Ku em li dîroka mirovahiyê binêrin emê bibînin ku komkujiyên ku di dîrokê de pêk hatin ji sê sedeman pêk hatine:
1)Dîn
2)Netew(Nîjad)
3)Zêr û pere
Dîn.
Civakên ku olên wan ji hev cuda, ji bo hev bînin ser "riya rast" hev qir kirine û hê jî qir dikin.
Ger ol heman ol, lê mezheb cuda be, dîse ji bo ku hev bînin ser "riya rast" civak hev qir kirine û qir dikin.
Çend mînak ji komkujiyên ji sedema olî pêk hatin: Komkujiya cihuyan, a suryaniyan, êzîdiyan.
Komkujiyên mezhebî: Ê di navbera şiî û suniyan de mirov dikare wekî mînak bide.
Netewe.
Di pêvajoyê de bi bê bandorbûna dîn êdî netew, nirxên netewî ketin şûna olê û netew jî bû dînê nûjen ê mirovahiyê. Ji bo wê jî bi rehetî ji bo netew û nirxên neteweyî civakan dikaribûn bi dilekî rehet hev qir bikin!
Di vê qirkirinê de jî tişta girîng ew e ku yê ku hev qir kirine û qir dikin, ji hev cuda ne. Yanî ne ji heman neteweyê ne. Ev cudahiya di navbera wan de jî ji qirkirinê re bûye çavkaniya rewabûnê!
Bi qasî ku ez dizanin ji xeynî çend mînakan, neteweyekê ji bo tu sedeman hîna xwe bi xwe qir nekiriye.
Zêr.
Yek ji sedema hevqirkirinê jî zêr e. Di vir de jî bi piranî netew ji hev û du cuda ne. Bila keşfa Amarîka bi bîra me bê. Bê çawa ji bo zêr û zîvan di hundirê neh-deh salan de nişteciyên amerîkayê hatine tunekirin.
Di vir de, yê ku ev qirkirin pêk dianîn rûpûşa dîn li zêr dikirin û bi vî awayî ev komkujiyên xwe rewa nîşan didan.
Ji bilî van her sê sedemên jor, tiştekî din a ku bikaribe ji komkijiyan re bibe sedem û komkijiyan rewa bike nîn e. Yanî nîn bû! Lê komkujiya ku li Mêrdînê, li gundê Zanqirtê pêk hatî êdî sedemek din jî li sedemên komkijiyan zêde kir.
Loma ew kesên ku li gundê Zanqirtê komkujî pêk anîn û ên ku hatin qir kirin ji heman olê û ji heman neteweyê bûn. Em dev ji heman neteweyê berdin xal û xwarzî, ap û biraziyê hev bûn. Ên ku komkujî pêk anîn û ên ku hatin qir kirin, di heman gundî, di heman kuçeyan de jiyabûn, bi hev re lîstibûn, bi hev re mezin bûbûn.
Li gel van tiştan jî, ên ku ev komkujî pêk anîbûn, wekî ku yê ku ew dikuştin qet nas nekiribin, wekî ku qet rûyê wan nedîtibin, bêyî ku bikevin diduliyekê guleyên xwe ji lûleyên xwe yên reş bera ser canên zarokan, jinan dan da ku yekî/a tenê jî sax li dû xwe nehêlin.
Me gotibû ku gundê Zanqirtê giş misilman û kurd bûn. Û em dizanin ku ew qasî zêr û pereyên mezin jî nîn bûn li ba destê ên kuştî ku ji kujeran re bibe sedema wê komkujiyê.
Naxwe sedem çi bû gelo? Sedema ji dîn, netew û zêran giranbuhatir çi bû ku ev komkujî pêk hat?
Gelo, bêyî ku haya me jê hebe, me kurdan nirxekî ji dîn, netewe û zêran gelekî mezintir dîtîye ku bi dilekî rehet me ev komkujî pêk anî ?!


