logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Semsûr, maka qonaxeke gewre

  • Dîrok: 05/07/2008

 

Her însan li ser xaka xwe û bi çand û kelepûra xwe dirûv û teşe digire. Ango her însan hinekî dişibe xaka xwe. Piştî demekê tu wî mecbûrî jiyana li ser xakeke din bikî, wate ev e ku tu dixwazî wî bikujî. Mixabin, bi hezaran kurd bi hinceta ewlehiyê ji axa xwe hatin dûrxistin, an mecbûrî koçkirina devereke din kirin. Yek ji van qurbanan jî ez bûm. Di sala 1989’an de berê min dan navçeyeke Behra Reş. Piştî çar salan min derfet dît ku vegerim ser axa xwe û ez hatim Semsûrê.
Min navê Semsûrê bihîstibû; ew bajarê qedîm û dîrokî bi mazûvanî û çanda xwe ya kurdewar ji min re hatibû gotin. Lê bi rastî min ev hêvî jê nedikir. Lewre Semsûr yek ji wan bajarê ku herî nêzî tixûbên çand û kelepûra tirkî bûn û dihate gotin ku bi zêdeyî maye di bin bandora vê çandê de. Pêlên asîmîlasyonê serdestî bajêr û çanda wê ya qedîm bû ye û reng û dirûvekî din daye vê herêmê. Hinek bi guman be jî min berê da wî bajarê ku ez dê nîvê emrê xwe li wir bibihurînim. Hê di roja ewil de vî bajarê henûn wekî dayikekê hembêza xwe ji min re vekir. Nişteciyên wê bi zimanê kurmanciya şêrîn diaxivîn û bi xwînşîrîniya xwe destên xwe raberî mirov dikirin.
Piştî xerîbî û derûniya min a bi wê hatî xerabkirin ev Kolika zarxweş ji bo min bû cihê seansên lixwemikurhatin û vejînê. Wekî lemê ku li ber tava tîrmehê bi rojan bê av mabe û paşê bi yek derbê were avdan her kêlîk ji ya din geştir û xweşiktir bûm. Wêrekiyeke ecêb xwe bera nav rehên demarên min de herikand. Spehîtî û bextewariyê deriyên xwe heta ser piştê ji min re vekirin. Ew nehwirîn, awaz û melodiya zimanê ku ruknê heyîn û hebûna min e li ber guhê min dan ber lotikan. Êdî wekî çûka bi firê bikeve rih û giyan û mêjiyê min wekî kaşifekî li kolan, kuçe, asîman, newal û çiyayên Kolikê dest bi rêwitiyeke derwêşane kir.
Berê her tiştî min dixwest ew axa ku apê Osman Sebrî rih, giyan, kesayatî, işq û takekesiya xwe jê deyn kiriye binasim û wan şifre û qodên vê xaka bi ber, ji hev veçirînim. Min ev jî ji bo xwe wekî berpirsiyariyekê didît. Lewre di nav helbestkar, wêjevan û şexsiyetên dîrokî de yê herî bandor li min kirî yek jî Apê Osman Sebrî bû. Ew Osman Sebrî yê bi tevahî emrê xwe diyarî vê xakê û rizgariya wê kirî û ji bo vê 18 caran hat zindankirin û li Grava Madagaskarê du salên xwe rizandî. Ew Osman Sebriyê danek têr deh danan zik-birçî…lê berxwedêr, dînemêr… Ew ê newêrekî û gelaciyên hevrêyên xwe ji ber tifaqê wekî nivîştekê di kevçika dilê xwe de veşartî. Ew ê wekî Prometûs her carî li ser xweliya xwe ji nû ve vejiyayî…
Çiyayê Nemrûdê; warê xwedayên dilpiyar, perestgehên olî, şaristaniya Komagenneyê, qada şerên giran… yek ji gewretir malê mirovahiyê…wekî pasvanê Mezopotamiyayê sedên salane bi heybeta xwe li ser piya ye. Paşê, Samsat (niha di bin bendavê de ye), pirîn û bi dehan qesr, qonax, keleh…
Encam; her bajar xwedî nasnameyeke taybet e û her niştecî mecbûr e bibe yek ji hêmanên wê nasnameyê.
Min jî wisa kir û hefsarê dil û giyanê xwe raberî wê kir…

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

ÊVARA LI BER PENCERÊ*

  • 02 Adar 2013

Helbestvanê frensî Paul Eluard bo şair wiha dibêje; “Şair ew kes e ku ji hestiyarbûnê bêhtir,yê xwîner hestiyar dike ye.” Ji bo pênaseya şairî heta niha...

Dîroka helbesta kurdî

  • 31 Rêbendan 2009

Mijara: 2008 û helbesta me -3-Li esmanekê bi te biriqî navdariya minGotineke MedanBê guman wekî her neteweyê em jî xwedî kelepor û mîrateyeke hêja ne. Helbest di...

Helbesta kurdî VII

  • 27 Adar 2009

Kurdistana xweş,niştîmana ciwanQiblegeha min bêgumanDildarBê guman di nûkirin û veguhestina helbesta kurdî de erk û bandora serhildan û komeleyên civakî...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Nayê di jê çîrok, yek rojan 3 pirtûk derketin

ad

Navê Yildirim Ayhan dane pirê

ad

Kadîr Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek

ad

Mirov çiqas dişibe welatê xwe!

ad

Serê pîrekan de 3 xeberê tewir tewirî

ad

Hunermend Seîd Yûsiv di salvegera wefata xwe ya 4ˊan de hate bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname