Ji bo guhdarîkirinê:
- Lipyan navçeyeke Kosovayê ye. Nifûsa Kosovayê mîlyonek û 998 hezar e. Farqîn navçeyeke Amedê ye. Nifûsa Amedê mîlyonek û 805 hear e.
- Li Kosovayê zimanên wekî arnawidî, sirbî, romanî, boşnakî, tirkî, gorankî zimanên fermî ne. Li Amedê zimanê gelê wir kurdî ye lê ne fermî ye, zimanê ne gelê wir tirkî fermî ye.
- Dîroka Lîpyana Kosovayê diçe heta Împaratoriya Romayê. Dîroka Farqîna Amedê heta berî Mîladê diçe.
- İskender Beg li Lîpyanê wekî Lehengekî tê nasîn. Peykerê wî li Prîştîneyê çêkirine. Ew dijî Osmanî derketibû. Li Farqînê di serî de ji dema Merwanî heta niha gelek leheng hene, lê kurdan nekariye peykerê yek ji wan çêbike.
- Nifûsa Lîpyanê 57 hezar û 474 kes e. Nifûsa Farqînê 86 hezar û 672 kes e. Yanê Farqîn ji Lîpyanê mezintir e.
- Lîpyan 422 metreqorzî ye, Farqîn 1.373 metreqorzî ye, yanê sê qatê wê ye.
- Li Lîpyanê li gundê Yanova piranî tirk dijîn, li gundên din Xwedê dizane tirk tune ne. Li Farqînê li hemû gundan kurd dijîn.
- Li Lîpyanê piranî arnawûd dijîn, ligel wan sirp, hirvat û beşek tirk jî hene. Li Farqînê tenê kurd hene.
Niha hûnê bejin, "Tu çima ji bo me qala Lîpyanê û Farqînê dikî, tu her duyan didî ber hev?"
Ez bêjim:
- Roja 27.12.2024'an Şaredariya Lîpyanê* biryar girt ku tirkî jî bixin nav statuya "zimanê ku fermî tê bikaranîn". Mebûsê Partiya Demokratîk a Kosovayê ya Tirk (PDK) Enis Kervan gotiye, "Ev tiştek girîng e, li gundê Yanova ya Pîlyanê piranî tirk dijîn."
Peyva "Zimanê bi awayê fermî tê bikaranîn" li wir statuyek e. Niha li Lîpyanê tirkî jî ev statu girt.
Li aliyê din Şaredariya Farqînê roja 20.08.2024'an** navê parka li nava navçeyê guherand, navê kurdî, navê “Rindêxan” lê kir, lê qeymeqamê dewletê ev nav qebûl nekir.
Niha hinek din mesele zelal bû? Belê li navçeyek tenê gundek tirk hene, zimanê wan ê tirkî dixin asta resmiyetê, lê li aliyek temamê wê kurd in ne ku kurdî bixin fermî, nahêlin şaredarên kurd navê kurdî li parqek bikin.
Em bergê hinek din firehtir bikin:
- Li Kosovaya ku nifûsa wê nêzî 2 mîlyonî ye, li gor serjimariya îsal 19 hezar û 419 tirk lê dijîn. Lê tirkî li Kosovayê zimanê fermî ye, li hin cihên wekî Lîpyanê di statuya "Zimanê bi awayê fermî tê bikaranîn" de ye.
Li Ameda ku nêzî du mîlyonî ye de ku herhal sedî sed, hedê em bejin sedî 95 jê kurd in, lê zimanê wan ne fermî ye, ne jî statuyek wê heye.
- Li Kosovayê mebûsê tirk Enis Kervan endamê Partiya Demokratîk a Kosovayê ya Tirk e. Kervan ji bo zimanê tirkî bibe zimanê fermî hewl dide, heta cihek bi ser ketiye jî. Lê li cem me? Belkî em qal nekir baştir e.
Û di van rojên ku em derbasî saleke nû dibin, di van rojên ku siyaset, pirsgirêka kurd, mesele her tê nîqaşkirin e hê kurdî nebûye rojev.
Ma ne gere em pêşî vê bipirsin: Hûn ji bo tirkên Kosovayê çi dixwazin ji bo kurdên li bajar û metropolên Tirkiyeyê dijîn, ji bo kurdên li bajarên kurdan dijîn em heman tiştî dixwazin?
Ma ne?
*
Di vê roja dawî ya salê de mirov krîtîkên salê dikin, lê va ye min jî tiştek wisa kir. Ka em çawa bikin, rewşa me ev e. Bila sala nû tiştên xweşiktir bîne bo me.
*https://halktv.com.tr/dunya/kosovada-turkce-karari-resmi-dil-oldu-900455h
**https://www.silvan.bel.tr/rindxan-parki-ilcemize-hayirli-olsun


