Met, xaltî, ap û xalanên min ên li Cîzîr, Nisêbîn, Farqîn, Gimgim, Dêrik û hwd. ên li wan bajaran ku nikarin li dewsa xaniyên xwe yên bi tang û topan hatî hilweşandin-rûxandin du pîrîketan deynin ser hev û di vê zivistana sar û seqem de seriyê xwe bixin bin; binêrin, hin pûştên ku xwe bi navê dewlet, desthilat, siyasetan pênase kirî xwe wekî du blokan li hev civandine, li erdnîgariya xêr li xwe nedî dane hember hev, şerê ku divê li deriyên Enqere, Parîs, Moskow, Washîngton, London û Riyadê bê kirin û pê re pê re qûşê li hev biqetînin, konê xwe rakirine anîne-tînin li deriyê ‘sê heyva bi bereket’a berneketî danîne.
Yê nedî û nizane wê bêje qey dikin di nav zeviya bavê xwe de lihev bixin, xaniyê hev rûxînin, !?.
Ji berê de wisa ye; her şer ji bo bidestxistina xenîmetekê ye. Çi dem, ku xezîneya serdarekî qul ketê vala bû, çi dem ku berjewendiya serokekî kete xeteriyê, çi dem ku desthilata siltanekî derpê bi gû hejiya te dî berê çeka xwe da mala hinên ji mêjû, sermiyan û sermayeyê neçar-feqîr û malik li wan bir devê newalan.
Ew wisa ne! herdem navek û sedemekê ji pûştiya xwe ya şerî re peyda kirine; geh ol û xweda kirine hincet, geh netewe, geh ax û welat, geh neft, geh jinek kirine hincet, geh qaşo nebûna demokrasiyê (yê nedî wê bêje welatê wî bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin) û geh jî xistina balafirekê ku bi awayekî dizî dixwazin pê deriyê şerê cîhanê yê sêyemîn ê rojhilat-rojava li rojhilata navrast vebikin.
Lê belê, dîrokê bi me daye xitimkirin; her şer, ku bi çi navî bûbe jî, her şer ji bo bidestxistina sermayeyeke nû ye û bidestxistina her sermayeya nû jî, bivê nevê bûye sedema xizaniya hinên ji ber jinbêderpiyên li ser serê wan rûniştî, berê berê xizan.
Planên wan pir in, dûr û dirêj in. Dizanin çi dikin, ji bo çi dikin, lê ‘yên dizanin dizanin jixwe yên nizanin baqê nîskên ber bayî ketine’
Planên bi dehan salan, planên sed salan çê dikin û kî bi ber ket, kî bi av bi av çû, ne xema ewên kes nizanê ji avika ewkê kê ne!
Ji ber ku wêrek in, pişta xwe didin lawên tebaya xwe ya neçar û xizan.
Qewad in, pê dizanin, çiqas feqîrên te hebin, ew qas ehmaqên di ber de te bimirin, xwe bidin kuştinê jî hene.
Lê tiştek pir kifş û diyar heye; ev şer ne şerê kurd (!) ereb, fars, tirk û tu rojhilatiyên din e, û ne jî şerê ûrisî, emrîkî, germenî, fransî û bratîniyan e. Ev ne şerê misilman û xaçperestan e, ev ne şerê şaristaniyên rojhilatî û rojavayiyan e; ev şer bes ê çîna rêveber, siyasetmedarên pûşt ku li ser navê sermayeya xwînmêj memûrtiyê, kar û zagonên bêdad, qirêj amade dikin e, ku li ser serê hemû netew, gel û cîhanê bûne bela.
Keftaran xwe daye benda cendek, da nefesa dawî bide ku biçin bi diranên xwe yên pîj cendek parçe parçe bikin, bi xwîna cendekê bêhn ketî dordevên xwe sor bikin.
Û ji me jî dixwazin em aliyê xwe diyar bikin, bibin alîgirê hêzeke rûxandinê…!
Qey me go rûxandin!?
Binêrin, ji sala 2003’yan û vir ve mûteahhîtîn tirk li başûrê Kurdistanê rê û avahiyan lêdikin lê hêj jî avakirina Başûr xelas nebûye!
Nexwe, şerê li ber deriyê Rojhilata Navîn şerê bo mûtaehhîtan e? Wê bi pereyên birçiyên Rojhilata Navîn ên li çaraliyên cîhanê bûne penaber, li ser sifreyên bûne parsekên pariyek nanî hilweşînin-rûxînin û piştre mûtaehhîtên xwe yên li ser sifreya desthilatekê mîna avisan zik li xwe nepixandî bişînin û dîsa bi pereyên birçiyên li ser sergoyan ava bikin???
Bêguman, her hêz û desthilat ji xwe re herdem hevkarên bênamûs peyda dikin.
Ji loma jî, ku bêjim di vî şerê mûtaehhîtan de kî hevkarî û alîgiriyê bike bênamûs e… gelo gotina min wê bibe tirrra li ber bayî çûyî?
Gelo piştî ezmûnên bi hezaran salan, bi sedan şeran gelên cîhanî wê di vî şerî de karibin tûfî serçavên desthilatên xwe bikin û bêjin; zarokên me ne ji bo şerê we ne, ew ne şerê me ye, hûn pir wêrek in pir ciwamêr in, hûn zarokên xwe bişînin çeperan…
Mixabin!!!


