Wisa xuya dike ku tirk hê jî xwe wekî ezbeniyên kurdan dibînin û kurdan jî ji xwe re wekî benî dibînin. Ku nêzîkatiya tirkan a li kurdan ne di vê çarçoweyê de bûya, ma wê tirkan bi kîjan bîr û bawerî û hişmendiyê ji zimanê ku pêncî mîlyon kurd pê didin û distînin re ‘’zimanê nayên zanîn’’ bigotana û dîse bi çi hişmendiyê wê mafê kurdan ê herî xwezayî; bi zimanê kurdî xweparastin, wê wekî tawanekê bidîta û destûra xweparastina bi zimanê kurdî nedana?
Pêşî dive were gotin, bi ti hêncet û mahneyan, ti hêz û mekanîzma nikarin zimanekî ‘’wekî zimanê naye nasîn’’ bi nav bikin û ligel mafê perwerdehiya bi wî zimanî, nikarin xweparastina bi wî zimanî qedexe bikin, welew ku ew ziman zimanekî ji çend zimanên cihê pêkhatî be; welew ku ferhenga wî zimanî nîn jî be; welew ku ew zimanê di behsê de ji çil-pêncî peyv û bêjeyî pêkhatî jî be.
Ji bo ku ez bikaribim mafê xwe yê bi zimanê xwe dan û standinê bi dest bixim, pê perwerdehiyê bibînim û di hemû saziyên fermî de bikaribim bi zimanê xwe biaxivin, bixwînim û binivîsim, hîç divêtiyeke min nîne ku ji nav toza dîrokê ez dews û şopa zimanê xwe li ser hin kevir, lat û zinaran; parşomen û çerman bibînim.
Dibe ku zimanê min ‘’bêdîrok’’ jî be. Dibe ku ev ziman di hin labaratûaran de, di demeke nêz de hataibe çêkirin jî, lê ku wiha jî be, dîse ew mafê min heye ku ez bi vî zimanê ku wekî ‘’zimanê xwe’’ bi nav dikim bidim û bistînim.
Pêdivî nîne ku ez ji hinan re hin berhemên niviskî yê bi vî zimanî peyda bikim, li ber wan raxînim û bi wan bidim çespandin ku, ‘’va ev zimanê hûn dibêjin ‘nîne’’, heye’’ û heyina xwe ya niha li ser dema bihurî, bi hinan bidim rewakirin. Loma tekana rewatiya heyina min a di dema niha de, heyina min a di dema niha de ye. Ev heyina min a di dema niha de, bo ku bikaribim heyina xwe bidomînim ji min re bes-sedem e. Loma mirov nikare ji mirovekî/e nûxwêdadayî re bibêje, ‘’tu mafê te yê jiyanê nîne loma tu doh nîn bû. Ji ber ku tu bikaribe ‘’îro’’ bijî dive tu doh jî hebe’’ û dest li ser mafê wî/ê mirovê yê heyina xwe domandinê deyne. Niha nêzîkatiya tirkan a li kurdan tam jî bi vî rengî ye.
Dive em bikaribin bibêjin, ‘’zimanê min zimanekî ji gelek zimanên cihê pêkhatî jî be, zimanekî hebana wê çil-pêncî peyvî jÎ be, zimanekî ‘’bêdîrok’’ jî be, ev ziman zimanê min e û ez ê li her qada jiyanê bi vî zimanî bidim bistînim û li hemberî ti hêzê ez ê dev ji vî mafê xwe yê herî rewa, xwezayî, mirovî bernedim.’’
Dive em bikaribim bibêjin, ‘’ji ber ku ez bikaribim heyina xwe ya takekesî û civakî tevî hemû ûnsûrên ku min pêk tînin bidomînim, pêş ve bibim, pêdiviya min nîne ku ez xebatên arkeolojîk bikim. Li şûna vê dive hûn dev ji vê hişmendiya xwe ya ‘’hûn nefikirîn nîne’’ berdin. Loma heyina heyinê ji fikirîna te serbixwe ye. Tu bifikire jî, nefikire ev milet û zimanê vî miletî heye û wê hebe.


