logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Serdema aqil çêkiriyan!

  • Dîrok: 28/02/2021
Vê serdemê wekî serdema aqilê çêkirî bi nav dikin! Di serî de çînî, îsraîlî, îngilîz, amerîkî, ûris, japon, alman, fransî û hîndû bo çêkirina aqilê çêkirî bi hev re ketine qayîşkêşanê… Ji van welatan piran mînakên aqilê çêkirî derxistina bazarê jî…
Ji yên wî aqilî çêkirî bikar tînin re jî robot dibêjin; bi aqilê çêkirî di cafe, restaorant, şîrket, kar û barên cihê de dixebitin, mêvanan pêşwazî dikin, xwarin û vexwarinê keremî kiryaran dikin; seyareyan dajon, qehweyê dikelînin, jimarkariyê dikin, li malan nobedariya dikin, zarokan re eleqeder dibin bi wan re dilîzin, wan aş dikin, di kargehan de ji dêvla mirovan dixebitin kar dikin, nava malan dimalin û hwd.
Balam aqilê çêkirî yê dixwazim behs bikim ne ew ê civakên pêşketî ku xistine seriyê robotan e, yê dixwazim behs bikim ew ê li civakên paşde mayî yê bi Apple û Iphone û bi tora medyaya sosyal xistine seriyê mirovên ne ji febrîqeyan ên ji mirovan peyda bûne!...
Navê yê wan robotên bi aqilê çêkirî, navê yên civakên paşdemayî mirovên aqil çêkirî(!)
Di navbera her duyan de çend cudahî hene, yek bi pîl-keyrebê dixebite yê civakên paşdemayî mixabin, bi xwîn û goşt in…
Cudahiya din jî kêrhatin e; yê civakên pêşketî kêrhatî ne, qehweyê dikelînin, xwarinê çêdikin, malê dimalin, seyareyê dajon, li nexweşan dinêrin, derî ji mêvanan re vedikin, hejmarkariyê dikin, diçin fezayê û hwd. Lê yên civakên paşde mayî ji xeynî troliyê, rt, fav, twêt, lik, ecibandin û hwd. bi seriyek pîvaz nakin.
Ên civakên pêşketî heke pîl-keyrebeya wan neqede bîst û çar saet çi jê hatibe xwestin nizanin xew çi ye, bêwestîn û sekinîn dixebitin, ên civakên paşdemayî ger kotaya înterneta wan neqede bîst û çar saetan gû di qûnê de hişk dibe, di twêt û istagram de; “Maseya Ana Kumandayê”  çi danîbe pêşiyê, çi jê bixwaze, çi bêje ji wê bawer dikin, wê dibêjin, wê dikin; lik, fav û tr; û slogan; dijberiya xwe nîşan didin, şîna xwe digerînin, daweta xwe lidar dixin, mêvanên xwe dihewînin; sosyologî, civaknasî, feylesofî, anarşîzm, zanista siyasetê, zayendparêzî, pisîkparêzî, nivîskarî û hizirvanî û kurdeyatiya sanal a bi aqil çêkirî û hwd…
Kesayetiyên sanal-çêkirî (sanal yapay kişilik)
Kesayetiyên mêjû û aqil çêkirî (yapay zeka’lı kişilik)
Û hizirên sanal-çêkirî (sanal yapay fikir’liler)
Tevî nexweşên kesayetê ne, bo xwe re nabînin rabin herin daşirê nexweşê qebizê ne jî!
Helbet cudahiyên din ên robotên aqil çêkirî yên civakên pêşketî hene! Mesela robotên aqil çêkirî nizanin tacîz sûîstîmal çi ye, lê yên civakên paşde mayî li der ve giş li dijî tacîz û sûsîtîmalê ne, balam li qada sanalê her cûre tacîz sûîstîmal serbest e; hizr û gotinên ne aîdî xwe wekî yên xwe bin sûaîstîmal dikin, femînîzmê sûsîtîmal dikin, pisîkan kûçikan çivîkan sûsîtîmal dikin; di xweheyîkirina bê berhem û bê afirandin de kurdetiyê wekî navgîneke showê digrin dest sûîstîmal dikin, kêrnehatina siyasiyan derdixin pêş ji kesayetiya xwe ya kêrnehatîtir a ku berhema tirkiye bi tirkî li ser piyan dimîne re dikin perde durûtiya xwe nesamîmiyetiya xwe di paş wê perdeyê de vedişêrin; bi rûpoşê mirovperwer-humanist kesayetiya xwe ya sexte vedişêrin; reşikan, gêjan, zeriyan û ehmeqan sûsîtîmal dikin; bi tundî li dijî tacîza ‘dengvedayî-popîler’ ya li der ve çêdibe radibin, lê di sanalê de serbest e; bi şîroveyên xwe, bi parvekirinên xwe, bi ecibandinên xwe tacîzê sûsîtîmalê mastirbasyona hişî dikin! Balam ji vê tacîza ‘werin sêvan werin sêvan’ re bertek naye nîşandan, berovajî, zevq tê girtin; çiku ew ne tacîz û îstîsmar, ecibandin e(!) 
Herdu aqilên çêkirî robot û mirovên sanal gelekî dişibin hev, lê di navbera wan de cûdahiyên din jî  hene; yek kêrî asankirina jiyana civakên ew çêkirîne tê, yên din bo rizandin û têkbirina (helakirina) civakên xwe; wekî dildozên projeyekê bin dixebitin; bi dilsozî (gönülü) têkbirên nirxan, kesayetan, malbatan, nifşan, civak û netewan in…
Çi gotibû merivê reşik ê Efrîqî; “dema merivê gewrik hat destê me de axa me destê wî de încîl hebû, dema me çavên xwe vekirin destê wî de axa me destê me de încîl hebû”! 
Vê serdemê de divê ew încîl wekî; ‘Apple û Îphone, hebû’ were rojanekirine! Qe nebe bo me kurdan divê visa were rojanekirin…
Meriv meraq dike, gelo li civakên paşde mayî ewqas aqilçêkirî hene lê çima hê Îsraîlî, Çînî, Emerîkî, Îngîlîz bo çêkirina robot û aqilekî çêkirî yê kêrhatî xwe ewqas dihetikînin?! Ji ew ên ew çêdikin li civakên paşde mayî pir in! Dikarin werin bêpere çend û çiqas jê re dibin bibin herin! Lê ew jî têra xwe hene ha! Dizanin di kêrhatinê de di navbera aqil çêkiriyên wan û yên civakên paşde mayî de ferqek heye(!)
Nizanim ji nav civakên paşde mayî hin derdorên civakî netewî siyasî yan tevgerên ku wekî mirov û şexs pişta xwe didin van aqilçêkiriyên derûnî-kesayet nexweş ‘ilgi manyaxı’yên ku ‘Ana kumanda masası’ aqilê wan bi rêve dibe  hene gelo?  Heke hêzek, siyasetek, tevgerek pişta xwe bide vê girseya aqil çêkirî (malbatıran) û bêje serketina me şoreşa me nêz e, divê bizanibe ku di serî de pê girtiye, têkçûye.   
Di vê serdema aqil çêkirinê de, niha dijmin-dagirkerên civakên paşde mayî yên ku merivên sanal ên aqil çêkirî wekî vîrûs lê belav bûyîne bi aramî dinivin! 
Helbet tirk jî bi dilekî rehet bi aramî dinivin... 
Têbinî: Di vê heyama aqil çêkiriyên sanal de her hal pêdiviya bindestan-civakên paşde mayî beriya azadbûnê-pêşketinê dê bi navend û nexweşxaneyên pîskolojiyê, terapî û reabîlatisyonê hebe!!! 

Hin Nivîsen Nivîskar

Razemeniya bo miriyan!

  • 18 Kewçêr 2020

Li dinê wisa dibe, ya wezereta çandê mafê çapkirinê yê berhemên wêje û ziman ên neteweya xwe ku bûne klasîk digre ser xwe û dem bi dem li...

Razên nivîs-andinê

  • 25 Rezber 2021

Nivîs-andin; yê pêşî nivîsandiye kî ye em pê nizanin, bi çi zimanî nivîsandiye em pê nizanin, çi nivîsandiye em bi wê jî...

Nivîsa dawî, xatirxwestin

  • 28 Pûşper 2017

Gotine ‘ peyv diçe nivîs dimîne’. Li ku? Li bêndera bîrê, di nav rûpelên kaxizê de… Bêguman, her peyv ne ew ên dibin wekî...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûredîn Zaza: Bi zimanê xwe bixwînin

ad

2007'an amûrên xurekê zêde buha bûn

ad

Helbest, helwest û Bêkes

ad

Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê hat betalkirin

ad

W'ya 25'an derket

ad

'Porteqalên Zêrîn' hatin belavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname