Şoreş guherîneke berfireh û radîkal û bi lez û bez e. Ji ber berfirahiya qada tiştên diguherin û ji ber awayê radîdal û bi lez û bez a vê guherînê, takekes û serheviya wan, civak, nagihijin lez û beza guherîna berfireh û radîkal. Ji bo vê jî piştî şoreş pêk tê takekes û civak gelek pirsgirêkên kulturî, sincî, psîkolojîk û hwd. dijîn. Ji hêleke din ve jî ji ber ku şoreş bikaribe pêk be, şoreş li pişt xwe gelek cesedên însanan, mal û bajarên kavilkirî dihêle. Û hema bibêje hemû şoreş ji bo bikaribin hebûna xwe bi awayekî bihêz domdar bikin serî li polîtîkayên hişk û tûj ên birêvebirinê didin.
Li bakur herçiqasî hê di wateya bidestxistina desthilardariyê û xwebirêvebirinê de şoreşek pêk nehatibe jî, di hêla kavilbûna mal û gundan de, di hêla cesedên însanan de, kulturî, exlaqî, psîkolojîk û hwd. de şoreşek pêk hatiye. Ez ji vê şoreşa ku ne bi destê me pêk hatiye re şorêş dibêjim.
Heke em îstatîska vî sih salê dawî bi bîr bînin em ê qada berfireh a kavilkirî û kûrahiya wê kavilê bibînin.
Di vî sih salê dawî de: Nêzî çar hezar gund hatin kavilkirin û şewitandin; bi milyonan kurd neçar man ku ji welatê xwe koç bikin; bi sedhezaran kurd di lêpîrsîn û êşkenceyan re derbas bûn; bi mîlyonan kurdên xweyî li nasnameya xwe derketin hatin qodkirin û fîşkirin; bi deh hezaran kurd hatin kuştin. Em dikarin van daneyan dirêjtir jî bikin. Lê ji bo nîşandana qad û kûrahiya vê kavilkirinê ev bes in.
Niha em werin ser mijara xwe: Edebiyat ango wêje. Ev kavilistan ji bo wêjeyê çi îfade dike? Ev êş, ev travma, ev karesata mezin, hestiyên tomerî ku li sergoyan têne dîtin, serên jêkirî, serên bê guh û poz, cesedên di bîrên asîtê de têne dîtin ji bo edebiyatê çi îfade dike?
Civakek ku bînerî û guhdariya van bûyeran kiriye; civaka ku ev bûyerên hovane jiyaye civakeke çawa ye? Ev civak ji bo wêjeyê çi îfade dike?
“Şoreş li pişt xwe kavilan dihêle, diyarkirina zevîbûna vê qadê û bikaranîna wê peywira edebiyatê ye. Şoreş hildiweşîne, wêje jî rasteqiyên ku bi hilweşînê re xuyanî dibin keşf dike.”*
Pirs: Gelo edebiyata kurd ango wêjevanê kurd diyarkirine ku ev qad; ev qada berfireh a kavilkirî zevîyek e û peywira bikaranîna vê zeviyê dane? Edebiyata kurd rastiyên ku bi vê hilweşîna mezin re xuyanî dibin keşf kirine? Çiqasî keşf kirine? Berhemên edebiyata kurd(çi helbest, çi çîrok, çi roman û pexşan) destê xwe xistine biniya wan kavilan?
“Weke çûkê zanînê bûm jî bilbilê helbestê jî piştî ku roj diçe ava dest bi xwendinê dike. Bi roj dema tevgerê ye, lê dema ku bû şev tarî dikumişe, aqil û hest dest bi hewldana derxistina bîlançoya strukturê dike.”**
Pirs: Gelo qey hê roj li me neçûye ava? Heke roj li me çûbe ava (û em bîlançoyê bikin em ê bibînin ku çûye ava!) aqil û hesta me bîlanço derxistiye û “bilbilê helbestê” dest bi xwendinê kiriye?
Çiqasî xweş dixwîne? Çiqasî rast dixwÎne?
Heke edebiyata kurd peywira xwe pêk neyîne ev hiş,giyan, hest û ramana hilweşiyayî wê çawa baş bibe? Wê çi bi vê civakê were?
*Helmût Kuhn, Edebiyat ve Devrîm,Weşanê Babîl
**LEON Troçkî, Edebiyat ve Devrîm, Kabalci


