logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Şanoya kurd çi dike û xîtabî kê dike?

  • Dîrok: 05/08/2008

 

Di nav kurdan de şanoya kurd heye?
Helbet dê şanogerên kurd bersiva vê pirsê bidin.

Ez dixwazim li ser çend vê yekê çend xalan pêşkêş bikim.

Li Tirkiyeyê, li bajarên Bakur her sal hejmara lîstikên nû ku şanogerên kurd pêşkêş dikin hejmara tiliyan derbas nakin. Dibe ku bi qasî hejmara tiliyên destekî jî nîn bin lîstikên nû ku têne lîstin.
Derhênerên ku em ji wan re bikaribin bibêjin, 'ew dikarin derhêneriya şanoyê bikin' hejmara wan ne zêdeyî tiliyên destan e. Dibe ku kêmtir be jî.
Kesên ku metnên şanoyê dinivîsin di nav kurdên Bakur de hejmara wan bi qasî tiliyên destekî nîn e.
Wergerên ku ji bo wergêriya metnên şanoyê wergerî bikin nîn in. Yên ku heta niha hin metin wergerandine jî piraniya wan ne şanoger in, ji pîşeyên din in, metin çûne ber destê wan û ji bo şanogerên kurd wergerandine.
Kurdiya şanogerên kurd ne serketî ye.
Şanogerên kurd di navbera xwe de bi tirkî diaxivin (Bi taybetî yên li Stenbolê... Yên li bajarên din ez zêde nizanim).
Jixwe di warên din de jî şanoya kurd qels e.
Digel van tiştan jî şanogerên kurd zor didin xwe, zor didin rewşê û dikin ku şanoyeke kurd ava bikin. Herhal li Tirkiyeyê koma şanoyê ya herî temen dirêj Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê ye, lê ew bi xwe jî di nav gelek zehmetiyan de ye.

Lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan

Û bi taybetî xala ku ez dixwazim li ser bisekinim jî lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan e.
Bifikirin li dinyayê her gel ji bo zarokên xwe her tiştî dike, lîstikên şanoyê jî pêşkêş dike. Bi van lîstikan dike ku asoya mejiyê zarokên xwe fireh bike, zimanê wan xurt bike, di wê kêliya lê temaşekirinê de kêfeke xweşik bigirin, lê gelekî heye li ser rûya dinê ku ew kurd in, ew ji bo zarokên xwe tiştek nakin.
Erê me fêm kir ji bo zarokên xwe çîrokan nanivîsin, xêzefîlman saz nakin û lîstikên şanoyê jî nalîzin.
Pirs ev e: Heta niha we qet dîtiye li ciheke lîstikeke şanoyê bi kurdî ji bo zarokên kurd hatiye lîstin?
We qet bihîstiye şanogerên kurd gotine, "Emê vê serdemê ji bo zarokên kurd lîstikeke bilîzin" û di wê serdemê de lîstik pêşkêşî zarokên kurd kirine?
We qet dîtiye dayikan destê zarokên xwe girtine û çûne şanoyê, zarok ji derî şandine hundir, ew jî li derve li benda dawîlêhatina lîstikê mane?
Zarokan li hundir li lîstika zarokan temaşe kiriye, wan jî li derve ji hev re qala jîriya zarokên xwe kirine, ketina nava sohbetên cihêreng...
Min nedîtiye, nebihîstiye.
Ev deh sal in ez di nav karê rojnamegerî de me. Hê heta îro min nûçeyeke li ser lîstikên zarokan çênekiriye. Ji ber ku min nedîtiye.
Û encam: Şanogerên me jî heta niha ji bo zarokên me lîstik çênekirine, nelîstine.

Belê, zarokên me digel gelek tiştên din ji lîstikên zarokan jî bêpar in.
Êdî hûn li pêşeroja van zarokan bifikirin.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

5 helbestvanên jin ên kurd

  • 06 Sermawez 2006

Gulîzer, Jîla Huseynî, Fatma Savci, Kejal Ahmed û Axîn Welat 5 jinên kurd ên helbestvan in. Û niha di nav rêzepirtûkên ŞAHMARAN a Weşanên Avestayê de...

‘Her tişt xweş e’?

  • 02 Tîrmeh 2022

Di vê nivîsê de emê qala belgefîlmekî bikin, pêre jî dê rewşa kurdî, rewşa jiyana kurdên me yên li gundên me derkeve holê. Kerem...

Daxwazeke ji nivîskarên kurd

  • 08 Rêbendan 2007

Heta niha bes me ji weşanxaneyan re got. Gelo niha em çend gotinan ji bo nivîskarên kurd bikin dê rewş neguhere? Mesela dê pê firotina pirtûkan zêde nebe? Vê carê ez...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bayer Munih ji bo penaberan kampa perwerdehiyê çêdike

ad

'Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikirin, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî'

ad

Îngilîz hînê “3”yan bûn

ad

YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn

ad

Muslim: Ji b li Rojava şerê biratiyê rû nede pêwîste yek hêza leşkerî hebe

ad

Ez kî me!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname