Di bernameyeke nîv saetî de bi ya we dikare çend şaşiyên ziman çê bibin? Lê ger em bibêjin ew qas pir in ku nayên jimartin?Ez wisa bibêjim: Di TRT 6'ê de...
Ji bo guhdarîkirinê: - Lipyan navçeyeke Kosovayê ye. Nifûsa Kosovayê mîlyonek û 998 hezar e. Farqîn navçeyeke Amedê ye. Nifûsa Amedê mîlyonek û 805 hear e. - Li Kosovayê zimanên wekî arnawidî,...
Di 'Diyarê Me' de gelek caran me danberhev çêkiribûn. Îro em danberhevek din raste rast pêşkêş dikin bê şirove, nirxandinan. De fermo em bi hev re bixwînin:Dîroka...
Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.
Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.
Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.
Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.
Pirtûkên wî
- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)
- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)
- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)
Belgefîlmên wî
- Rewşen (2011)
- Mazgal (2013)