|
Bûbê Eser Seqetî di ku de ye gelo? Ez dibêjim seqetî di êqil de ye. Seqetiya fikrî ji ku tê? Ji difr û payê tê; difr û paye jî bêtehamulî û bêtehamulî jî bi carekê ve bi berjewendiya þexsî ve girêdayî ye. Li gor hin pisîkologan belkî her aqil hedayet dibû, lê narsîzma ku rastûrê ji "ez" û "ez" pêk dihat hedayet nedibî. Heger ne ji wan rewþenbîr û nivîskarên "ez" û "ez" baya, wê civaka kurdan jî îro ne di vê rewþa kambax de baye! Birêz Helîm Yusuf di gotara xwe a berî vê de kesên ku diçûn TRT6ê û bi teybetî jî nivîskarên li Swêdê tewanbar kiribûn. Heta li ser vê jî bi tenê nesekinî bû, li bakurê Kurdistanê mîna ku êdî rewþenbîr nemabin jî nivîsîbû. Di vir de mebesta wî jî tenê nivîskarên kurd yên li Swêdê bûn. Jixwe televizyona ku Helîm Yusuf tê de kar û barê xwe dikir jî hema hema hertim reng û dengê rewþenbîrî û nivîskariya kurdên li Swêdê ji xwe re kiriye problem û bi aweyekî pirniheq çûye ser wan. Televizyon di wî emelê xwe ê xerab de hinekî bi serket, îcar niha jî dixwaze bi hin karmendê xwe ên wek birêz Helîm Yusuf, vê carê jî TRT6ê bike mahne û êrîþî wan bike. Ji sala 1980 û heta niha tu nivîskar û rewþenbîran weke yên Swêd xwedî li xwe, li zimanê xwe, li hebûna xwe derneketine. Rewþenbîrên kurd yên li Swêd, bûne kilîta deriyê edebiyata kurdî; bûne ferhanga zimanê xweþ û þêrîn. Loma jî ew tim bûne kelemên ber çavên hinan. Ew jî bi rêya hinên din dixwazin gotinên nerast li ser nivîskarên kurd yên li Swêdê ferz bikin. Ya herî girîng jî ew e ku dema seqetî di berjewendiya sexsî de hebe aha ew zehmet e ku rast bibe. Loma jî hin kesên weha ji bona berjewendiya wan ji dest nere wê bê pîvan û li ser hîmên nerastiyê bikevin nava boxtanan. Niha ez naxwzim vê nivîsê dirêj bikim; ji ber ku em çiqasî bêjin jî wê brayê Helîm her ya xwe bêje û wê bixwaze wê li me ferz bike. Bi çend gotinan ez dixwazim bersîva wî bidim û vê mijarê li vir biqedînim. Programa brayê me Helîm ya tê de kar dike bi navaroka wê bêtir girêdayî edebiyatê û nivîsandinê ye: Baþ e; ma gelo Mustafa Aydogan, di vê derbarê de hindik kar kirî ye? Em li vir nikarin hemû xebatên brêz Aydogan bi nivîsekê bîne zimên. Ji wan yek karên wî wergêra pirtûka nivîskarê Nobelê ye. Wî bi zimanekî xweþ û herikbar û rehet bi werger û xebatên xwe zimanê me dewlemend kirîye. Ew bûye þexsiyeteke hêja di nava edebiyat û çanda kurdî de. Gelo çima heta niha brayê me Helîm Yusuf bangî wî nekirî ye? Birêz Laleþ Qaso bi romanên xwe yên bi nirx nebûye çavekî edebiyata kurdî gelo? Dema ku bibe behsa roman, edebiyat û zimanê kurdî, ma dibe ku mirov di ser Qaso re derbas bibe? Laleþ herçiqasî li dijî tevgera mirîd, sofi, xulam û þelafên PKKê xwedî helwestek bi prensîp be jî, divabû birayê me Helîmê edebiyathez dijayetiya Qaso ya li himberî xeraban ji xwe re nekira derd û aliyên wî yên edebî derxista pêþberî kurdan. Baþ e te çima heta niha ew gazî televizyona xwe nekiriye? Gazîkirin li aliyekî, te rojekê hema qala kitêbek wî kiriye? Serdar Rûþen, bi wergêr û nivîsên xwe, bi berhem û ramanên xwe yek ji wan kesa ye ku hemû wextê xwe daye vî karî. Ma ne hêja bû ku te gazî wî kiribaya? Min heta niha 6 berhem afirandine. Yek ji wan Gardiyan e ku li ser zîndana Diyarberkirê wek roman û bê alîye ku te bi xwe jî ew gelekî ecibandiye, ma ne dibû ku te bangî min kiribaya? Bi hemed Elî Kutê birayê Laleþ Qaso wek melayiketekî ye û di nivîsandina çîrokên kurdî de jî diranek e. Gelo te gazî wî kiriye? Arif Zêrevan û gelekên din ku xebata wan tenê ji bona edebiyata wan bûn, lê te bangî yekî ji wan nekirîye. Ez dikarin bi dehan navan bêjim lê ji bona nivîs dirêj nebe, ez ê derbas bibim. Îcar brêz Helîm bi xwe jî dizane ku ew dikare bangî kê bike û kê neke. Dibe ku di bangkirina kesande ew ne azad be jî. Ev jî tiþtekî normal e. Eger mirov bangî yên mîna Mustafa Aydogan Laleþ Qaso, Bûbê Eser, Serdar Ruþen, M.Elî Kut û gelekên weka wan ku bûne hîmekî ji edebiyata me, bûne þexsiyetên navdar di nava vî karî de, çi xêr û pêwîstiye bernameyeke weha heye ku mirov behsa wê bike? Ez niha çiqasî binivîsînim jî bê fêde ye. Ji ber ku birayê me Helîm ji bona berjewendiya xwe nikare rastiyê bibîne. Loma jî fêda wê tuneye ku zêde binivîsînim. Kesên ku te navê wan dane hemû jî alîgir an jî dilxwazin PKK ne. Dibe ku ji hin rêxistinên ku te navê wan dabin jî. Lê rastî ne ew e tu bi xwe jî vê dizanî. Gotina min ya talî ev e: Herkes bi kar û xebatên xwe dizanin. Ev kar û xebatana wê rojekê ji alîyê gelde bêne nirxandin. Ya herî baþ ew e ku nivîskar bê alîbin û weha bifikirin û binivîsînin. Lê mixabin îro ev di nava me kurdan de tuneye. Loma rexnên me jî dibe sedemên dilmayîna me ji hev. Ji ber ku em ji rexnan bêtir, boxtanan li hev dikin. Ew jî ji ber sedema mejiyê seqet pêk tê… Têbinî: Bila ev yeka baþ bê zanîn ku çûyina min ya baþûr ne ji bona peran an jî di otelê luks de mayînê de bû. Ez ji bona xizmeta gelê li gor îmkanên xwe 11 mehan li gundan û bajarokê Bilê mam û min karê xwe qeden dûre vegeriyam malê. Di encama wê xebatê de þanoya Enfalê ya bi navê DÎROKA RÛREÞ min li swêdê weþand û romana enfalê ya ku navê wê jî BARZAN DIGIRî berdewam e. 17 nîsan 2009 bubeser@hotmail.com *** Nivîsên Bûbê Eser ên din ku di Diyarnameyê de hatine weþandin: - Belê Zindana Diyarbekirê - Em çi bikin gelo?
- Bûbê Eser: Eger weþanger hemû zerar dikin çawa ew qas berheman çap dikin?
*** Nivîsên Helîm Yûsiv ku bûhe mijara vê nîqaþê: - Seqetiya danûstendinên me - TRT 6 û dengê Îsraîl *** Nivîseke din li ser nîqaþa TRT 6 û rewþenbîran:
- Tariq Hemû: Rewþenbîrên TRT 6 yên Kurdistanî! Têbiniya Diyarnameyê: Ji roja ku Diyarname dest bi weþanê kiriye, her nivîsa ku gihîþtibe ber destê me me nirxandin li ser kiriye û bersiv daye xwediyê/a wê. Me weþandibe jî, neweþandibe jî rewþ ev bûye. Em wekî malper alîgirê nîqaþê ne. Her nîqaþ (bêyî li kesan heqaret bê kirin) em girîng dibînin. Her nîqaþ bi xwe re aliyan û dijberan derdixe holê. Di rewþeke wisa de em her bi hêvî ne ku bêyî heqaretê nîqaþ bê kirin û bi vî awayî bidome. Heta îro her fikra me ev bûye. Ger heta niha kêmasiyeke me çêbûbe em xemgîn in û lêborînê dixwazin. Û her wiha ger kêsamiyeke çêbûbe yan çêbibe em dixwazin ku xwendevanên me, alîgirên me, alîgirên ziman, çapemeniya kurdî me hiþyar bikin.
Nûçeyên Serî...
|