logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Lehengên xeybane û bihuşta derewîn

  • Dîrok: 06/05/2015
Li cografya me hin nêziktêdayîn û  hişmendî li hemberî geşedan û demokrasiyê astengên bingehîn in; yek jê mesela “dahatuyê” ye, ya din jî arîşeya “lehengên xeybane” ye. Her du nêziktêdayîn jî nahêlin “nirx” werin afirandin ku demokrasî jî di esasê xwe de avakirina krîter û nirxan e. Heke krîter tunebin her tişt dimîne li ser feraset û kêrhatîbûna “leheng”.  Heke ‘leheng’  ne xwedî vîn be,  ji efsaneyan hez bike, piştî wextekî êdî , leheng jî bi tenê bawerî bi xwe tîne, dimîne li benda efsaneyên sêwirî… 
Paşxaneya vê heye; cografya dêwan… Cografya leheng, paşa, key, serok û serbazan…  Her kesî bi “lehengê” xwe re jiyanê texeyul kiriye, jiyanê bi mehne kirine. Heke lehengên mirov tunebin, li gorî zînet û şikilbûna heyî,  wê tu tişt bi pêş nekeve…
Ev mesela kûr û dûr yek ji astengiya herî mezin e li hemberî demokrasiyê, li hemberî takekesên azad. Di teşekirina kesayetiyan de jî ew halê “mezin” mijar e. Her wext zarok, ciwan, kes bi wan “mezinahiyan” re têne mijûl kirin. Pê re jî, pêşerojek bihuştî tê beyankirin. Wê rojek were û ew roj  bibe bihuşt! Ev hal ji ûtopyayê madetir tiştek din e. Bihuşteke derewîn tê sêwirîn û însan ji ber heman bihuştê dema tê de dijî ji bîr dikin.
Em dibînin ku Demirtaş, vê rastiyê, ne wekî propaganda, wekî hişyariyekê, bi înad bi bîr dixe. Zemînek cuda ya gengêşiyê ye ku di qonaxa hilbijartinê de xuya dike. Yanî, bi qaliba tirkî, karîzmayê dide ber xêzan, ji “lehengiyê” bêtir, rûmetê li rêgez û azadiya xwe ya takekesî digire. Bi bîra her kesî dixe ku tiştên ku serfiraziya wî derdixe pêş rêgez in. Lewre ji xwe piştrast wisa dibêje:
 “Gotina ‘Wê yek were û me rizgar bike, ew kî ye, em pê nizanin’ heye. Heyran pê ne bawer bin, bi min jî ne bawer bin. Baweriya we bila bi rêgezan hebe ji rêgezan bi bawer bin. Ku rêgez nebin esas û mayînde îhtimal e ku em jî însanan bixapînin. Mirov şîrê xav vexwariye, îhtimal e ku em jî xeletiyan bikin.” *
Bêyî berjewendiyên şexsî, hizbî, heke xema guherînê esas were girtin û rik hebe, di demeke dirêj de ê her kes demokrasiyê ji bo xwe bike xem. Ji ber vê, li dû hilbijartinê jî, her wextî me pêdivî pê heye em derbarê van arîşeyan de bigengêşin, krîter û rêgezan esas bigirin, bigengêşin. Tişta pêvajoya çareseriyê biserbixe jî, ji derî propagandayê, daxwazên demokratîk in. 
Bi gengêşiyên wisa re, mesela “qezenckirinê” jî bi awayek mehna xwe wenda dike. Bala we lê ye, ne, li vî welatî, bi salan e, her tişt li ser “qezenckirina” aliyekê, hêzekê, saziyekê, partiyekê tê sazkirin. Baş e, heke qezenckirina aliyekê, partiyekê hebe wî wextî aliyên din, partiyên din wenda dikin! Navê vê ne demokrasî ye, ew qas!

*(http://www.msn.com/tr-tr/haber/turkiye/selahattin-demirta%C5%9F-bana-da-g%C3%BCvenmeyin/ar-BBjaICj?li=AA520B&ocid=mailsignoutmd)

Hin Nivîsen Nivîskar

Di pexşanên kurdî de afirandina karakteran

  • 01 Kewçêr 2006

Berî bi çend rojan di rojnameyekê de şanogeran bang li nivîskarên kurd dikirin ku tekstên şanoyê lêbikin.Ew digazirin ku tu tekst li ber destê wan nîn e. Taybetiya...

Bîranînek û rexneyek

  • 05 Rezber 2008

 Salên hezar û nehsed û heftê bûn. Ez di dibistana seretayî, pola çarem de bûm. Mamosteyê me li ser maseyê rûniştibû, bi tiştinan re mijûl...

Di edebiyatê de nêzikahiya li nirx û sembolan

  • 13 Berfanbar 2019

Sembol û nirx, li gorî niyetan, mehne digirin têne bikaranîn. Li başûr "şerefa Kurdistanê"  ji jiyana wan, êş û azarên wan û xeyalên wan bimehne...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnamegerên kurd bang li hikumetê kir

ad

Werger

ad

Ocalan kîjan rojnameyan dixwîne?

ad

Li gor pêrar sedî 13,3 hindiktir pirtûk hatine çapkirin (Rapor)

ad

Li Silopiyê 3 ciwan hatin qetilkirin

ad

Hunermend diçin ser sînorê Rojava

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname