logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Nivîsa dawî, xatirxwestin

  • Dîrok: 28/06/2017
Gotine ‘ peyv diçe nivîs dimîne’. Li ku? Li bêndera bîrê, di nav rûpelên kaxizê de… Bêguman, her peyv ne ew ên dibin wekî hîmên dîwêr. Lew, her nivîs jî ne ji wan ên ‘peyv diçe û ew dimîne’ ye. 
Bi rêzan û bi rûpelan jî binivîsî, bi babatên cihê cihê jî lê bikî ristên xwe; ma ne berî me Xanî alaya kelamê daçikandiye li gerdûn... 
Ji bo wê ne guncav e her ya te nivîsî, tu binivîsî, lê bikî were xwendin, bê ecibandin, ji bo ku te jî xwestibe alaya kelama xwe li wê gerdûnê biçikinî, ew xwînerê hanê ji te re jî bilîlîne bide çepikan, na haşa, qest ne ev e ezbenî! 
Heke bazar,  ew bazara kurmancî ya kesad be, te baş honandibe û peşkeşî yên eleqe pê tînin û dixwînin kiribe jî, yan ne baş be jî peyva te, jixwe ‘heçî yê dizane dizane yê nizane jixwe baqê nîskan e’ ne min, pêşiyan wisa gotiye ha ezbenî.
Lê dîsa jî ger gotina te hebe, çê xirab, kurmikê zik de ye, di wir de nasekine û dibe peyv û hevok, geh bi dengê zar ji devî re tê der geh li pey hev dibe rêzkirina tîp û peyvikan…
Ger li bêndera bîrê peyvek, rêzikek jî ma be(!) 
Her kes ê/a di tûrikê xwe de tal dike, dibêje. Dibe were xwendin an jî neyê xwendin, ew jî mafê yê/a bixwîne ye. Helbet rêzek ji ew ên xwedî maf re jî heye…
Û wext û roj tê, dibînî hest dikî, belkî ‘peyva tu bibêjî nemaye, belkî pênûsa te westiya be, yan êdî tu hatiyî deraxê xwe dubare kirinê, yan jî kiryarên gotina te nemabin an gotineke tu ji civata haziran pê serxweş û mest bikî tunebe… 
Hêngê wext e, divê rawestî, bêdeng bî, belkî jî berê xwe bidî riyeke nû, dîtir û dûrtir, da tûrikê xwe bi tercube û serboriyên nû dagirî, belkî hêngê…
Ez bêjim ji pênûsa min re vêhsîn divê hûn bejin: ‘de gotina te nema ye lo’(!)
Her ji çi be jî, li diyarê nameyê (Diyarname) me çar sal û qevdek nivîs li pey xwe hêla. Vaye dem hatiye, dema ketina rê û bi pey jiyînên dîtir, da tûrikê peyvê bi tiştên nû dîsa were tijekirin. 
Ji bo wê, qey dibêjim ew dem ev dem e, em di vir de bihêlin…
Lê dîsa jî baş e ku nivîs heye, nivîsê dê her hebe… 
Û baş e ku peyv heye tê gotin, ew her ciwan e,  ew ê her bi ciwanî were gotin, vegotin…
Baş bû Diyarname hebû-heye, ku deriyek ji pênûsa min re jî vekir da ew jî bi dîsîplînekê hewl bide ya xwe vebêje…
Her wiha, ku kêm be jî, ku kêm in jî, baş e ku xwînerên zarê min ê qedîm hene. 
Ew bi vegotina vî zarî hêjayî her peyv, her vegotin û honeka ciwantir in.
Û spasiyek ji malbata Diyarname û selmiyanê wê malbatê Cemîl Oguz re û spasiyek ji milkê dil bo yên dem terxan kirine û berê xwe dane xwendinê, bera jî berê xwe danê nivîsên ji pişta pênûsa min jî di navberê re xwendin, mala wan ava…
Hûn bi xatir in… 
Bi xatirê we… 

Têbiniya Diyarnameyê: Em sipasdarê nivîskar û hevalê xwe Welat Dilken in ku gelek keda wî jî kete nava Diyarnamayê. Em dibêjin kengê bixwaze quncik ê wî ye û derî vekiriye.             

Hin Nivîsen Nivîskar

Rizgarî fantazî masturbasyon

  • 16 Tebax 2021

Li otobêsa lê sîwar bûbûm hat li kursiyê li kêleka min rûnişt. Ez diçûm bajarê antîk ê lehengê min ê ku du hezar sal beriya vê...

Sed salê carekê!

  • 28 Adar 2016

Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê...

Jibere-perestî!

  • 04 Tîrmeh 2020

‘li cem me çar tişt hene; ne deh sal ji ser re sed sal jî derbas bibe rûyê wan naguhere: ‘konsepta kovaran, çîroka nivîsandinê, nivîskarên li ser...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Saziyên ziman: Heta zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de bê qebûlkirin emê têbikoşîn

ad

Fotoyê rojê: Cizîr, tabelayên bi kurdî

ad

2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî

ad

Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê

ad

'Kurd dê dest ji daxwaza statuyê bernedin'

ad

‘Psychology Kurdî’ bû çar salî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname