logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Li nav kurdan diziya 'fikir'ê

  • Dîrok: 04/07/2015
Ji qistasên gavên pêş û gavên li paş ya herî muhîm hêza fikrê ye. Ev ji bo takekes çiqas muhîm be ew qasî jî ji bo welatan muhîm e. Reng û xeta azadiyê jî dide der.
Fikir û gotin ne heman tişt in, dibe ku gotina her kesî hebe lê afirandina fikran rastiyek din e. Ji bo fikrê ne şert e tu desthilat bî, heta bêtir fikir ji dijberan xwe didin der. Ji lew welatên pêşdeçûyî dijber û fikrên dijber desteg dikin, xwedî saziyên fikrî ne.
Ferqek di navbera civakên çandiniyê û yên sinayî de heye; di civakên çandiniyê de bêtir keda dest û piyan muhîm tê dîtin. Di civakên ku modernîzasyona xwe temamkirine de çalakiyên hişî keda herî muhîm e; bêtir, ji bo qezencê, qezenca ji berên teknolojîk jî hin dewlet mirovên xwe teşwîqê fikran dikin.
Du têgeh hene ku me divê em bi bîr bînin; mohr, kumê xelkê. Em di hukmê desthilatiyan de bûn, di jiyanê de mohr di destê kê de ba, kumê kê hebûya esil ew bûn, esalet ya wan bû! Ji lew, bêyî hay, di çanda me ya nivîskî de jî bi awayek hewesa mohr û kum heye. Ger bala we lê be, ji fikir, ked, analîz û pêşniyaran bêtir mirovên me hewl didin mohra xwe li her tiştî xin!
Ew hewes dibe sebeb ku hin kes bixwîngermî, bêyî hesêb were dayîn, çi jî alî kê ve hatibin gotin jî, bêyî destnîşan bike derbibe. Behsa gotinan nakim. Behsa ‘hişê hevpar’ nakim. Behsa tespîtên ji ananlîz û kedê dikim, behsa fikran dikim. Ger fikrek we, analîzek we hebe gerek hûn karibin biparêzin, xwedî lê derên, berpirsiyariya wê hilgirin.
Ev mesele muhîm e, çi di karên zanistî de çi jî di karên rêveberî, entelektuelî de. Hûn çawa nikaribin ji xaniyê xelkê re bêjin ew yê min e gerek hûn nikaribin fikrên xelkê jî wek fikrê xwe rê bidin. 
Ji perwerdehiya bingehîn bigirin heya perwerdehiya qelema xwe, perwerdehiya ji bo dîsîplînê fikir muhîm e. Fikir di heman demê de projeyek e. Hin kes dikarin bîst û çar saetan ji bo welatê xwe, ji bo îdeolojiya xwe ji bo serxwebûnê biaxivin lê ku hûn pirsan jê bikin, gelo çi projeya te ji bo welatê te heye, çi fikrên te yên cuda hene; piranî jê bêdeng dimînin. Fikir bi pirsan re bi gewde dibin, bi çavên cuda re. Bi keda hiş re.
Ji bindestiyê, ji meselên ego û hewla heyîbûn û  hurmetê, ji adetên civaka çandiniyê û ji gelek sebebên din em nikarin bi rihetî behs bikin ku her kes bi cidiyet nêzikahî li fikran dike. Pirsek; gelo em dixwazin kurdan binasin? Heke em hewl bidin qelemên xwe binasin pê re jî wê hurmet reng bigire! Ev ji bo gelek kesan tirs e!

Navê kesên gelek navdar tê bîaranîn, di nivîsan de tê destnîşan kirin. Ji ber ku em ne hesas in, hin kesên bi tirkî derbarê edebiyata me de dinivîsînin ew jî hesas tevnagerin.
Berî çendekê ez pêrgî rastiyek wisa hatim. Kesekê, di nivîsa xwe de fikrek derbarê edebîyata kurmancî de neqil kiribû. Bi referans, ew fikir di nivîseke min a tirkî ku di Tîrojê de hatibû weşandin de hatibû bilêvkirin. Lê pêdivî pê nedîtibû referans rê bide, wisa gotibû, “söyleniyor ”(tê gotin)! Kê gotiye, ji xwe re nekiriye xem! 
Baş e, di wir de dîsa hatiye gotin, ‘tê gotin’, hin kesên me pêdivî pê nabînin vê jî bêjin! 
Ev kompleks e, nexweşiyek e! Ji adetên me ye; heke kesên wisa  li cem we bin, dibêjin, ‘ez jî wisa difikirîm’. Ku ji cem we rabin, êdî ew fikir an jî proje raste rast dibe ya wî! Carna li cem we jî vê dikin.
Ku gengêşiyên nivîskî kêm bin, hewla afirandina fikran,  projeyan kêm be gotin û vegotin piştî wextekê llihev zêde dibin, bêmehne dimînin, gemariya gotinê dibe mijar. Nabêjim ‘moda’ ji lew dawiya dawî di modayê de jî sêwirînek, fikrek, projeyek heye. Ya ku diqewime ne ev e jî, lihevçûyînûhatin e, gêjgerînekî xwe dide der. Wekî kevanekê bi bîr bixim, bala we lê be piraniya nivîskar û entelektueliya me jî her li ser fikrên siyasetê analîzên xwe dikin, xwe xwedî fikir dihesibînin. Baş e, pirsên min hene; ka saziyên sîvîl yên hemî parçeyan. Ka gengêşiyên welatek ku hişmendiya sîvîl li pêş be… 
Kek Berken behs dikir. Bi yekî re li pêşberî beşdarên panelê bûne. Digot, min dît, ciwamêr, min di nivîseke xwe ya weşandin de çi gotibû ew ji beşdaran re gotin û tespîtên min anî ziman! 
Wekî şiyariyekê dibêjim, keda hiş mafek e. Îro teknolojî nahêle tu tişt winda bibe. Di pêşerojê de wê li dibistan û zanîngehên kurdan, di gotûbêj û forûman de her rastî wê werin tespît kirin. Fikir carna di ‘facebookê’ de paragrafek e, carna di ‘twitter’ ê de hevokek, carna mishefek e, carna di malperekê de gotarek e. 
Hewesa mohrê ne karê qelemê ye. Edebiyat û karên entelektuelî kum û kumikan navê.  Ji lew, belkî ne hewce ye em bêjin, wekî min got,  ez dibêjim, me gotibû… Ev giş hukim in, beredayî ne. ‘Gotin’ ji gotegotê zêde ne dûr e! Belkî em hinekî derbarê fikir, rabêjê de, zimanê xwe de bifikirin wê ji wan gotinan xweştir be.

Hin Nivîsen Nivîskar

Gotinên li ser Memê Alan

  • 07 Avrêl 2012

Nizanim, ev derd bi tenê bi min re heye; ji bo çi Memê Alan her li koşeyek hişê min maye, her ku, bi awayek, li gorî xwe wate didimê, bi cî dikim, dengekî bi ser min dikeve, na,...

Şewitandina gotinê

  • 05 Tîrmeh 2008

 Ez bawerim sala 1991’ê bû. Ez bi mêvanî hatibûm Îzmîrê. Wext wexta fûara pirtûkan bû. Li wir, li ser maseyekê Asim Bezîrcî...

Bira bi biratî, jiyan bi dostî xweş e

  • 20 Rezber 2009

Îro cejn e. Bi hêviya ku hemî misilman tovbekar bin da ku peyva ‘xwîn’ neynin ser zimanê xwe. Bi hêviya ku însanên rojhilat êdî di dewsa peyva biratî...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kampanyaya diyarîkirina pirtûkan

ad

Kaboglu bî Serokê Baroya Stenbolî

ad

Fêdeya xwendina bideng

ad

Weşanên kurd bi pirtûkên xwe beşdarî TUYAP'ê dibin

ad

Li Ewropayê Lady Gaga 'Hunermenda Herî Serketî' hat hilbijartin

ad

Evrensel 25 salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname