logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Berf û Xwîn

  • Dîrok: 27/03/2008

 

Destên wê sivik dişixulîn. Bi lez radibû û bi lez rûdinişt. Her ku di nava malê de radihişt karekî, çavên min ji şopandina wê diwestiyan. Te yê bigota qey kelemperek e û li ber bayê payîzê ketiye. Gava ku dimeşiya bedena wê ya dagirtî mîna hevrîşimeke xas ê tenik serdanpê ditirtilî. Xweşikbûneke bi lez û lerzokî bû ew. Lê tev vê yekê jî giran giran difikirî; wekî ku hişê wê noqî nava tariyeke tîr û qalind bibe… Çi qas ku cixare dibir nava lêvên xwe yên sor ên ji rengê xwînê, pêçiyên wê mîna şiva ku av lê biherike diricifîn. Min henek pê dikirin:
 “Tu çi qas didî min heger ez navê vê nexweşiya te bibêjim?”
Bêyî ku cixare ji nava lêvên xwe derîne bêhnek kûr lê dida, çavekî xwe digirt û bi henekek bêpaxav li min vedigerand:
 “Tu hekîm lawê hekîman nikarin nav ji nexweşiya min re bibînin. Hew ez bi vê kulê dizanim ku navê wê Cewdikê Sasûnî ye.”
Ez di pozê xwe de pê dikeniyam û bi ser de diçûm, bêyî ku wê zêde biêşînim:
“Ewlad heye ku bi qasî te ji bavê xwe aciz be gelo?”
Serê qotika cixarê di nava xwelîdankê de dipelaxt. Her du destên xwe yên gewr û lerzokî bera nava çokên xwe dida û pê re jî dûmana hilma dawîn a ku ji cixarê kişandibû nava cegera xwe pifî derve dikir û bi tahlî li min vedigerand:
 “Bav heye ku diya ewladê xwe li ber çavên wî kuştibe û jineke din anîbe şûna wê û bi ser de jî çûbe jinîtî kiribe ji dijminê ewladê xwe re?”
Dema ku peyv dadigeriya ser sîxuriya bav û apên wê, ez têdigihîştim ku divê ez bêdeng bimînim da ku bêhtir êşê li canê wê neazirînim. Ez ji kêleka wê radibûm û min dida riya derî. Berî ku destê xwe bavêjim çepilê derî lê dizîvirîm û min ji cihê mayî henekên xwe didomandin:
“Heger tu kebabekê keremî min bikî ezê behsa taybetmendiyên nexweşiya te bikim ku navê wê “parkînson e”. Her ku temen bi jor dikeve ev li temamî laş belav dibe û hemû wesleyên laş bi lerzê dixîne. Tu nema dikarî dest û piyên xwe bidî sekinandin, wekî ku tu li ber kemençê bireqisî, wilo li te diqewime.”
Dema ku didît ez mîna dînekî hişavêtî xwe direqisînim û pê re jî serê xwe li rast û çep dihejînim ewrên xemgîniyê ji ser serê wê belav dibûn, keneke şêrîn li ser lêv û dêmên wê dilîst û ji nişke ve pirqînî pê diket. Hema şimik ji lingê xwe dikişand û bi alî min de divirvirand. Min serê xwe datanî û şimik diçû li dîwarê hişk diket. Ez hey bi ser de diçûm:
 “A tu nîşanderbek ew qas xirab î! Lê hema ne sûcê te ye. Ê te felek bi te re xayîn e. Ev destên lerzokî bela serê te ne ku tu car nahêlin tu derbê bigihînî hedefê. Loma jî ez timî ji te re dibêjim dev ji vê fikra çûyîna çiyê berde. Şervanî ne karê destlerzokan e. Tu yê bi çewtî hevalên xwe bikujî.”
Dema ku min pêçiya xwe bi ser wê de dihejand û ev şîret lê dikirin, wê diranê xwe diqirijand, xwe davêt destê min û pêçiya min badida. Wisa me bi kêfxweşiya hevaltiyeke bêhempa li hev gelacî dikirin. Min ji hêlek ve dida xwe ku ez  pêçiya xwe ji nava kulma wê xelas bikim û ji hêlek din ve ez pê re dipeyivîm:
“Parkînson ew nexweşî ye ku rê li mirov dilerizîne û erd li ber mirov dike perwane. Ew qasî seyr e ku tu car rê nade ku dest û ling li gor armanca mirov tev bigerin. Bîra te nayê, Ecevît dema ku dixwest derkeve bexçeyê lingên wî ew dibirin metbexê, dema ku qesta çûyîna odeya xwe ya razanê dikir lingan berê wî didan daşirê. Dikir ku tûka xwe bavêje lawaboyê lê tûk diçû bi ser çavê jina wî ve dizeliqî. Nexweşên Parkînson tevde wisa şerpeze ne…”
Dema ku min ev peyv dikirin wê bi hêrseke şêrîn kulm davêtin sîng û newqa min. Pişt re lingê xwe li sola xwe dixist û ez bi alî derve ve dehf didam:
“Bes, bes te qeşmerî kirin. Haydê em biçin kebabekê bixwin. Erê tu bi nexweşiya min dizanî lê navê ku tu dibêjî kêm e û divê wiha be: Cewdik Sasûn Parkînson.”
Em bi devekî mişt bi ken ji avahiyek dewlemend derdiketin û me xwe ji pêpelûkan berdida xwarê. Dema ku em ber bi xwaringehê dimeşiyan wê dîsa behsa çûyîna xwe dikir û wiha digot:
 “Hew cîhek heye ji min re ku ez bikaribim deynê namûsa vê malbata şikestî lê bidim safîkirin. Çiya….”
Min ew li çiya dianî ber çavê xwe, lê min nedikarî ez bi aqil bidim qebûlkirin da ku jê re li wan deran cîhek bînim xeyalê xwe û wê wekî keçikeke “çiyayî” bifikirim. Her ku ez li vê yekê diponijîm wekî ku ez li dîmenek fotomontaj temaşe bikim wilo rewşa wê ya li serê çiyê bi min derew dihat. Min ew bi cil û bergên nûjen û dewlemend li ser palgehên qedîfe û granbuha didît li ber berqefek, li ber şikêrek bilind an jî di navbera çend deviyên çilo û givîjan de. Keçikeke ew qasî bedew, nazik û bi hebûn wê çawa rahişta tivingê û li berwarên çiyê bibeziya? Wê çawa bi zikê birçî di şikefteke tarî de raza! Çawa çêdibû ev keçika ku her wext dora birûyên xwe radike, serê her kêliyê bi tiliyên xwe yên qelemî biskên xwe dixe nava porê xwe û li bejn û timtêla xwe ew qasî miqate wê çawa bikaribûya di nava wargehên hişk, rijî û bi tirs de bijiya! Çawa çêdibû ku ew her roja xwedê porê xwe şeh neke, bi cilên rengîn û gulgulî li parq û riyên bajêr nemeşe û li kafeyan rûnene di nav koma hevalên wekî xwe xweşik û paqij de!
Lê ax, dil şûşeyek çiqasî efsûnkar e ku mirov tucar nizane bê çi raz di nêv de veşarî ne! Dil, ax ew çi romaneke nepenî ye ku mirov tu car bîr nabe bê ka wê bi çi encamên xapînok biqede!...
Her ku hevdîtina min û wê diqediya û ew ji cem min diçû, ez li xweşikbûna rûyê wê difikirîm. Piştî her çûyînekê wê li dû xwe dengê muzîkeke keserkuj a ku her tim bi wê xweşikbûnê re hevaltî dikir dihişt di guhê min de.
Xweşik bû Fêryaz a diya xwe; diya xwe ya bêmirad... Li ser lêva wê ya jorîn, li devera ku sor diqediya û gewr dest pê dikir, deqeke reş a bi qasî nîskekê di goştê wê de rûniştî bû. Soreke ji xwînê, spiyeke ji berfê û reşeke tarî ji çavê maran… Ev hersê rengên ku li ser goştê jinekê xwe didin tenişta hev du çawa her tim mêran stûxwar û qirikziwa dihêlin. Şerê rengan û mêbûneke dûr û dûrîdest…
De qey, xweşikbûn ji her kesî re nayê; hew ji Fêryaza keça Cewidkê Sasûnî û yên wekî wê re tê. De qey ez xafilî me; welatê xweşikbûnê ne hew bajarên mezin e û ne jî baxçe û sûk û kafeyên wê ye. Xweşikbûn li serê çiyayan jî digere û ji cesaretê hez dike, de qey! Dadikeve geliyên kûr û asê û li berpalên çiyayan jî dimeşe! De qey, bejna xweşikbûnê li rûbar û mesîlên çiyayên bilind mîna spîndarê li bê dikeve û bi karîxezalan re jî dibişire! De qey, Fêryaza çavbelek çiqasî qewr û spî be, çiqasî cênîkên wê û zendên wê yên qerqaşî bi mûyeke reş ê hûrik nuxamtî be û lêv û dêmên wê soreke xwedayî vedizîbin jî dibe ku di zivistaneke bêxweda de, li neqebeke teng, heye ku bi guleyek êtûnî wergere ser erdeke kefenî!… Û mimkûn e ku li ber pêşa dehlekê, an jî li hevrazekê li ser serê wê bûbe kafirstanî, xapîk û bagerê lê kiribe qiyamet û mîna fêkiyeke sor jibîrkirî mabe di binê berfê de… li hevrazeke xalî yan jî li quntara çiyayek ku wê dixwest deynê malbateke “rezîl” lê bide safîkirin…


rarya-@hotmail.com

  

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Şaneşînê

  • 14 Adar 2010

Kê disekinîne vî şêrî, kête xezalê dabe berqefekêne fihêtî ye, ne gunehkarî;ji nisîbê xwe kê dibore, kê  bedena te fêkiyek...

Dizê we ji malê ye!

  • 24 Gulan 2007

Hin nav û gotin û çîrok hene qet ji bîr nabin, hetan  ku hûn rihê şêrîn bi xwe re bigerînin ew wekî morîkên şîn di nava...

Xapînok e

  • 26 Avrêl 2007

     24. 05. 2007  Rifat Arya  Demsal havîn bû, wext ji mexreb û pê ve bû. Heger bîra te bê, stêr li esmanên çîk sayî...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şengul Ogur: Giriyê Mirinê

ad

Stenbol jî ket nav sînorê 'OHAL'ê

ad

Va ye encamnameya Konferansa Kurdî

ad

Dora Diduyan: Pişke hat kişandin

ad

Çarîk Fînalîst diyar bûn

ad

ÎHD'ê ji bo şopandina paşvevekişînê komîsyon amade kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname