logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye

  • Dîrok: 06/04/2014
Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê dewletê bela xwe ji Agirî venekir. BDP li ser îtîrazên AKP´ê ji hejmartina dengên hilbijartina Agirî westiya. Pê re jî tirsiya ku bi fêl û fenan encam were berevajîkirin û șaredarî bi vî awayî teslîmî AKP were kirin. Ev westandin û tirs bû sedem ku BDP ber bi AKP`ê ve biçe û daxwaza dubarekirina hilbijartinan bike.
Daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Agirî hem ji hêla AKP´ê, hem ji hêla Lijneya Bilind ya Hilbijartinê û hem jî ji hêla Walîtiyê ve bi kêfxweșî hate pêșwezîkirin. Bi gotineke din; Dewlet û AKP gihan armanca xwe, kêfxweșiya xwe derbirîn. Sedemê kêfxweșiya wan ew bû ku ji ber wendakirina BDP´ê ya Agirî, rêbaza wan bi ser ketibû... 
Agirî ji bo dewletê hem cihekî girîng e û hem jî xwedî jeostratejîk e. Ne tenê dewletê, herwiha kurdan jî karîkatûra rojnameya Milliyetê ya 19´ê îlûna 1930´ê ji bîr nekirine; Piștî serhildana Agirî wê demê têk çûbû, Milliyetê ew karîkatura navdar ya bi nivîsa "Muhayyel Kurdistan burada meftundur - Kurdistana xeyalî li vira veșartiye" weșandibû. Bidestxistina partiyeke kurd ya bajarê agirî, tê wateya têkbirina wê jixwebaweriya dewletê bi xwe..
Agirî herwiha di sînorê rojhilatê Kurdistanê de ye jî. Ev taybetiya bajêr jî bêguman dibe sedem ku nexwaze birêveberî di destê kurdan de be...
 Ji hêla din ve birêvebirineke baș ya șaredariya Agirî dikare bandorê li bajar û navçeyên din yên herêma Serhedê jî bike. Dewlet jî baș dizane ku karîzma û azmûna namezetê șaredariya Agirî, Sirri Sakik ji bo vê yekê pêkan e...
Di vê hilbijartinê de BDP tenê bi 20 dengan zêdetir ji AKP´ê bi ser ketibû. Kêmbûna ferqa dengan ya navbera her du partiyan, derfeteke zêrîn ji AKP´ê re afirandibû. Ev ferqa kêm bû sedem ku di dawiya dawî de AKP bigihe armanca xwe û bi vî awayî hilbijartinên li Agirî werin dubarekirin..
Ji bo BDP di hilbijartina duyemîn ya Agirî de bi ser bikeve, xebateke cidî ya ji îro û pê de destpêbike pêwist e. Naxwe li gor encama hilbijartinên li Agirî yên vê carê qet ne pêkan e ku BDP bi ser bikeve. 
Di vê hilbijartinê de li Agirî ji partiya SP: 1.308, MHP: 827, HUDA-PAR:616 û partiyên din re jî 1200 deng derketin. Bi ihtimaleke mezin wê piraniya van dengan vê carê ji AKP´ê re biçin.
Șansê serkeftinê yê BDP´ê di çarçoveya dengên ji partiyên din re derketibûn wê di hilbijartina 1'ê hezîranê de ji ya vê cara kêmtir be. Ji ber vê çendê ji vê saetê û pê ve divê BDP li Agirî bi șev û roj xebatê bike û kesên dûrî xwe jî îqna bike. Ger BDP xebateke cidî ya îqnaker û himbêzker neke, șansê BDP´ê li gor cara yekemîn wê vê carê gelekî kêmtir be.
 
**
Nivîsa din a Zekî Ozmen ya li ser hilbiijartinê:
- BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve! 
  

Hin Nivîsen Nivîskar

Serdana îsraîl û Filistînê

  • 17 Avrêl 2017

Dîtina bi çavan a Îsraîl û Filistînê ji bihîstin a devê sêyemîn zêde guhertîtir e.Em nifşê sêyemîn û gelek ji me yên...

Talûkeya nû ya avakirina Ilisûyê

  • 08 Tîrmeh 2009

Di encama pêvajoyeke dirêj de Almanya, Avusturya û Swîsreyê soza xwe ya kredîdana ji bo Bendava Ilisûyê betal kirin. Bêguman ev betalkirina kredîdayinê nayê...

Wê çend kurd bi Şewba Berezan bê

  • 04 Tebax 2009

Bi betlaneya havînê re hejmara kesên ku şewba berazan li Almanyayê bi wan ket bû du qet û tê gotin ku dê ev hejmar heta dawiya betlaneyê çend qetên din bilindtir...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Zêdeyî 50 hezar kesî cenazeyên Dalmiş û Ozer sipartin axê

ad

8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!

ad

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

ad

Li ser Rojava û Sûriyeyê îro çi bû? Va ne agahiyên îro

ad

Li zanîngehê qonaxên wêjeya kurdî hatin nîqaşkirin

ad

Berken Bereh jî beşdarî Diyarnameyê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname