15'ê Gulanê kurdên bakur wekî Roja Zimanê Kurdî qebûl kirine. Em jî wê rojê pîroz dikin û ji bo pîrozbahiya vê rojê em gotina Dr. Nûreddîn Zaza diweşînin. Vaye ew gotin:
"Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tar û mar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Dr. Nûreddîn ZAZA
(Ji pêşeka pirtûka Memê Alan)


