logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

ZENÛN

  • Dîrok: 18/04/2007

  
Her çûyînek keserên kûr û giran li dû xwe dihêle, di dilê yê mayî de. Hingaftineke erjeng e ya ku yê mayî pê re dimîne bi tena serê xwe!

Divê yê mayî deriyê ku bi ser çavê wî de hatibû girtin carek din veneke û odeya xwe ji xwe re bike goreke xweşik û tê de serî dayne. Lê ego heywaneke bi hêvî û tima ye, nizane ku tu car dawî li şikestina tenêhiştiyan nayê. Nizane, nikare bizanibe.   
 
Li meydan û sikakên bajêr, bi hişek sar û bi dilekî xeyidî digere yê mayî. Li çavên xelkên ku bêpaxav tên û diçin dinêre, dide ser şopa bêhna ya çûyî ku ji hembêza bajêr derketibû û berê xwe dabû bajarekî din. Carna dîmenek xumamî, ji ya çûyî, di camekanên li hember wî de li ber çavên wî dilîze û serê wî bi lez li pişt wî dizîvire, lê kesek wilo ku hêvî dikir li dû xwe nabîne, çavên wî vekirî xewnan dibînin, hişê wî li xap û xîpên bi kelem werdibe. Divê yek jê re bibêje tu kesek çûyî tune ye ku siya xwe hiştibe li dû xwe.
 
Ya ku diçe bajêr dihêle bi liveke kût û bawî, mêl û hêlsenga xwe wenda dike bajêr; xwar dimeşe, vajî diçe, erda wî dibe erdeke xeyalî û şimitokî. Xelkên di zikê wî de diçelqin, li bin guhê hevdû dikevin, hişk bi pêsîra hevdu digirin, di hev re derbas dibin û bi kovika dîrokê ve diçin xwarê. Bajêr dibe geliyek vêl û bêxwedî û dimîne li ber êrîşa qewmekî sedsala çûyî ku rîşa kotî ew ji diranên wî zeft kiribû û ava reş bi çavên wî de anîbû. Yê mayî-ku êdî navê wî zenûn e- di nava vê waweyl û heydedanê de hê jî di doza ya çûyî û herdu çavên wê de ye, herdu çavên ku ew her tim hazir e di rêya wan de bela û bextreşiya herî tahl bi serê xwe de bîne.
 
Cîhek heye ku rêya xeyal û rastiyê lê li hev siwar tên û tê de çerxekê sivik didin xwe û dîsa ji hevdu vediçixin. Kesên xayîsketî dema li vê çerxê diqewimin timî dipengizin ser rêya xeyalê. Zenûn kesek xeyîsketî ye û loma jî bêyî ku haya wî jê çêbibe xeyal ji xeyalê pê dixe û pê de diçe. Bi destên lerzokî qet û pariyên temenekî hizhizî dide hevdu û li belengaziya xewneroşkan diherike. Ji nişkav de qajînî ji tekerên erebeyekê diçe û li ber lingê wî disekine. Mêrik bi lez jê dadikeve û diguripe ser çavê wî:
- Ehmeq! Ji ser rêya min hilîne, tu diçî di kîjan kuçeyî de mirar dibî tu dizanî! Wah, ji me kêm bela teresên wiha ye!
 
Mêrik wî dihêle di nava çêr û xeberên gran û dûmanek ji qîrê de û dajo diçe. Pêre hişê wî ew li hebûna wî ya rastîn vedigerîne; bi vîzîna erebeyan, xirecira bajêr û ken û qebeqeba kesên li rast û çepê wî tên û diçin dihese… Di wê kêliyê de dibîne ku kefa destê xwe hişk daye ber gepa xwe ya çepê, zû lê hay dibe ku êşeke bêmefer xwe berdaye koka diranê wî de û mîna kurmikekî ji jahrê tê de dilive. Serê pêpêçiya xwe di gepa xwe de dike xwarê û diran bi alî hundir ve ditewîne, janekî kujer mîna pêleke ceryanê laşê wî tev de dide ber xwe. Ji nişkav de bi alî çepê ve dişkîne û bi pêpelûkên buroya bijîjkê diranan ve hildikişe. Bijîjkê kurmanc ê stûzirav xwarî ser masê dibe û li ser kaxizekî biçûçik bi tîpên şeqlovîskî navê derman dinivîse û dide destê wî.
- Antîbiyotîk! Civak tev de hewceyî vî dermanî ye, yan na wê kurm dilê we ji xwe re bikin hêlîn!
Zenûn dadikeve jêr û berê xwe dide cem dikana dermanfiroşiyê ya di binê avahiya li kêlekê  de. Dermanfiroşa zerîn a bejindirêj piştî ku kaxiz ji destê wî digere û saxtiya dermanê li ser dike, lêvên wê bi kenekî nêvcû ji hevdû vedibin û kaxiz lê vedigerîne.
- Çi bû?
- Ev ne navê dermanekî ye!
Bi lez kaxiz ji nava tiliyên jinikê hiltîne û nêzîkê çavên xwe dike. Bi dengê bilind zû vê hevoka li ser kaxiz nivîsandî dixwîne: “ya ku diçe tovên êşê li dû xwe direşîne”! Di wê kêliyê de yekî nas dest li sînga wî dixe û wî ji ber lehiya dîn a xeyalan hiltîne. Mêrik çavên xwe nêzîkê çavên wî dike û bi kenek ku zik lê dihejîne dike tîqetîq:
- Erê bi serê te yê zêrîn hema wisa ye. Ya ku diçe tovên êşê li dû xwe direşîne û kulîlkên reş û tarî jê şîn dibin!


Xwedê qebûl neke, a niha ew e yê ku di van qelsiyan de tê zeftkirin û xelk peyvên bi sixêf û strî bi ser wî de dibarîne! Ew e yê ku şerm û şerpezî zimanê wî ditevizîne û dihêle bê bersiv li ber ken û henekên xelkê. Ewê ku di çav xwe de ew qas mêr û şareza û pozbilind! Tişta ku her tim jê re bûbû mijara ken û kêfxweşiyan vaye bi serê wî bi xwe de jî hat. Berî wextan, çiqas kesek ku hew li valahiya pêşiya xwe dinêre û bi xwe re dipeyive bidîta, pirqînî pê diket û diniçand kêleka hevalê xwe yî çîroknûs:
- Ero tu belasebeb li deverên xam digerî ha, a li vê meydana han rûne û binivîse, her kesek vî bajarî lehengek bi şertê xwe ye ji bo çîrok û çîrvanokên te! 


Serê xwe berdide ber xwe û li wî miqamî dimeşe û aqil digihînê ku heger stûyê xwe ji vê xeleka monologî xelas neke ewê hişavêtî bibe û bikeve ser zar û zimanê hemû xas û nasên derdora xwe.


 Zenûn dimeşe, bê bihîstin, bê dîtin û bê dest lêdan dimeşe. Çendî car di heman sikakê re dibore, li her kafeyekê çendî car rûdine û zêdeyî deh caran di ber heman otêl û dikan û mixazeyên cilforoşan re derbas dibe. Serî daye oxira rêyeke bi xîp û xap û dimeşe, bêyî ku ji xwe bipirse bê ka wê dawiya vê rêyê sernişêvî kîjan zuxurê êş û azarên nenaskirî bibe. Ev çi rê ye yê ku ling danîne ser bi serhişkiyeke wiha kor lê dikudîne!  Ev çi rê ye ku xwe berdayê û nema dikare xwe lê bisekinîne. Erê. Bila tu rê bi xwe nepesine û nebêje ez heme ji bo biraştina dilê rêwiyên xwe ji bilî rêya hezkirinê! Rewşa wî çîrokek kevnare tîne bîra wî ku bi dû çûyîna keçikê de lawik gopalekî hesinî dabû destê xwe û cotek solên ji pola xistibû pê û bi dû wê ketibû. Bi rojan, bi mehan çûbû heta ku gopalê hesinî mehiyabû mabû bostekî û solên polayî binê wan qul bûbûn di wê rêwitiya dûr de. Xwe dibîne laşek di nîvî de quraftî ji vê çîrokê û parçeyê wî yî mayî bangeke sengesar bi ser wî de dişîne: “Rêya kesê mayî dirêjtir e ji ya kesa çûyî !” Ji xwe re kiriye xwî, çi bûyerên biçûk û mezin bi serê wî de tên hevalek ji wan re dibîne di nava çîrokên kevnare de. Timî di serê wî de pelên reş û sipî û yên rengîn, di heman pirtûkê de li dû hevdu diqelibin û timî wan dide rû hev bêyî ku ferqek mezin di nava wan de bibîne. Wê çaxê bîr dibe vê rastiyê ku hezarî çîrok, hezarî salan e di jiyana hezarî mirovan de dubare û sêbare dibin û tên ber bi nifşên roja îro de.  


Zenûn nema dizane çend rojên wî çêbûn bi van ger û geryanên bêserî. Cilên wî qirêj bûne, neynûkên wî dirêj bûne û porê wî bûye mîna hêlîna leglegê û jana diranê wî kezeba wî daye ber xwe û hinavê wî bi dijwarî dijene. Tê ber çavê wî ku hemû polîs û karkerên şaredariyê û yên îtfaiyê rahiştine kindirek wekî dara palmiyê stûr, seriyek bi diranê wî ve girêdane û serê din avêtine çakilê vîneceke qerase da ku wî ji vê êşa bêxwedî xelas bikin. Bi xwe û vî aqilî dikene gava ku dibîne walî jî hemû kar betal kirine û ji nêzîkayî bi vê “operasyonê” daketiye; bi telefona bêrîkî, ji buroya xwe ya taybet fermanan bi ser hemû karmendan de dişîne û ji wan dixwaze ku ew vî karî bê teşqele bigihînin encamekê! Her bijî walî, her bijî axayê herî dilovan ê vî bajarê dilçeper!
Vêga dilê wî ew ajot ber deverên ku tenêbûn lê mezintir û grantir dibe. Ber û berî rêyan dimeşe bi tena serê xwe, destên wî di berîkê de, bi rêveçûnek şikestî di ser pirê re derbas dibe û bi alî deryayê ve dişkîne. Li ser ava ku vereşiya bajêr di binê pirê re derbas dike û digihîne deryayê, bebegek naylonî ku maye bi milekî, giran û bê liv pê ve diçe. Zenûn berî dide zikê deryayê û awirên dûr û dirêj dikute kûrahiyên ava şîn. Di nava pêlan de dîmenê zarokek biçûçik tê ber çavên wî ku bi rîtmeke sist noqî binê avê dibe û derdikeve rû û pê re jî destek xwe hildide; wek hemû kesên ku dema li valahiyeke kûr wer dibin û destê wan jixweber dirêjî jor dibe ji bo xwestina alîkariyê. Dîsa çavên wî pê dilîzin. Çi bike ji van çavên xwe yên ku timî wî dixafilînin û timî dibin sedem ku dilê bêguneh wilo bê daweriştin? Bila biteqin çavên wî! Bila korahî li wan keve û nema bibînin!


Demekî dirêj wilo damayî dimîne li ser qeraxê deryayê. Awirên sist û tije êş tê vedide. Xemgînî li xemgîniyan siwar tên di dilê wî de. Roj xwe ber dide ser avan; di asoya deryayê de siya wî dimîne li ser sorahiya ku rojê hiştibû li dû xwe. Niha li cihê ku ew sekinîbû, gewdeyek ji siyê destê xwe ber bi serê xwe ve giran giran bilind dike, du tiliyên xwe dike wek mûçik û dibe devê xwe, di dêv de li rakirina tiştekê hişk û bi rik dixebite. Dû re, siya dest berjêr dadikeve û tişta di nava herdu tiliyên xwe de davêje deryayê, çawa ku yek pariyek nan davêje ber devê cewrekî. Di nava pêlên sist û sermest de, diranek ku heta nîvî riziyayî û koka wî bi xwîn, dizirqitîne û dadikeve binê avê. Sî hêdî dizîvire û qesata çûyînê dike. Lê ji nişkav de, destek nedîtî radihêje firçeyê û gewdeyê jineke ji siyê li ber wî resim dike. Herdu sî li rû hev qasekê bê liv disekinin, wek siya du peykeran. Dû re, destên siya dirêj di ser porê siya kurt de berjêr dadikevin û tên li newqa wê disekinin û bi xurtî lê tên hevdu.


Lê tarî dilezîne, gav bi dû gavê re wan di nava xwe de wenda dike. Berî ku siya mezin lêvên xwe bîne ser yên siya biçûk, tarî dide ser wê xêza ziravik a di nav xwe û wan de û wan dixwe mîna ku hezarî salan li wan bi rojî be.


Li ser wê dika xeyalî ya li pêşeberî deryayê dibin şîva êvareke hesûd û xwedayî !
 
18.04. 20007 - Mêrsîn

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend gotin li ser wergerê

  • 03 Avrêl 2007

Rifat Arya“Werin, em dagerin jêr, zimanên wan tevlîhev bikin da ku ji gotinên hevdû fêm...

Naxwim, venaxwim, ranazim

  • 08 Gulan 2007

Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya...

Berf û Xwîn

  • 27 Adar 2008

 Destên wê sivik dişixulîn. Bi lez radibû û bi lez rûdinişt. Her ku di nava malê de radihişt karekî, çavên min ji şopandina wê diwestiyan. Te yê...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Madonna: Ez bi vîrus kewta la ez baş biya

ad

Li Amedê hemû maçên fûtbolê yên amator hatin betalkirin

ad

Li Swêdê rewşa vîrusa koronayê

ad

Bîranînên bêjeyeke mirî

ad

Hilbijartina Başûr: Hêzên ewlehiyê deng dan

ad

Delala ereban hate kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname