Diyarname
Romana nivîskar Mîr Qasimlo bi navê "Giyanên Bahozî" ji Weşanên Do digihîje ber destê xwendevanan.
Nivîskarê malpera me Mîr Qasimlo piştî "Wêneyên Keserê" niha jî romana xwe ya duyem ya bi navê “Giyanên Bahozî” pêşkêş dike.
Romana Mîr Qasimlo, li ser hesretek ku dû re ev hesret veguheziye evîneke dijwar, hatiye avakirin.
Qasimlo bi zimanê xwe yê taybet dest bi romanê kiriye. Hê di hevokên serî de hûn fêm dikin ku roman li ser êş û berêşên evîn û hezkirinê hatiye avakirin.
Rojan di nav çend rojan de wê bigihîje ber destê xwendevanan.
Vaye beşek ji romanê:
“Êdî devê min bê diran in. Bi rastî jî, ez bi devê xwe yê bêdiran nikarim bi cûtin û bêhikarîkirina bêhna mirinê rabim. Bêguman e ku ev yek nîşana kutabûna heyamekê ye. Heyama cestî... Bêdengbûna cestî… Xwe gorîkirina cestî... Xatirxwestina cestî... Gelo kevokên min dê di kêliyên xatirxwestinê de, rûyê min maç nekin?
Lê ji bo ku pîrozbahiyên geşbar ên giyana min, bi çûyin û hatinên nû ve bêtir rengîn bibin,
Û ji bo ên ku bi veşartî, bi dîzî, di dilên xwe de, di ber derzûkên gotinên gîyanfilortî de ji min hez dikin, bikaribin rûpêşên ku kişandinin ser rûyê xwe daxînin û bi rastîya xwe ve derkevin pêşberî min,
Û ji bo ku dengê melayê ku rojê pênc caran kilamekê distrê nebe şirîkê awazkariya min,
Û ji bo ku doşînkarên min karibin bi hesayî, hingiv, şêrînahî, gûz, meywa, xwarin û berxwarin û berhemên ku di gorziyên giyana min de veşartîne bidoşin û bi doşînê re, lewhayên evînbar pêk bînin û wan bi dilşewatî pêskêşî gerdûna hezkaran bikin,
Û ji bo ku hesreta min her di asta xwe ya yezdanî de bimîne,
Û ji bo ajalê ku di nava min de dinive nebe pêşrevê giyana min a hezkar,
Û ji bo ku kerê min nezire û nebe sedemê aciziya hevdil û hezkirên min ên veşartî, ez ala xwestpariyê ya di warê cestî de, ji bo ruhistinê radikim.
Û ez ji dîl ketina xwe ya cestî re, nana nakim.
Û ez mirina cestî, bi kenên aîdê malbata evînê pêşwazî dikim, ey giyandarno!
Tu bi xêr hatî, ey mirina ku dê ji birînên min ên cestî re bibe derman. Lê ez bi giyana xwe li vir im, li wir im û li goristanê me. Ez li benda we me ku em li nivîngeha min a nû, bi hev re sitranên ku dê heyameke nû raber bike, bistrên. Min tika ye ku hûn li nivîngeha min a nû, şînê girê nedin, şînê negerînin. Lewra min şîna xwe kiriye. Ez bi têra xwe giriyame.” Zimanê dilê Artîn wiha got û piştî çend kêliyan,
“Ezîza min... Ezîzeyên min” Zimanê dil wiha got û gotina xwe kudand.“Min tika ji we heye ku hûn ji beşdarbûna daweta ku dê li goristanê saz bibe re, nana nekin. Ji kerema xwe re gava hûn hatin wê jî bi xwe re bînin....
Mîr Qasimlo kî ye?
Mîr Qasimlo di sala 1980'ê de, li bajarê Mûşê, li navçeya Gimgimê hatiye dinê. Piştî heyameke kurt ji ser bûyîna wî re, bi tevî malbata xwe koçî Bursayê kirine. Qasimlo, beyî ku derkeve derveyî welat, zêdeyî sê salan di kovara “Ozgur Halk”ê de xebitiye û li Stenbol, Bursa û Mersînê gerînkariya wê kovarê kiriye. Di adara 2000'î de, ji ber kurdbûna xwe neçar ma ku koçî Almanya bike. Qasimlo ji wê rojê ve li Almanyayê dijî. Piştî "Wêneyên Keserê" (Stenbol, Weşanên Perî, 2008) niha "Giyanên Bahozî" derdikeve. Qasimlo di Diyarnameyê de di quncikê bi navê "Henasa Dawî" nivîsên xwe pêşkêş dike.


