logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Xewna Şêrzed Hesen

  • Dîrok: 27/01/2012

Şêrzad Hesen wê wekî nivîskarekî kurd ku qelem-şûriya xwe ji bo qetilkirina jinê hejandiye di dîroka edebiyat kurd de were bi bîr anîn û ev hişmendiya wî ya dij-jinî tim û tim were mehkûmkirin.
Tu kesek nikare li ser navê parastina  “edebiyat”ê îdeolojiya mêrane ya dij-jinî ku di “Xewna Pîrepindan” de bi awayekî pir zelal hatiye nivîsîn biparêze.
Edebiyat qet jî ne mehsûm e. Ew jî gelek caran tawanbar e û di biniya xizmeta hişmendiya serdest de ye.
“Xewna Pîrepindan” jî yek ji wan berheman e ku divê em di nav kategoriya “edebiyata tawanbar” de bi cih bikin.
Şêrzad Hesen di vê pirtûkê de têgihîştina xwe ya li hemberî jinê vereşiyaye.
Ji bo ku bikaribe vê “vereşîn”a xwe bide rewakirin wî hemû hişmendiya xwe ya li hemberî jinê bi “xewn”ê rûpoş kiriye.
Ango  li şûna ku têgihiştina xwe ya rastî- ku jinê dişibîne pîrepindên ku mêrên xwe dixwin, wî fenbaziyek kiriye û bi rêya xewnê ev têgihîştina xwe ya di jiyana rojana de diparêze, bi hemû şarezatiya xwe nivîsiye.
Belê, her berhemeke edebî xwedî îdeolojiyekê ye û di vê pirtûkê de îdeolojiya beloq, îdeolojiya mêrane ya dij-jinî ye ku armanca wê ya sereke ew e ku dilê mirov ji jinê bixele.
Rast e ku bi xwendina vê pirtûkê re dilê min xeliya lê ne ji jinê; lê ji wê feresata ku jinê wekî kirdeyeke dilxelîner nîşan daye.
Jina ku di jiyana rastîn de  ji hêla mêr ve jiyan li wê bûye jehr di “Xewna Pîrepindan”, ango  di “xewn” û daxwaza Şêrzad Hesen de baş hatiye manîpulekirin.
Zalim wekî mezlûm û mezlûm wekî zalim hatiye nîşandan; kujer bûye kuştî û kuştî jî bûye kujer; azad bûye girtî û girtî jî bûye azad… Berovajîkirina rastiyê encax ew qasî serkeftî dikare were kirin.
Di vê kitêbê de Şerzad Hesen zilm û zordariya bi hezar salan a bi destê zilêm li ser jinê hatiye kirin “tabula rasa” kiriye û xwestiye dîrokeke derewîn ku bi hezar sal in mêr di biniya zilm û zordariya jinê de maye binivîse.
Qiyameta ku bi destê zilêm pêk hatiye berovajî kiriye û serkeftina jinê wekî sersedem û destpêka “qiyamet”ê nîşan daye.
Mêrê ku bi li ser navê “evîn”ê jiyan li jinê kiriye kirrafî  berovajî kiriye û mêr wekî ji aliyê jinê ve li ser navê “evîn”ê zindankirî nîşan daye. 
Mêrê ku xwîna  jinê her roj dimije berovajî kiriye û wiha nîşan daye ku jin xwîna zilêm dimije.
Lê tevî ku nivîskar hemû şehraziya xwe ji bo reşkirina jinê xebitandiye jî û di vê armanca xwe de bi ser ketiye jî, ew di armanca xwe ya herî sereke de bi ser neketiye û têk çûye: ango zora jinê nebiriye û ew di kaosa têkçûnê de maye.
Her çiqasî jin wekî figurekî kirêt nîşan dabe jî, ew li hemberî jinê têk çûye û jin bi ser ketiye.
Nivîskar serkeftina jinê wekî “qiyamet”ê nîşan daye.
Belê, îdeolojiya dij-jinî helbet wê serkeftina jinê wê wekî “qiyamet”ê binirxîne.
Ev kitêb yek ji berhema tirsa zilamê kurd a li hemberî hişmendiya azadbûna jina kurd e.
Îdeolojiyeke paşverû ya “muhafazekar”iyê di xwe de vedihewîne.
Di takekesiya jina bi navê Pakîz de daxwaza zilamê kurd a domdariya kolebûna jina kurd vediguhezîne.

gernus@msn.com

 

 

***

 

Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:

- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ

- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şagirta Xanî: Medya

  • 12 Rezber 2009

Wexta min bi şal û şapikê wê, di dest wê de pênûs dît û wê bi wê pênûsê tîp û bêjeyên "tawanbar" û...

Wergera helbestê

  • 01 Adar 2010

Roman yan jî çîrok bêyî ku zêde tişt ji xwe winda bike, ji zimanê resen dikare li zimanekî din were wergerandin. Loma di romanê de yan jî di çîrokê...

RASTIYA CIVAKÎ

  • 04 Kewçêr 2011

Rastî çi ye? Li ser vê pirsê felsefe ava bûye. Her serdemê, her feylezofî  hewl daye rastiyê pênase bike. Bawer im ku heya mirov li darê dinê hebin wê...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li du bajaran êrîşên buroyên Partiyên Çep a Kesk kirin

ad

Bajar bi bajar Newroz -2

ad

Weşanxaneyê Roşna ra di kitabê newey

ad

Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not

ad

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

ad

Bi kurdî Roja Evîndaran hate pîrozkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname