştin, lê çawa di ber xwe dide, dafikên çawa davêjin pêşiya wî, ev tê ziman. Kesayetek çawa ye ew, dikule, ji kûçikan pir ditirse, guman jê re çê dibin, lê wêrek e jî.

Hûn gav bi gav, sûrên Amedê yên dîrokî û bermahiyên din teswîr dikin û rastiya vî bajarî ya pirçandî, pirolî û pirzimanî, têkilî nava efsane û çîrvanokên gel dikin û vedibêjin. Ji bo edîb û hunermandan jêderka hestên afirîner, ev tevna dîrokî û hebûna keleporek pirçandî ya Amedê ye?

Sûr bi xwe roman e, kevirên bazalt her roj silavê didin amediyan, çi efsûnî ye ev! Min berê got, Ekrem arkeolog e, divê wan bibîne, ne bi çavê kesekî ji rêzê, bi çavê arkeologekî, yên vê rastiyê nizanin min rexne kirine. Ez ji bo wan dêran wekî yên Qasûmodoyê Hugo bihonim, pir geriyam, bi salan min vîdeoya wan kişand, ez çûm min li îbadetên wan nihêrî. Kesekî heta niha giyayên derman, aktarên Amedê nenivîsandibû. Kesekî morik û şirik û neynikên li ser tableyan aniye ziman? Bajar bi tiştên wiha xweş e. Bêhna Amedê heke ji wê romanê tê, biserketî me, an na bila kesek nexwîne, me têra xwe êş û azar dît, bila dubare nebe. Li vî bajarî ne tenê kurd hene, aşûr, arnawid, keldan û tirkmen jî hene, rastiya bajêr divê bipeyive di romanê de. Sûr bipeyivin, dêr werin ziman, kolanên xwarovîço kilaman bêjin. Ziman divê helbestî bûna, kitkiteyên bermahiyên dîrokî divê bihata ravekirin. Ji bo berhemên qedirbilind werin nivisîn çi kêm e di vî bajarî de. Bingeha ew çend helbestvan û nûserên amedî ne ev bi xwe ne?

We di “Dûvpişk Bi Xwe Venade” de teknîk, vegotin û şêweya romana modern û pê re jî şêweya dengbêj û çîrokbêjên ku nûner û nimûneyên edebiyata kurd ya devkî ne bi hev re bi kar anîye. Wekî kakil, digel ku romana we bi tevayî di bajarvaniyê de derbas dibe, lê hebûna pîrêya çîrokbêj a di romanê de, bi min da fikirandin ku edebiyata nivîskî bi sedsalan li dijî qedexeyan û bendan di ber xwe daye, wêjeya devkî jî xwedî keleporek bi hêz e û ev yek avantajek mezin e. Hûn di vê babetê de çi difikirin?

Şêweya wê romanê modern e, ji bilî we kesên din jî wekî ku dibêjin. Dengbêjî tune ye, bingeh ne dengbêjî ye û ne jî edebiyata devkî ye, Pîrê ya çîrokbêj ji bo tevna romanê pêwîst bû, lewma min ew afirand, ji bo dûvpişk bi xwe venede, ji bo Yezdan Zaxoyî li deriyê wê bide û ji bo hin bûyer li wir werin ziman û bi dawî bibin. Ev terz e, şêweya min e, lê vegotin ne edebiyata devkî ye, min ew bi kar neaniye, heke hûn wisa bêjin we ew baş fam nekiriye. Qeyd, tirs, kult, baweriyên civakî, hin diruşmeyên siyasî hene ku, heta niha nehiştine edebiyata kurdî bibe modern û bigihîje asta cîhanê. Em hêja tesîra pişaftinê ji ser xwe davêjin, weşangerî bi pêş neketiye, edîtorî kêm e, kesayeta nivîskar, baweriyên siyasî li pêş e, ne nivîsên wî, nirxandin kêm e an tune ye, rexne hîç tune, sohbetên edebî di qenalên em de cih nagrin, nivîskar pir ji hev didexisin, berhemên hev naxwînin, ji wan wetrê ku nûserên dinyayê hemî wiha dikin, nabin dost û hevalên hev, dibin kurmê hev. Reqîb cihê ye, neyar cihê ye. Giyayê hewşê hêj tal e, piçekî şîravokî bûye, lê hêj tal e, lê baş e ku “giyayê hewşê” ne, ne “sitiriyên hewşê” ne û qet nebe di hewşê de ne, ne “biyanî” ne. Keleporek bi hêz, dîrokek entîke bi şan û şeref, bermahiyên dîrokî têra afirandina edebiyatek bi qalîte nake. Berhemên komîk li ser navê “romanê” dertên, bi ziman dilîzin, tenê peyvên balkêş didin nik hev, ev ne postmodern in jî. Li welatê me bûyer gelek in, qeyran, qetlîam, sosret, xax zêde ne, şertên romanivîsiyê xurt in, lê ev têr nake, prensîbên edebiyatê hene û ev li hemî cihanê standard in.

Fehîm Işık di pêşgotina xwe ya di pirtûkê de dibêje ku romana kurdî ji salên 1990’î û heta niha, gelek pêşketin pêk aniye û îspat kiriye ku ji ya romanivîskariya dinyayê ne kêmtir e. Di vî warî de hûn çi dibêjin?

Kekê Fehîm ji kîjan alîyî ve nirxandiye, nizanim, lê pirbûna romanan bi serê xwe pêşketinek e, lê berhemên me heta li zimanên Ewropî neyên wergerandin, heta xelk û alem bi me nehesin, Amerîka me nexwîne, em nabin navneteweyî û nakevin nava edebiyata dinyayê. Romanivîskarên me ji hin aliyan ve belkî li pêş in, lê bi piranî herêmî ne, tewer carna devok tên bikaranîn. Xelk ne mecbûr e bi tiştên em dikenin ew jî bikenin, an xemgîn bibin. Metnên me yên romanan divê di nav xwe de li hev bikin, honayî bin, nakokî tune bin û şayesandinên me xurt bin, afirandina kesayetan enteresan be, xweser û taybet be. Mixabin di vî warî de piştî Mehmed Uzun ez valahiyekê dibînim. Ez teoriya romanivîskariyê nikarim biafirînim, ne hedê min e jî, lê ez lehengên me lawaz dibînim. Hê gavên teşwîqa ji bo nûseriyê nehatine avêtin, em dibêjin em miletek in, lê hêja xelatek me ya profesyonelî ji bo çîrokan û romanan tune ye. Hêja şaredarek me ji bo piştgiriya wergerandina berhemên kurdî li zimanên din, amadehiyê jî nake û nafikire jî. Wekî em di dinyayê de girav bin, tenê ne, li dinyaya nûjen pencereya me venabe. Em ji kî re dinivîsin? Di nava 30-40 mîlyon kurd de tenê ji hezar kesî re!

Ev hevpeyvîn ji hejmara 50'î ya kovara Tîrojê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Erxeniyê hemû kayyûman îstîfa kir

ad

Cixare 5 salan ji temenê we dibe

ad

'Doza Dîrokî' bi paş ve hate xistin

ad

Wêneyê Rojê: Pirtûkxaneya Celadet di bin berfê de ye

ad

2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray

ad

Li kîjan çiya xela mêra ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname