Cudahiya “Nav” û “Peyv”ê
Di vê nivîsa xwe de em ê wekî peyvekê li ser peyva “peyv”ê û dîsa wekî peyvekê li ser peyva “nav”ê rawestin û cudahiya di navbera “peyv” û “nav”ê de eşkere bikin. Û em ê nîşan bidin bê serdest cudahiya di navbera “peyv” û “nav”ê de çawa bi awayekî profesyonel dixebitînin û bi “peyv”kirina “nav”ekî, hemû temsîliyeta “nav”ê ku hatiye “peyvkirin” çawa ji holê radikin.
Her çiqasî wekî peyvekê peyva “peyv”ê û peyva “nav”ê peyv jî bin, wekî peyvekê peyva “peyv”ê û peyva “nav”ê ji hêla biwatebûn, bêwatebûn û diyarbûna ve ji hev cuda ne.
Berî her tiştî peyva “peyv”ê ji hêla biwatebûn û bêwatebûnê ve di nav xwe de dibin du beş. Yanî di nav peyva “peyv”ê de ligel hebûna peyvên biwate peyvên bêwate jî hene. Mînak “potdamko”, “çatjorda” her çiqasî peyv jî bin ev her du peyv peyvine bêwate ne. Ango di dinyaya hesekan de û di dinyaya îdeayan de tu beramberiya van peyvan nîn e. Ev peyv bênaverok in. Naveroka wan vala ye û di dinyaya neyî de aliqî ne.
Bi bihîstin an jî xwendina van peyvan re ne bi awayekî razber ne jî bi awayekî şênber tu tişt ji mirov ve xuya nabe, nayê têgihîştin.
Ligel peyvên bêwate peyvên biwate jî hene. Dema ku mirov peyvên biwate dibihîse an jî dixwîne beramberiya wê peyva bi wate beramberiya xwe yan di dinyaya hesekan de yan jî di dinyaya îdeayan de dibîne. Mînak, bi bihîstin an jî xwendina peyva “çiya” re bi carekê re çiyayek ji mirov ve xuyanî dibe. Bi bihistîna peyva “çiya” re, ji bo ku peyva “çiya” ne çiyayekî diyarkirî ye, ya ku li ber çavê mirov xuyanî bibe dibe ku çiyayê Cudî jî be dikare Çiyayê Gebarê an jî çiyayekî dî jî be. Lê teqez çiyayekî ku ji me ve nas, çiyayekî ku mirov dîtî an jî gelek çiyan bi bîra mirov ve tên.
Her wiha bi bihîstin an jî xwendina peyva “Azadî”yê re jî di dinyaya me ya îdeayan de tiştin ji me têne fêhmkirin, xuya ne. Lê wekî peyva “çiya” peyva “azadi”yê jî ne peyveke diyarkiriye û ji bo vê jî sînorên vê peyvê berfireh in û bi bihîstina peyva “azadi”yê em dikarin gelek tiştan, gelek cureyên azadiyê bifikirin.
Piştî van eşkerekirinên me yên li ser “peyv’ê em niha dikarin bibêjin ku bi tena serê xwe peyva “peyv”ê bi qasî destnîşankirina wateyê her wiha bêwatebûnê jî û bi awayekî ku wê were heman wateyê, bi tena serê xwe peyva “peyv”ê bi qasî destnîşankirina hebûnê destnîşankirina nebûnê ye jî.
Lê wekî peyvekê “nav” teqez xwedî wateyekê ango hebûnekê ye. Hebûna navê ku tê bihîstin an jî tê xwendin beramberiya xwe teqez an di dinyaya hesekan de an jî di dinyaya îdeayan de dibîne. Nebûna beramberiya navekî ne pêkan e. Nav şanîdêra tiştekî yan di dinyaya hesekan an jî di dinyaya îdeayan de heyî ye. Ji bo vê jî dema ku navek hate gotin hemû tiştên ku ew nav temsîl dike ji me ve tê xuyan an jî tê fêhmkirin.
Lê dema ku “nav”ek wekî peyvekê hate bi nav kirin êdî “nav”ê ku wekî “peyvek’ê hate bi nav kirin ji biwatebûnê bêhtir bêwatebûnê; ji hebûnê bêhtir nebûnê destnîşan dike. Ango dema ku “nav”ek wekî “peyv”ekê hate binavkirin êdî “nav”ê ku wekî “peyv” hatiye bi nav kirin ji bingehên wê yê hebûnî tê qutkirin û wekî peyvên bêwate yên ku me li jorê mînak dan, dibe peyveke ku tu beramberiya xwe di dinyaya hesekan û îdeayan de neyî û “nav”ê ku wekî “peyv” hatiye binavkirin dibe peyveke ku di nebûnê de eliqî.
Gelo serdest çawa bi peyvkirina navekî hemû bingehên madî yên navê peyvkirî ji holê radikin û wê tune dikin?
Em mînakekê bidin. Niha wekî peyvekê “Kurdistan” ne peyv lê navek e. Wekî navekî “Kurdistan” beramberiya xwe di dinyaya hesekan de heye. Dema ku navê “Kurdistan” tê bihîstin “Kurdistan” wekî navekî navê erdnîgariyekê ye û erdnîgariyeke diyarkirî ye. Ev beramberiya wekî navekî navê “Kurdistan”ê beramberiyeke ku di dinyaya hesekan de cihê xwe dîtî ye. Lê wekî navekî “Kurdistan” di dinyaya îdeayan de jî xweyî beramberiyekê ye. Ango wekî navekî “Kurdistan” di dinyaya me ya îdeyan de jî xweyî hebûn û wateyekê ye. Xweyî wateyek e siyasî, polîtîk, xeyalî, kulturî, dîrokî ye.
Wekî navekî “Kurdistan” têgeheke berfireh e. Di xwe de gelek tiştan dikare bi bîra mirov bîne.
Vêca, serdest bi sazkirina hevokeke bi rengê, “peyva Kurdistanê hate bilêvkirin” hemû temsîliyeta navê Kurdistanê ji holê radikin û navê Kurdistanê ji navîtiyê derdixin dikin peyv.
Serdest tu caran nabêjin, “Navê Kurdistanê hate bilevkirin” (Kürdistan ismi dile getirildi”)
Loma ew dizanin ku dema ew ji navê Kurdistanê re nav bibêjin hemû temsîliyeta navê Kurdistanê yên wekî dîrokî, erdnîgarî, polîtîk qebûl dikin. Ji bo vê jî zimanê serdestan nagere ku ji Kurdistanê re nav bibêjin lê li şûna vê ji navê Kurdistanê re peyv dibêjin. Yanî Kurdistanê ji navbûnê derdixin, wê dikin peyv. Wekî ku me li jorê jî got bi peyvkirina navekî êdî nav hemû wateyên xwe, hebûnên xwe ji dest dide. Bi peyvkirina navekî êdî temsîliyeta nêv namîne. Nav dibe peyvek, peyveke bêwate ku tu beramberiya xwe nîn e. Dibe peyveke ku di dinyayek neyî de ji xwe re dihejije. Dema hate bihîstin tenê dengek û dema hate xwendin jî tenê peyvek ji wan peyvên bêwate yê ku me li jorê mînak dabû.
Ji bo vê jî serdest şerê xwe yê bi bindestan re berî her tiştî bi awayekî herî profesyonel li ser zimên dimeşînin û berî her tiştî li ser zimên bindestan têk dibin, wan ji holê radikin.
Serdest pêşî hewl didin navan bêwate bikin. Ku bala we kişandibe serdestên me pêşî navê kurd û Kurdistanê qedexe kirin. Navên gund û çiyayan guherandin. Navên bi kurdî li me qedexekirin. Ji bo vê jî heya ku bindest nikaribin navên xwe ji serdestan bistînin, nikaribin dîsa navên xwe bikin nav, nikaribin wan ji “peyv”bûnê derxînin ne pêkan e ku bindest bikaribin xwe azad jî bikin.


