Kemal Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Rayedarên hikumeta tirk û çapemeniya tirk pêwendiyeke mezin nîşanî hatina Burkay a li Tirkiyeyê dan. Burkay jî hem berî vegerê û hem jî dema vegeriya peyamên siyasî dan raya giştî. Wiha xuyanî dike ku hikumeta tirk dixwaze Kemal Burkay wekî aktorekî siyasî yê xurt û wekî temsîlkarê kurdan raber bike.
Lê gelo çima hikumeta tirk pêdivî bi tiştekî wiha dibîne? Gelo temsîlkarên kurdan ên ku hikumeta tirk bi wan re bikeve têkiliyê û bi vê têkiliyê çareseriyekê ji “pirsgirêka kurd” re bibîne nîn in? Helbet hene.
Hê di pûşperê de hilbijartinek çêbû û kurdan bi mîlyonan rayên xwe 36 parlementer derxistin, da ku ew biçin û li TBMM’ê bibin berdevkên daxwazên wan. Naxwe heke bi rastî jî hikumet û dewleta tirk dixwaze “pirsgirêka kurd” çareser bike, hêzeke siyasî ya xurt ku dikare temsîlkariya kurdan bike heye. Lê hikumet û dewleta tirk vê hêzê û temsîlkariyê ji nedîtî ve tê û wekî ku kirîza temsîliyeta kurdan a siyasî hebe û ji bo vê jî heq ji çareserkirina “pirgirêka kurd” dernakeve tevdigere û bi vî awayî jî peyama daxwaza çareserkirina “pirgirêka kurd” dide raya navxweyî û giştî.
Kemal Burkay bixwe jî beriya vegere got ku pisîkekê wî tune ye. Yanî di nav miletê kurd de tu hêza wî ya siyasî û tu temsîlkariyeke wî ya xurt nîn e. Helbet hikumeta tirk jî baş dizane ku “pisîkeke” Kemal Burkay tune ye. Naxwe li vir hesab çi ye? Çima rayedarên hikumetê pêşwaziyeke germ li Burkay dikin, xwe nêzî wî dikin û li der û dora wî digerin lê çima vê nêzîkatiyê li 36 parlementerên kurd ên ku bi mîlyonan rayên kurdan hatine hilbijartin nakin?
Gelo ji bo ku daxwazên BDP’ê daxwazine pir radîkal in û ji bo vê xwe ji wan dûr digirin? Na. “Xweseriya Demokratîk” wekî “statû”yekê li gorî federasyonê- ku Kemal Burkay dixwaze ne tu tişt e. Hikumeta ku li ser îlankirina “Xweseriya Demokratîk’’ qiyametek rakir û gef li siyasetmedarên kurd xwar gelo bi awayekî erênî li federasyona ku Kemal Burkay dixwaze, dibe?
Siyaseteke ku li ser “yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek al”ê ava bûbe ne mimkûn e ku federasyona ku Burkay dixwaze qebûl bike. Ma haya Kemal Burkay ji van tiştan nîn e? Helbet heye.
Ku bi rastî jî hêzeke siyasî ya xurt û temsîlkariyeke xurt a Kemal Burkay hebûya û Burkay bi wê hêz û temsîlkariya xwe daxwaza federasyonê bikira gelo heman hikumet wê wekî niha bi germî ew pêşwazî bikira? Helbet na.
Ku niha Kemal Burkay piştgiriyê bide “Xweseriya Demokratîk” û bibêje, “parlementerên kurd ên ku hatine hilbijartin divê serbest bêne berdan, divê operasyonên leşkerî di zûtirîn demê de werin rawestandin, divê hikumeta tirk mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî di zûtirîn demê de qebûl bike û hwd., gelo nêzîkatiya hikumetê wê li Kemal Burkay çi be?
Em giş dizanin wê çi bibe.
Di tirkî de gotineke heye: “Gorunen koy kilavuz istemez” (“ji bo gundê xuyanî dike ne hewceyî rêber e). Vêca heke Burkay niha tiştên me li jorê gotî bibêje, bi carekê re wê nêzîkatiya hikumeta tirk biguhere û wê qiyametekê li ser serê Burkay jî bigerînin û poşman bikin ku vegeriyaye!
Lê Kemal Burkay van rastiyan ji nedîtî ve tê û dibêje ku ez hatime da piştgiriyê bidim “rêlibervekirin”ê. Kîjan “rêlibervekirin”?
“Rêlibervekirin” ji roja ku dest pê kiriye û heya niha bûye “rê-liber- hemû- rêyan- girtin”
Hikûmeta tirk bi Kemal Burkay dixwaze polîtîkayên “rêlibergirtin”ê meşrû bike û temsîlkariya siyasî ya kurdan bifetisîne. Gelo Kemal Burkay wê were lîstika hikumetê û piştgiriyê li polîtîkayên “rêlibergirtin”ê bike yan na wê neyê van lîstîkan û li şûna ku pişta xwe bi hikumeta tirk qayim bike wê pişta xwe bide miletê xwe û temsîlkarên miletê xwe û bi hev re daxwaza mafên miletê xwe bike?
Em ê di pêşerojê de bersivên van pirsin bibînin.


