Diyarname
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê îro li Qamişloyê li dar ket û piştî bi dawîbûnê encamname hat eşkere kirin.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif û Serokê ENKS’ê Mihemed Îsamîl encamname xwendin.
Di encamnameyê de hate gotin ku gelê kurd ji bo mafê xwe yê neteweyî her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya nîştimanî ve girê da, ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyeyê û wiha dom kir, "Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a kurdî ku îradeyeke kolektîf û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyeyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide."
Encamname eşkere dike ku dîtina hevbeş a kurdî encamnameyê wekî belgeyeke demezrîner ku îrateya kolektî diyar dike û wisa gotiye, "Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a kurdan re, konferans daxwaza pejirandina wê wekî bingeheke ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên kurd bi xwe de, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de. Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nava xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake yan jî paşguh bike, dûrî zîhniyeta yekalî di raman û pratîkê de û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cure cudakariyê biparêze û Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê be."
Her wiha di encamnameyê de hat eşkere kirin ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a kurdî bê avakirin ku ew bi aliyên pêwendîdar re dan û standinan bike.
***
Nûçeya Eleqedar:
-Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê


