logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Jan Dost, wêje û penîr

Di lêgerîna wêjeya kurd de Jan Dost ji dêvla wêjeya kurdî penîr dît. Dost xwe dispêre pirtûkên ereban, yên kurdî nabîne

  • Dîrok: 05/01/2009
  • Beş: Serbest

Şengul Ogur

Di lêgerîna wêjeya kurd de Jan Dost ji dêvla wêjeya kurdî penîr dît; penîrên bi nav û deng ku heta bi welatên gelek dûr çû bû! (ji bo vê mizgîniya wî spas!!)

Jan dost piştî ku mêjiyê xwe bi mêjûnivîsên ereb dagirt, li gor xwe, wî jî tarîxa kurd û wêjeya kurd sîstematîze kir:

1) Di "kitêbên destpêkê/ewil/kevn" de kurd û wêjeya kurdî

2) Di "kitêbên rêza duyem" de kurd û wêjeya kurdî. Bi rastî em fêm nakin ka bê bi bêjeyên "destpêk", "ewil", "kevn" Jan Dost dixwaze çi bibêje! Ev destpêk destpêka çi ye û ji bo kê destpêk e!?

Ku ji vê "destpêkê" armanc, yekem car pirtûkên ku tê de behsa kurdan tê kirin be. Ev ne destpêk e.

Lê wisa dixuye ku Jan Dost jî nizane bê ev çi destpêk e, ji bo vê jî nasnameya vê destpêkê diyar nekiriye.

Ku em bi termînolojiya Jan Dost berdewam bikin, di van "pirûkên destpêkê" de kurd koçer in (Jan dost jî vêya qebûl dike) û ji bo vê sedemê jî tu wêjeya kurdî peyda nabe (encama ku Jan Dost bi dest xistiye). Lewma, koçer û edebiyat!?

Di "pirtukên rêza duyem" de kurd êdî hêdî hêdî ji çiyan dadikevin, dibin bajarî û bi nivîsê re têkildar dibin, kelehên wan çê dibin...

Birêz Jan Dost! Ev nabe, koçer wê demê nebûn û penîr çênedikirin. Berî niha bi çend salan jî koçer li zozanan zahf bûn û penîrê wan dîsa navdar bû!. Lê dema ku koçerên kurd li zozanan hebûn, kurdên ne koçer li deştan, li bajaran jî hebûn!

Qralê Sasaniyan Ardeşîr di konên koçerên kurd de nanxwarî ye, eynî Ardeşîrî piştî ku bûye Qralê Sasaniyan, bi "Qralên Kurd" Madîgî re şer kiriye (veguhizînêr Siraç Bilgin). Yanî miletek di heman demê de hem dikarin koçerên xwe hebin, hem jî dikarin bajarvanî bin û qralê xwe hebin!

Berî ku mêjûnûsên ereb (koçer) behsa kurdan bikin, hin kitabên din ê "destpêk"ê hene ku tê de tabîra "qralê kurd" derbas dibe (di Şahnameya Fîrdewsî, di Karnamag-i Ardaşiri Babagan, deveguhizînêr Siraç Bilgin, behsa Şerê Ardeşir û "Qralê Kurd" Madîgî). Gelo nabe ku di vê qraliyetê de çend rûpel nîvîs hatibin nivisîn?

Birêz Jan Dost! Heta berî niha bi çend salan di gelek pirtûkan de ji me re digotin, 'kart,kirt û zimanê wan ji vir tê û bi eslê xwe ew tirk in, tirkê çiyayî.' Gelo çi cudahî di navbera "pirtukên destpêkê" ên we û "pirtûkên niha" de hene? Gelo em jî "rastî"ya "tirkên çiyayî" bûnê qebûl bikin?

We hewl daye ku dîroka kurd û wêjeya wê ji pirtûkên ereban bixwînin. We ev pirtûk bi tenê ne xwendine lê  we ew tiştên tê de qebûl jî kirine. (koçerbûn, bêwejêbûn, qismekî jî ereb-bûn)

Hûn dizanin ev "destpêk"a we destpêka çi ye? Destpêka afirandina lîteratura ereban e.

Pêxemberê Îslamê Mihemed: "Ereb qewmekî cahil ê ku ne dizane bixwîne, ne dizane binivîsîne ne jî dizane hesaban bike" (Buhari, veguhizînêr Prof.Dr.Muhammet Hamidullah, Îslam Peygamberî)

"Di Erebistana berî îslamê de miheqeq e ku nivîs pir hindik dihat bikaranîn. Diroknûsên îslamê ên klasik bi israr dibêjin ku, di heyema ku îslamiyet nû derdiket de li Mekkeya ku wê demê bajarê herî pêşketî bû, kesên ku dizanibûn xwendin û nivîsandinê panzdeh bîst kes bûn" (Prof.Dr.Muhammet Hamidullah, Îslam Peygamberî). Li vir baş diyar dibe ka bê kî bi "kaxet"an ewle nabin!!!

Ereb (koçer) bi îslamiyetê dest bi nivîsê kirine. Ji bo vê jî nepêkan e ku em bikaribin dîroka kurd û wêjeya wê ya "rast" ji van pirtûkan bixwînin.

Birêz Jan Dost ji tiştê ku nedîtî bawer nake û ji tiştê ku nedîtiye re dibêje, nîn e. Belkî we ew pirtûkên bi zimanê kurdî nedîtibin, lê ev nedîtina we nayê wê wateyê ku berî îslamê bi kurdî nivîs nîn bû.

Jan Dost behsa zanistê dike. Di hişê Jan Dost de zanist bi tenê ew pirtûkên mêjûyî ên ji destê ereban derketine ne. Li gor Jan Dost, derveyî agahiyên ku ji "pirtûkên destpêkê" û "pirtûkên rêza duyem" dertên hemî agahiyên din ji "rastî"yê dûr in û xwe naspêrin "dîwarê zanistî".

gernus@msn.com

**

Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn
- Li Yewnanistanê çi diqewime -2-
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
-
Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
-
Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê

***

 

 

Nivîsên Jan Dost ku di li ser vê mijarê hatine nivîsandin:

- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî - 4

- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî -3

- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî

- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî, rawestandinek kurt û mêjûyî -2-

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cenazeyê Kaya hat definkirin

ad

'Bila bi kurdî beşdarî Eurovisionê bibin'

ad

Projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojeva di pêşangeha teknolojiyê de

ad

Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev

ad

Muslîm: Kurd dê cihê xwe di sîstema nû ya cîhanê de bigirin

ad

Di sedsala 21'ê de lêpirsîna li ser kulîlkan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname