Diyarname
Zemanekî, yanê dema Berî Îsa li Serhedê, li bajarê Agirî şaredariyeke bi navê Giyadînê hebû. Ew şaredarî di destê BDP'ê de bû. Şaredaran rabûbûn li ser talebayê ligel tirkî ku mecbûri ye, kurdiya wê jî nivîsî bûn. Paşê sal çûn, zeman derbas bûn, dem hat xwe li Piştî Îsa qeliband. Di van rojên Piştî Îsa de rojek dewleta heyî bi navê "kayyûmê" dest danî ser wê şaredariyê û ji dêvla şaredarê hatiye hilbijartin qeymeqam peywirdar kir. Qeymeqamî wekî gava yekemîn ew tabelaya bi kurdî daxist. Vane her du wêne. Yek jê ji dema Berî Îsa ye û li ser bi kurdî û tirkî nivîs heye, ya din jî Piştî Îsa...
Em wekî din tiştek nabêjin, van wêneyan didin ber hev û wekî wenêyê rojê pêşkêşî we dikin.
Fermo binêrin...


