logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Sê roj li Misrê

  • Dîrok: 14/03/2019
Duşemê 18.02.2019 bû, serê sibehê zû bû li balafirgeha Qahîra paytexta Misrê daketim. Xortekî misrî ku bi rê de min naskir ew rojnameger bû li hêviya mi bû- Ji hêla birêveberên "Mîhrîcana Qahîra ya Navdewletî ya wWêjeyî" hatibû şandin. Îsal cara pêncan e ku ev festîval bi piştgiriya Wezareta Çanê ya Misrê li dar dikeve. Mijara fetîvala îsal "Wêjeya Rojhilat" bû. Ji welatên cuda yên mîna Malezya, Kûrya, Malta, Yewnanistan, Hollenda, Slovakya, Swêsre nivîskar hatibûn vexwendin. Ji bo min jî şevek hatibû veqetandin. Divabû ez li ser wêjeya kurdî ya nûjen biaxivim û romana xwe ya nû "Wehşê di hundirê min de" îmze bikim. Roman ji nav Weşanên Safsafa li Qahire nû derketibû. Rojên li pêşiya min pir hindik bûn. Lê bi tevger û hevdîtinan dagirtîbûn. Otela ku ez lê dimam piraniya mêvanên festîvalê ji nivîskarên biyanî li wir bûn. Derfeta herî baş a hevnaskirinê li wir bû. Ji bo zêde nivîs dirêj nebe ezê hin çavdêriyên xwe yên her sê rojan bi kurtayî rêz bikim:
- Hebûna kurdan ya fermî li Misrê hema hema nîn e. Nûnerên hin tevgerên kurdan ku li wir hene di bin navê rojnamegeriyê an jî navendên lêkolînê tevdigerin. Wisa jî nivîskar û lêkolînerên misrî yên ku bi mijara kurdan û dîrok û doza wan re mijûl in hejmara tiliyên destekî derbas nakin. 
- Ji wan Dr. Mehmûd Zekeriya ku bi rehmetiya Duriya Ewnî û Mistefa Mihemed Ewed re pirtûkek li ser kurdên Misrê derxistine. Ev pirtûk wekî diyarî gihiîşte min. Pirtûka din jî ya ku lêkolînerê misrî yê ku bi salan li Hewlêrê jiyaye Recayî Fayid nivîsandibû. Pirtûka bîranînan e. Ez li wir bûm ev pirtûk derket û îmzekirina min û ya wî di heman rojê de bû.
- Li her deverê dibe mirov li hin misriyên ku bi eslê xwe kurd in rast bê, lê tu têkiliya wan ne bi kurdan û ne jî bi kurdî re nemaye. Hin ji wan xwe wekî kurd serbilind dibînin. Ji wan derhênerê sînemayê yê navdar Elî Bedirxan. Ez serdanake taybet çûm cem wî. Me behsa dîroka Bedirxaniyan kir, wisa jî behsa wêjeya kurdî. Elî Bedirxan bi kurdbûna xwe serbilind e. Min jêre got ku tu wekî çiyayekî me kurdan î li Misra erebî, ji ber wê ez nû hatim Qahîra çavên min li te geriyan. Bi dilgermiyeke mezin pêşwaziya min kiribû û bi kenekî sivik bersiv da û got; erê, jixwe navê keça mina biçûk Cudî ye. Min navê çiyayekî Kurdistanê li keça xwe kiriye. Elî Bedirxan gazin ji xemsariya kurdan a di warê berhevkirina belgeyên dîrokî û arşîvkirinê de dikir. 
- Tevî ku nivîskarên biyanî yên mêvanê festîvala Qahîra ya wêjeyê ya navnetewî nivîskarin bijarte bûn, lê dîsa jî ji bilî semîner û axaftinên li zanîngeha "Eyn Şemis" û bi beşdarbûna xwendekaran amadebûn û guhdarîkirin pir kêm bû. Ev yek ji xalên ku birêveberên Festîvalê digotin ewê lêbikolin û wê sedeman destnîşan bikin, da ku beşdarî di salên bê de baştir bibe.
- Yek ji axaftinên balkêş di bernama festîvalê de, şeva sê nivîskarên Maltayî bû. Mijara nivîsandina wêjeyê bi zimanê maltayî û yê îngilîzî bû. Gotûbêj li ser nasnameya wêjeyê bû û li dor pirsa gelo wêjeya bi îngilîzî ya ji hêla nivîskarên maltayî ve tê nivîsandin wêjeyeke maltayî ye yan na? Gengeşiya çêbû nêzîkî vê gengeşiya li ser kurdên ku bi zimanên din dinîvisînin bû.
- Der û dorên nivîskar û rojnamegerên misrî gelek navên nivîskar û helbestvanên kurd ên ku bi erebî dinîvisînin dizanîbûn û kêm zêde ji wan agahdar bûn. Romana min a "Wehşê di hundirê min de" her çendî bi erebî derketibû lê li ser berg "romaneke kurdî" hatibû nivîsandin. Ji ber vê li her derê ez li vê hevokê rast dihatim; ev yekem car e ku em berhemeke wêjeya kurdî dixwînin. Vê yekê hem ez kêfxweş dikirim, hem jî xemgîn dikirim.
Her sê rojên li Misrê rastiyeke ku mirov nikare jê bireve careke din anîn bîra min, ew jî ev e; rê ya li pêşiya wêjevanên kurd gelekî dirêj e, barê ji wan tê xwestin ku bê hilgirtin jî pir giran e. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye, wisa jî bi çi awayî be divê ev bar bê hilgirtin.
Sê rojên bi axaftin û danûstendinan dagirtîbûn. Di roja çaran de hin planên careke din ji bo çûna Misrê di serê min de zelaltir dibûn. Wê ew car kengî be ez nizanim, lê bê guman wê ne dûr be.
 Eleqeya ji bo îmzekirina pirtûkan baş bû.


Gelek kurdên Misrê hene ku xwe kurd nahesibînin. Lê derhêner Elî Bedirxan xwe kurd dihesibîne. Li Misrê pêşî min xwest ez wî nas bikim. Me sohbetek xweş çêkir
.
Hin Nivîsen Nivîskar

Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)

  • 08 Pûşper 2009

Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in. Dema mirov li rewşa çapemeniya...

Romana "Rojnivîska Spinoza" û binavkirin

  • 15 Berfanbar 2008

Gava min dest bi xwendina romana Şener Ozmen "Rojnivîska Spinoza" kir, yekser dema xortaniyê û salên xwendina zanîngehê hatin bîra min; ji ber ku atmosfera giştî ya...

Miço Kendeş, dengekî resen yê stranbêjiya kurdî

  • 15 Rezber 2008

 Naskirina min bi Miço kendeş û dengê wî re vedigere dawiya salên heştêyî û destpêka nodî. Ji ber tunebûna zanîngehan li herêmên kurdan...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

500 TL tê, 1000 TL li rê ye

ad

Serîlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter dest pê kirin

ad

Li Ewropayê jî siyasetmedarên kurd ketin grevê

ad

Li Katalonyayê hilbijartin çêbû, tevlihevî didome

ad

Li Kurdistanê BDP, li Tirkiyeyê HDP

ad

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname