logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Stenbol jî ket nav sînorê 'OHAL'ê

Hikumet û walî nahêle sendîka 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin, sendîka jî israr dikin. Û niha OHAL hat Stenbolê.

  • Dîrok: 30/04/2008
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hikumet û walî nahêle sendîka 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin, sendîka jî israr dikin. Û niha OHAL (Rewşa Awarte) hat Stenbolê.

Ev çend roj e sendîkavan dixazin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Lê hikumet, waliyê Stenbolê vê yekê naxwazin. Û ev hefteyeke hevdîtin, daxuyaniyên dijberî hev û yên li ser vê yekê her têne dayîn.
Hevdîtina dawî ya ji bo 1'ê Gulanê îro di navbera sendîka û nûnerên hikumetê de pêk hat lê dîsa jî li hevkirin pêk nehat. Li ser vê yekê rêveberiya Turk-Îşê biryar da ku li gor biryara hikumetê tevbigere. Hikumet dixwaze tenê nûnerên sendîkayê derkevin qada Taksîmê, çelengek deynin cem peykerê û derkevin, lê sendîkayan ev yek qebûl nekidir. Îro Turk-Îşê diyar kir ku dê li gor biryara hikumetê tevbigere. Lê sendîkayên din ên wekî KESK, DÎSK vê yekê qebûl nakin.

Agahiyên dawîn ên li ser 1'ê Gulanê yên li ser Taksîmê:

- Turk-Îşê li ser pîrozbahiya ku dê bikin got: "Lijneya Rêveberiya Turk-Îşê û sendîkayê pêre girêdayî dê li gor destûra walîtî dê çelengê deynin Kazanci Yokuşu û Peykera Taksîmê, rêzgirtina ji bo hurmetê pêk bîne."

- Turk-Îşê ev biryar girt lê sendîkayên wekî Hava îş, Petrol îş, TUMTÎS, Kristal Îş ku girêdayî Turk-Îşê ne diyar kirin ku dê dev ji pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Taksimê bernedin.

- Waliyê Stenbolê Muammer Guler got: Emê bi tu awayî destûrê nedin pîrozbahiyên li Taksîmê. Li hemberî çalakiyeke derqanûnî li gor zagonan emê mudexele bikin.

- Saziyên wekî Turk-Îş, DÎSK û KESK ev çend roj bûn bang li gel kiribûn ku dê bi beşdariyeke mezin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Serdozgeriya Komarê ya Beyogluyê îro eşkere kir ku li ser vê daxwazê der barê rêveberiyên van saziyan de lêpirsên daye dest pê kirin. Serdozger diyar kir ku digel ku ji aliyê rayedaran ve hatiye qedexekirin wan derveyî zagorê bang kiriye ji bo meşê.

- Komeleya Hiqûqnasên Hemdem diyar kir ku dê vê 1'ê Gulanê de çalakiyan bişopînin û helwesta waliyê Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin ku hemû rêyên ji bo Taksîmê girtine û sefer jî betal kirine wekî 'helwesteke derveyî mirovahiyê' bi nav kir.

- Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Taygun Gorgun da zanîn ku digel sendîka, partiyên siyasî, odeyên pîşeyê û saziyên sivîl ewê 500 hezar kesî li Taksîmê bicivînin, bi qurnefîlên di destê wan de derkevin Taksîmê. Gurgon wisa got: Armanca me ne ew e em xirecirê derxin, em dixwazin di nav aştî û azadiyê de 1 Gulanê pîroz bikin.


Û seferên ku hatine betalkirin û rewş sibê dê wisa be:

- Ji Uskudar û Kadikoyê seferên keştiyan ên ji bo Karakoy, Kabataş û Beşîktaşê hatin betalkirin. Sefer tenê dê ji bo Eminonu bêne kirin.

- Xetaba tramvay a navbera Kabataş û Sîrkecî hate betalkirin.

- Pergala fînuku ya Kabata-Taksîmê hate betalkirin.

- Metroya di navbera Taksîm-Mecidiyekoyê de hate betalkirin.

- Otobusên ÎETT'yê ji bilî rawestgehên navendî dê li rawestgehên din de rêwiyan peya nekin û siwar nekin.

- Li Beyogluyê 41, li Şîşlî 19 û li Kagitganeyê 6 dibistan ji bo sibê hatin betalkirin.

- Ji niha ve li dora Taksîmê bi bariyeran hate pêçan.

Her çiqas Waliyê Stenbolê bibêje "armanca me ne ew e ku em tirsê hakim bikin" jî OHAL'a ku bi salan li bajarên kurdan bû cihê tirsê, niha li qada Taksîm û derdora wê bûye cihê tirsê.

Sibê tenê dê pirên Bogazê vekirî bin.

Foto ji malpera milliyetê hat girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konsera Azadiyê li dar dikeve

ad

Onder ji bo 'Rûsipî'yan kî pêşniyar kir?

ad

Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

ad

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

ad

Cengiz Çandar îro li Erxenî bi kurdî axivî

ad

Ji Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê çi derketine? Va ne du anket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname