logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Notên ji serdana Amedê

  • Dîrok: 26/06/2010

Li Amêdê Rewşa Kurdî Wiha Bû..

Dema ez ji bêtlaneya xwe vergeriyam Swîsreyê min dixwest ji rojnivîsên xwe yên dema betlaneyê, bi taybetî ji du rojên min ên ku li Amêdê derbaz kirin li vir biweşînim. Hemû rojnivîsên ku min li Amêdê nivîsandî nîn e, bi tenê çend paragrafan dixwazim parve bikim.
“17 gulan 2010 /
Sibê ezê herim Amêdê. Çand roj berê zavayê apê min bixwe ku dersîmî ye û li Amêdê dijî, hatibû gundê me. Qala Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê kir. Min got ez têm. Sibê ez diçim Amêdê. Bi rastî gelek bi coş im. Coşek çawa ye ez nikarim tarîf bikim. Di hundirê min de gelek hêstên tevlihev hene. Cara yekem e ku ez diçim Amêdê û bîst û pênc sal berê min xeyala çûyîna Amedê kiribû. Nesîb nebû. Nesîb îro bûye.  Wê demê min nizanibû navê vî bajarî Amed e. Min û yên mîna min ên ku ji bûyîn û hebûyîna xwe dûr hatin xistin Diyarbekir hînbûyiyê wan bû. Dema min rastiya xwe dît; jêhatina xwe anî bîra xwe, têgihîştim ku ez kî me; bi kîjan rengdêran hatime Ameda peytaxta dilê min. Dilê min welat Amed paytext bû. Niha ez diçim paytexta dilê xwe. Amed, tu zimanê min î; tu dîroka min î; tu çanda min î. Ezê te bi hemû rengên kurdî ji mirovên te bibînim û bibihîzim. Ez têm, tu min re kurdî xwe vebêjî. Ez têm ..tu vebêje.”
Ev notên min şevek berê sibêha ku ez li riya Amêdê kevim min girtibûn. Hestên min ên ku ber Amed jiyinê ne. Amed bajarek din bû ji bo min ji bajarên Kurdistanê. Ew serbajar bû  ji bajarên kurdan û Kurdistanê. Ew peytaxta dilê min bû. Ew parêzgeha ziman, dîrok û çanda min bû...
“19 gulan 2010 /
Duh zemanê min nebû ez binivîsim. Husên li gara Amedê pêşwazî min kir. Em berê çûn mal. Wî xwest ez rawestim; westîna xwe ya rê derbas bikim. Min got na, ez dixwazim Amedê bibînim û bijîm. Em ji mal derketin û  me xwe bera nav kolanên Amedê da...Heta nîvê şevê em geriyan. Min dixwest li her têkiliyê kurdî bibihîsim lê necarê doh pêva carek tanê min kurdî bihîst. Doh bi şevtariyê em ketin kolaneka Surîçiyê. Kolenek teng û tarî. Husên ji dîrokê li ser birçên Sûrê agahî dida min. Li dû me xortek pêyda bû. Bi tirkiya Amêdê ya “qirix” ji me pirsî got ma hûn tûrîst in. Min dengê xwe nekir. Min xwest rêberê min bersiv bide. Husên bi tirkî got: Na em ne turist in.
Xortî ji me bawer nekir. Wî got, Hûn turîst in.
Husên axaftina xwe wergerande kurmancî lê kurmanciya wî, “heval ne tûrîst in.”
Husên, kurmancî nezanî; wî dimilkî dizanî. Wî xortî dev bi kurmancî axaftinê kir.
Ez ketim nav peyivînê û bi rastî min kurmanciya xwe ew qas pir ji bilî herema me bikar neanî bû. Lê wî pejirand ku ez kurd im. Dema ku min jê pirsî, ma tu ji Amêdê yî? Got, Na ez ji Bîngolê me.
Wê gavê Husên bi dimilkî dest bi axaftinê kir.. Wî xortî jî dimilkî zanibû…”
“..Ji bilî vê bûyarê min li Amêdê  di van du rojan de kurdî nebihîst. Bi tenê mîna ku kurdên  yên li Ewropa “roj baş”, “şev baş”, “çawa yî?”, “baş im”, “heval..”, ez naxwazim heqê ronakbîr û rewşenbîran bixwim. Îro li fûara pirtûkan min bi têrî xwe kurdî bihîst. Hema hemû standên weşanxaneyên kurd de bi kurdî tê axaftin. Lê gêngeşiya min bi rewşenbîran re nîn e. Zimanê me ji nav gelê me rakirine. Dema ziman ji nav gel de neyê bi karanîn ew ziman ne zimanê gel e. Divê û pêwîste zimanî kurdî di nav gel de bi inyad bê bikaranîn. Qest  ku ez dibînim di nav gelê kurd de girîngiya zimanî kurdî cihê xwe winde kiriye. Gelê kurd bi bîr û baweriya siyasî ya neteweyî bûyîn geş bûye an jî hatiye geş kirin lê netewe bûn li ser kîjan hîman dibe nizanin, an jî nehatiye nîşandan...”
Ji rojnivîsên Amêdê ew qest bes e. Niha ez naxwazim li nav teoriyan kevim. Lê bi kurtî dixwazim li ser têgihîştina netewe û netewe bûyîna me kurdan şîroveyek bikim. Ji  bo min çendek têgihîn hene ku her dem ji minaqeşeyan vekiriye û divê ku bê minaqeşe û zelal kirin. Ji wan têgihan yek jî netewe ye. Her çiqas ev têgihîn piralî bin jî îro ji alî hevnijadî zêdetir ji alî hevziman, hevdîrok û hevçand ve hatiye pejirandin. Yanî dema ku komek mirov bên netewe binavkin divê vê komê hevzimanek, hevdîrokek û hevçandek habe.
Îro ji van hersê hîmên bingehîn çand û dîrok di nav tevliheviyê de ye.
Çand  têk diçê, ji bo ku dinya bi rêya teknolojiyê û listîkên emperyalîzmê çandên neteweyan ji eslê wê  dûr dixin; bi çandek çêkirî tevlihev dike, dihêrîne  û tune dike. Îro çanda kurdan a ku bi salan e li Tirkiyê çawa di nav çanda kijbij de hatiye helandin û li hemberî vê helandinê û hêrandinê em pir tiştî nikarin bikin. Çandek me nîşan dide heye, lê ne zelal e. Yanê çanda me ji bo netewebûna me ne qewîm e.
Dîroka me jî mîna çanda me tevlihev e. Kurd bi hezar salan bi desthilatdarên xwe ve û bi piranî ji bo wan jiyî ne. Di bûyarên dîrokê yên girîng de rolê mezin lîstine lê ji bo ku bixwe nenivîsandine di dîrokê de nehesibandine yan jî desthilatdaran li gorî xwe şîrove kirine. Bi vê tespîtê em dikarin bêjin îro hevdîroka me kurdan jî ne zelal e.
Niha em dikarin bibînin ku ziman ji bo kurdan ji van her sê hîmên bingêhîn ya herî zelal e. Ji bo ku zimanê me kurdî hê nehatiye tevlihev û xirab kirin; bi rêz û riçikên xwe dijî û yê me ye. Dijminên kurdan jî wî nikaribûn ji holê rakin û tune bikin. Lê di van deh salên dawî de ji aliyekî ve gelê kurd bi siyasetmedarên kurd ve dev ji kurdî axaftinê berdane li aliyê din komek rewşenbîr dest bi kurdî axaftin û nivîsandinê kirine. Ya zelal ew e ku gel dest ji kurdî berde ev ziman ne zimaneke zindî ye.  Ji bo zindîbûna kurdî bikaranîna komek rewşenbîrên kurd ne bes e. Divê gel vî zimanî bikar bînin. Ji bo ku rengên neteweyê kurd di zimanî kurdî de ye; tê de veşartiye. Çand û dîroka me kurdan jî li vî zimanî hatiye barkirin. Ger em kurd bi înyad kurdiya xwe bi karbînin.
Dawiya dawî, eger Amed ji kurdî dûr ketibe li gelek warên din ên kurdan û warên ku kurd dijîn, di warê bikaranîna kurdî de mirov dikeve nav xeman. Heta derekê mirov dikare bikaranîna tirkî fêm bike lê di nav kolanên bajarekî sedî sed kurd de dema ku mirov pîreka heftê salî bibîne ku bi nevîyê xwe re bi tirkî diaxave, mirov dikeve nav bê çareyiyê.
Divê em çi bikin?

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanî Zikmakî: Gava pêşî

  • 19 Rezber 2010

IEv ji canê min can, ji xwîna min xwîn, ji bûyîna min tiştê hêrî girîng bû. Bi wî min xwe nîşan dida; bi wî min difikirî; min pê fikir...

Li Swîsreyê biryara qedexeyê dan lê betal kirin

  • 26 Avrêl 2020

Berî vîrusa koronayê jiyan ew qas bi lez diherikî ku tu kesî hîs nedikir çi dijî çi najî.. Her kesî dida lotikan, ha mezin bibim, ha dewlemend bibim, ha...

Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye

  • 03 Sibat 2010

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- III)Wan rojên dawî bi pirsgirêka kurd ve pirsgirkêka elewîtî jî kete rojevê û tê gengeşî û...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serketiyê 'Sêşema Super' John McCain e

ad

Nirxandina li ser "HEFSAR"

ad

Ev dîmen ji Qamişloyê hatin

ad

Ji Wan û Amedê daxuyaniyên alîkariya ji bo Somayê

ad

Wêneyê rojê: Peykerê 'Qêrîna Azadiyê' hat çikandin

ad

Huda-Par piştgiriyê dide Erdogan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname