‘li cem me çar tişt hene; ne deh sal ji ser re sed sal jî derbas bibe rûyê wan naguhere: ‘konsepta kovaran, çîroka nivîsandinê, nivîskarên li ser platforman û çar parçe’!
û yek jî ‘JIBER’a me;
çimkî, eger guherîn tiştekî hêsa û baş bûya keviran dê xwe biguheranda’(!)
Em wisa ne! yan jî ecêb in; diçin tên, çex dibin dor dibin vedigerin heman tiştî dikin; em an dubarehez in an dubareperest in…
Wekî berî me, kesî ji me ew ker û xebat nekiribe, bêyî ku ceribîneke nû were kirin an li ya berî xwe tiştek were zêdekirin, (bilindkirina çitayê) bi heman format û qalibî, bi awayekî jiber em wê digirin dest û li dubareyê dubareyeke din zêde dikin.
Mixabin, ew jî ne li hizra me, ne li hunera me, ne li wêjeya me, ne li civak û estetîka me tiştekî zêde nake; çimkî jiber e, dubare ye…
Her kî yê ciwan û nû radibe dest davêje karekî wêjeyî, hunerî bêyî ku bêje ew hatiye kirin, ez an tiştekî nû bikim an li ya hatî kirin tiştekî nû zêde bikim, format û qalib dide ber xwe, bi awayekî jiber kopyayekê ji ya berî xwe digire, dubareyê wekî nû be pêşkeşî me dike…
Heyîrî dimînim; piştî salên du hezarî ta vê salê bînin bidin ber xwe; qalib, format û naveroka hemû kovaran yek e, heta dikarim bêjim nivîskarên wan ji sedî nod heman nivîskar in; dosyayên wan amade kirî du-sê helbestkar û nivîskaran pêvtir nîn e…
Rojnameyek bi kurdî weşanê dike, çi rojane çi heftane bi taybetî nivîskarên wê jî bîst sal in sedî nod heman kes in.
Heçî lijneyên pêşbaziyan in, bi dehan pêşbazî çêbûne endamên lijneyên wan sedî nod û neh heman kes in. Tika dikim şaş neyê famkirin! Nabêjim çima filan e ne bêvan e, xêr, ew ên ez dibêjim sedî nod heman kes in gotinek min bo nav û hunera wan nîn e, giş bo min rêzdar û hêja ne.
Balam dixwazim balê bikşînim ser meseleya pirbareyên jiberî; çima tim heman kes?!
Bersiva çimayê diyar e; em hînî jiberekê bûne-kirine…
(xwedê neke tiştek bi wan kesan were em ê çi xweliyê bi ser xwe de kin!)
Ca bihêlim heyra, em carê bêriya wan bikin…
Li arşîvan binêrin, bibînin bînin deynin ber xwe, ji yekem pêşengeha pirtûkan a li Amedê çêbûyî ta ya vê dawiyê, li bername, naverok û li nivîskarên li platforman rûniştî binêrin sedî nod dîsa heman kes in; naveroka gotina wan jî sedî nod heman gotin in; ji bo dermanê serê keçel gotinek, hizrek nû, mixabin…!
Li bernameyên wêjeyî yên li bajaran çê dibin sedî nod dîsa heman kes in, û heta peyva ewil ya pêşkeşvan-modetaror ku nivîskarê mêvan dide nasîn jî, bawer kin deh-pazdeh sal in heman peyv e; (peyvên xwe ji şevê anîne; herhal wê dîsa bibe şevê…)
Ka li Bakur ji ser du sedî re nivîskarên endamên Komeleya Nivîskaran û Pena Kurd hebûn?
Ka salê ji ser du sedî re pirtûkên kurdî dihatin çapkirin!
Ka em jê bi gazinc bûn, çima helbetskarên me pir in, her kes xwe ji helbestê re radikişîne; baş e, ka ew helbestkar? Hûn-em, jê çendan nas dikin, me rû û kitêba çendan dîtiye, xwendiye!?
Çima xeynî çar-pênc heban em kesan nabînin, nas nakin, li ser kursî û platforman nabînin, ka kî ne, çi dihizirin û çi dibêjin, ka rûyê wan çawa ye???
Helbet divê em bizanibin civak û miletên bindest piçekî bêdad in, loma yek nezaketê nîşan nade û nabêje, keko spas bo we ez vexwendim, lê xeynî min jî nivîskar, helbestkarên vî miletî hene divê hûn wan jî binasin, guhdar bikin; vê carê jî bila filan bêvan nivîskar helbestkar were gotina xwe bêje; lê ka ew dadwerî; vî zemanî kî serê govendê dide kê!
Loma li bendê nemînin ku yekê rabe bêje, yaw bes e, qey bêyî min kes tune hûn vexwînin…
Ji loma em ji hizir û peyvê, ji gotineke nû mehrûm in!
Heke bêjin mesele tercîha ast û hunerê ye; ez ê bêjim mebesta min ne ast, huner û wêjeya beşdarên tim e. Heke mebest ev e, heke tercîh gor wê tê kirin, ew ast, huner û wêje jî helbet dikare were nîqaşkirin, gengeşiya wê jî dikare werekirin; ka çi ye, çi qas e!?
Gor min, mesele îpotek û tekel e; ne ji hunera wî/wê kesî yan wê derdorê ye. Bi rastî heke mesele ji hunerê bûya me yê di gengeşiyan de ne kesayetiya wan, naveroka berhema wan bibihîsta, bidîta; binêrin hemû gengeşiyên derbarê wan navan de tên kirin ne li ser wêje û berhema wan e, li ser navê wan e…
Heçî xwendevan e! (qasî tiliyên destan îstîsna ne tê de) mixabin ez dibêm hê xwendevanê wêjeya kurdî tune ne, bes ên pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin hene; çimkî xwendevanî ne angajebûyîn e…
Çi ku xwendevanê angajebûyî ji çend navan û ji çend astan pêvtir nikare di astên dîtir de dakeve-hilkişe, hay ji metn, aso û kesên dîtir hebe.
Xwendevanê ne angaje, ê bêminet guh nade dengê çerçî-etar ê diqîre, dibêje qumaşê min rind e û nakeve bin bandora reklamê-popîleriya nepixandî ya balonî; tevî ku nivîskar-helbestkarên xwendevan ên ew xeyalşikestî nekirî ku ji metna wan hez dike hene û wê hebin jî, lê heman xwendevan diçe bazarê bi dest û çavên xwe li qumêş dinêre, reng û qeliyetên din jî diceribîne; deriyê hiş, dil û rihê xwe ji asoyên nû re jî vedike.
Ka salê nêzî du sed û pêncî pirtûkên kurdî çap dibûn? Ji du sedî zêdetir nivîskarên vî zimanî û vê wêjeyê hebûn? Gelo em ji xwendekar bipirsin, ka wê navê çend pirtûk, çend nivîskar û heta çend weşanxaneyan bide me!?
Ez bersivê bêjim; çend navên jiber û yên tim tên dubarekirin in, bersiva em ê werbigirin!
Balam, divê em bizanibin, ne bi jiberê, ne bi dubareyê, ne bi înkar û ji nedîtînî ve hatina berhema ku ji ya min-wî-wê têrtijetir e, em nikarin wêjeya xwe, nivîskariya xwe û xwendevaniya xwe bi pêş bixin; helbet li hizir û asoyê me jî tiştek zêde nabe, pêş nakeve.
Paşê çi dibe! êdî jiberî dibe hînbûn, hînbûn dibe dubare û pirbare dibe edetekê; êdî bername, çalakî, hevpeyvîn, nirxandin û rexne û reklam ne li gorî asta berhemê li gorî xal û xarzîtiyê, li gorî têkiliya şexsî û endametiya ‘çetetiyê, tu min bifirîne ez te bifirînim’ heta bi rik û bi nêta xeşîm-dexsî-jixwe razî ya em wî/wê nedîtî ve werin tê kirin…
Dibê qey sond xwarine; hin dê tim behsa hinan bikin behsa hinan qet nekin; heyra çima xwe û şopînerên xwe mehkûmî çend kesan û nêrînekê (klîşeyan) dikin? Çima xwe û wan bi çend navan bi sînor dikin! Xwe jî azad bihêlin xwendevanên xwe jî… Belkî hûn jî ew jî rastî hizir û hunereke nû werin! Heke baweriya ew bi hunera we heye, nexwe ji çi ditirsin?
Heqê we heye hûn xwe wisa bihêlin, lê heqê we tune ye hûn xwendevanên xwe-kurmanciyê nezan bihêlin!..
Heçî mijar in, a me jî bûye wekî ya nîqaşvanên tv’yên tirkan; tim çend kes in, dibê qey camêran di her babetê de mastir kirine..!
Mixabin ew curet ji ber ku xwendevanê me yê bêminet hê tune- nehatiye wê astê ku rabe bêje: ‘keko-xwişkê de bes e yaw, ma em nizanin çi çi ye, qey hûn me ehmeq dihesibînin’!..
Paşê jî gilî û gazind; çima wêjeya me pêş nakeve? Xêr, ‘belkî’ jî pêş ketibe, lê ji ber ku hûn serê xwe li ser jiberayên pirbareyî ranakin, dibe haya we jê nebûbe…
Ser û binî her me yekî/ê çend sed xwendevan e û sed pirtûk jî telîf heyran!
Ev hêrs bi rastî meriv ditirsîne; lê ku bi vê rewşê di vê bazarê de behsa mîlyon dolaran bihata kirin???


