Diyarname
Li Spanyayê li herêma xweser a Katalonyayê ji bo mebûsan hilbijartin li dar ket. Di hilbijartinê de partiyên ku alîgirên serxwebûnê bûn piraniya kursiyan bi dest xistin, lê partiya yekemîn Çepgirên ku ne alîgirên serxwebûnê ne.
Vê dawiya hefteyê ji bo 135 kursiyên li Parlemena Katalonyayê hilbijartin li dar ket. Ji ber vîrusê yekemîn car ji bilî dibistan li stadên ku Nou Campê (Stada Barselonayê) lê ye, li tesîsên sporê, pirtûkxane û li cihên servekirî deng hatin dayîn. Beşdarî jî ji ber vê gelek kêm bû: sedî 53. Li gor sala 2017'an sedî 22 neçûne deng nedane.
PSC BÛ YEKEMÎN
Partiya Sosyalîstên Katalonyayê (PSC) bi sedî 23 dengan bû yekemîn ku bi temamî 33 kursî bi dest xistin. PSC yekîtiya ligel Spanyayê dixwaze.
ERC HEMAN HEJMAR KURSÎ GIRTIN
Çepên Komarparêz ê Katalonpoyayê (ERC) bi sedî 21'ê dengan bû duyemîn. Wê kursiyek li kursiyên xwe zêde kir û 33 mebûs derxist. Her du partî xwedî heman hejmar kursiyan in.
JUNTS'Ê 32 KURSÎ GIRTIN
Ji partiyên serxwebûnê dixwazin Ji bo Katalonyayê Yekîtî (Junts) 32 kursî bi dest xistin.
Berendamên Yekîtiya Gel (CUP) jî 9 mebûs bi dest xistin.
Partiya Lîberalan (C's) di sala 2017'an de 36 mebûs derxistibû (sed3i 25,5) niha hejmara mebûsên wê daket 6'an (sedî 5,6).
Partiya Vox (partiyeke rastgira tundiraw e) bi 11 mebûsan yekemîn car dikeve MEclisa Katalonyayê.
Niha li Parlemena Katalan ji partiyên ERC-Junts (Ji derve ve bi piştgiriya CUP'ê) hikumet hebû. Ji bo hikumet çêbe pêdivî bi 68 mebûsan heye. Dîsa dê koalîsyon bi hevkariya hin partiyan saz bibe.


