logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Rola Helbestvên û Xetereya Helbesta Kurd

  • Dîrok: 16/11/2011

Wê rojê min rêzikeke nivîsîbû: “Ez helbesteke herî ji rêzê ya bi kurdî  nadim helbesteke herî mezin a bi zimanekî din”
Di vê hevokê de ne ku min helbesta bi kurdî hatî nivîsîn datanî ser helbesteke qenc a bi zimanekî din. Helbesteke mezin a bi zimanekî din hatiye nivîsîn ji bo miletê ku bi wî zimanî dikare bixwîne helbet mezin e. Ew helbest hetanî ku bi wî zimanî be mezinbûna xwe dîsa dikare biparêze. Lê ew helbesta mezin a ku li zimanekî din tê wergerandin êdî wekî ku qet nehatibe wergerandin em nikarin nêzî wê bibin. Loma helbest dema ku bi awayekî wergerandî hate ber dest êdî gelek tiştan ji xwe dide.
Ku em guhê xwe bidin T. S. Elîot: Helbest hemû tiştên ku tenê bi zimanekî dikarin werin gotin û bi zimanekî din îfadekirina wan dijwar e, îfade dike.
Naxwe helbesteke qenc di nav sînorên zimanê ku pê hatiye nivîsîn de dikare qenc be, lê hetanî ku di nav sînor û aqarên wî zimanî de be em dikarin vê “qencbûn”ê lê bar bikin; lê dema ku ew kete nav aqarên zimanekî din; ango dema ku ew li zimanekî din hate wergerandin êdî nirxên wê jî wekî berê namîne û ji nirxên xwe dikeve.
Loma dîsa wekî Elîot gotî: Hestên me yên ku me hay jê nîn in û em nikarin hay jê çêbibin herî baş di zimanê zikmakî de xwe didin der.
Belê. Min destûra hevoka xwe ya ku digot: “Ez helbesteke herî ji rêzê ya bi kurdî  nadim helbesteke herî mezin a bi zimanekî din,”  ji Elîot standibû. Loma helbest kêzîna hestan bû û hestên civakekê jî herî baş xwe di zimanê zikmakî didan der. Ji bo vê jî helbesteke ji rêzê ya ku bi kurdî, ya ku bi zimanê min ê zikmakî hatiye nivîsîn ji hêla hestên min, civakan min ve wê dewlementir bûya û hesta ku min ê nekariya ji helbesteke herî qenc lê ya wergerandî bigirta min ê ji helbesteke ji rêzê lê ya bi zimanê min hatî nivîsîn min ê wergirtiya.
Ma çi bû peywira helbestvên? Dîsa em guhê xwe bibin helbestvan û rexnegirê zîrek Elîot:  Peywira helbestvên a wekî helbestvanekî herî pêşî li hemberî zimên û bi awayekî ne rasterast jî ya li hemberî civaka wî ye.
Belê, em diçûn û tên li aqarên “zimên” dialiqin. Helbest û ziman; helbest û zimanê zikmakî nikarin ji hev werin qutkitin.
Ji bo vê jî navika helbestê, helbestvên û zimanê helbestvên ê zikmakî bi hev ve girêdayî ye. Hevhîkariyeke wan a organîk li ser hev heye. Em helbest, helbestvên û zimanê helbestvên nikarin ji hev qut bikin. Çawa ku çarenûsa zimanekî helbest, helbestvan diyar dike her wiha çarenûsa zimên jî helbest, helbestvan diyar dike.
Binêrin li ser têkiliya organîk a helbest, helbestvên û zimên Elîot çi gotiye: Miletek heke nikaribe nivîskarên mezin, bi taybetî jî helbestvanê mezin biafirîne ew zimanê ku milet pê diaxive jî, çand jî xira dibe û belkî jî dibe ku ew ziman di nav zimanekî din ê mezintir de bihele.
Helbest û helbestvan e ya ku hesta herî kûr a miletekî li ser piyan radigire û wê wê vediguhezê dema me û vêya jî bi rêya zimên dike. Di helbestê de bi rêya zimên em karekterên civaka xwe diparêzin û wê dijîn.
Karekter, şexsiyeta civakekê di zimanê wê civakê de xwe dide der. Li ser têkiliya şexsiyeta civakekê û avaniya zimên Elîot wiha dibêje: Avaniya zimanekî, rîtma wê, pergala wê ya deng, biwêjên wê şexsiyeta civaka ku bi wî zimanî diaxivê ye.
Vê şexsiyetê, karekterê civakê, hesta wê ya herî kûr em di helbesta wê civakê de dikarin bibînin.
Hetanî ku helbestên me yên mezin, helbestvanên me yên mezin hebin li ser çarenûsa zimanê kurdî em dikarin dilrehet bin. Belê, îro zimanê me li me hatiye qedexekirin, îro dixwazin ku em li şûna zimanê xwe zimanekî din deynin, îro ew derfetên me nîn in ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin lê dîsa jî heke helbestvanên me yên mezin hebin em dikarin bibêjin ku ev ziman wê di nav zimanekî din de nehele. Loma hetanî ku miletek bi zimanekî din nikare hest bike tu caran mirov nikare bibêje ku ew ziman ji holê hatiye rakirin. Helbestvan di helbestên xwe de, bi rêya zimanê xwe destûr nade ku ew miletê wî bi zimanekî din hest bike û ew zimên diparêze. Li vir dîsa em guh bidin Elîot:
Li gel ku raman gerdûnî ye hest xwemalî civakan e. Bi zimanekî biyanî ramîn hêsantir ku mirov bi zimanekî din hest bike. Ji bo vê jî tu huner bi qasî helbestê bi awayekî rikdar ne millî ye. Dibe ku zimanê miletekî ji dest werê standin, dibe ku axaftina bi wî zimanî were qedexekirin, dibe ku ew milet neçar were hiştin ku bi zimanekî din biaxive lê heke hûn nikaribin bi wî miletî bi zimanê nû bidin hestkirin, hûn nikaribînin bibêjin ku we ew ziman ji holê rakiriye; zimanê berê di helbestê de dibe navgîna xwe-derbirînê, loma cihê derbîrîna hestên me ew der e.
Lê mixabin ku îro em xetereyekê re rû bi rû ne. Dema ku em li hin helbestên ciwanên kurd dinêrin em dibînin ku helbesta wan di ser zimanekî din re hatiye nivîsîn. Heke rasterast pêşî bi tirkî nehatibe nivîsîn jî xuyanî dike ku helbest bi tirkî hatine hestkirin û sazkirin. Ango di wan helbestan de em bi tu awayî nikarin li hest, şexsiyeta civaka helbestvên  rast werin.
Li ser helbestê wisa şopa dest, hestên civaka tirk heye. Ji bo vê jî ne pêkan e ku civaka kurd di helbestên wisa de bi hestên xwe re rû bi rû bibe.
Ez li helbestên wisa ku di pêşbaziya helbestan de xelat wergirtine jî rast hatime. Di vir de kesên tawanbar endamên juriyê ne. Divê bi tu awayî helbestên ku şopa zimanekî din li ser wan in, ên ku bêhna wergerê ji wan difûre, ên ku di helbestên xwe de nikarin şexsiyeta civaka kurd, hesta miletê xwe vebêjin, neyên xelatkirin û teşwîqkirin.

gernus@msn.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar

‘Zimanê zikmakî’ yan ‘makeziman’

  • 30 Rezber 2010

Di nav me de, beramberiya têgîna “makeziman”ê (ana dil)  têgîna ”zimanê zikmakî” tê bikaranîn. Bi ya min ev navlêk navlêkeke...

Mîmariya Helîm Yûsiv

  • 05 Sermawez 2011

Zimanê Helîm Yûsiv ê ku di çîrokên xwe de bi kar aniye qet balê nakîşîne ser xwe. Heke em wekî formalîstên rûsan bibêjin zimanê...

Kavil û edebiyat

  • 06 Avrêl 2011

Şoreş guherîneke berfireh û radîkal û bi lez û bez e. Ji ber berfirahiya qada tiştên diguherin û ji ber awayê radîdal û bi lez û bez a vê...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Hikumeta Cejnê' tê avakirin!

ad

Fîkstura Lîga Super diyar bû, hefteya pêşî BJK-TS dilîzin

ad

Guardiola dê vegere Barselonayê?

ad

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 5 pirtûkên din

ad

Sînemageran piştgirî da Kazim Oz

ad

Rusya jî tûr avêt: 2-0

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname