Welat Dilken
Wêjeya ku bi çîrok û leheng, bi ziman û demê xwe gewde dike, çi roman çi çîrok çi helbest, bêyî hebûna dem, leheng, ziman û çîrokê, rijî û bê tehm e. Û yek jî parçeyên wêjeyê cî (mekan) e. Di wêjeyê de, ku helbest pirî caran bêyî hebûna mekanekî jî dikare xwe vebêje, lê roman û çîrok bêyî mekan nabin. Mekan yek jê girîngtir parçeyên wêje û vegotinê ye.
Helbest dikare bêyî mekan, bi vegotineke lîrik, bi poetikayeka aso rengîn, bi hêmayeke razber û bi çîrokeke tekakesî, ku wê her kes xwe têde bibîne were nivîsîn. Lê belê, ku mekanek jî têde hebe wê ji xweşkiya xwe xweşikayiyek din zêde bike.
Çîroka ku bi vegotineke teng, dikare çîrokeke bi hûrgulî vebêje, tevî dem, leheng, ziman û çîrokê pêdivî pê dibîne ku li ser mekanekî xwe bi cî bike.
Û roman, roman jî wekî çîrokê ku hunera vegotina dirêjkirina çîrokê ye, dikare bi dem, leheng, ziman û çîrokê were vegotin lê, bêmekaniya romanê wê dike wek mirovê ji dest û piyan kût(felc), û bê libas.
Di wêjeyê de hebûna mekanekî, bi taybetî di çîrok û romanê de bivê nevê ye. Ji ber ku mekan cî û warê jiyana çîrokê ye, ji ber ku mekan; bîr, hiş û dîroka çîroka leheng û civakê ye, xwîner bes dikare bi vegotina mekanê çîrokê, di çîrokê de tiştekî aîdî xwe bibîne yan bi vegotina mekanê çîrokê dikare war û cihekî nû nas û kifş bike. Ew yek jî, dibe sedem ku xwîner bêhtir di nav vegotina wê çîrokê de biçe û çêjekê ji xwendina wê berhemê bitahmije.
Di pêxşan û helbestê de, navê cihekî yan kesekî ji wê pêxşanê yan helbestê razekê, nepeniyekê û cizbekê zêde dike, ango hin mekan efsûniyekê didin çîrokê.
Di romanê de, di çîrokê de û di helbestê de, carinan bilêvkirina navê kolanekê, kuçeyekê, taxekê, qonaxekê, dêrekê, mizgeftekê, parkekê, baxçeyekî, avahiyeke dîrokî, ku ew avahiya dîrokî bi hebûna xwe ya kevn û kevnare di bîra civakê de xwedî raz û efsûnekê ye, ew di vegotina romanê, çîrokê û helbestê de cihekî taybet û balkêş digrin û xwîner bi lêvkirina wî navî re çîrokê zêdetir nêzî xwe dibînin.
Mekan; bîr, qada bîranînên civakê ya paşeroja dîrokî, bi vegotina wêjeyî, hêma û dîmenê warê nas û kifşkirinê, yê bo xwîner e.
Gelo cih û bajarên Kurdistanê di warê mekanan de wêjeya me xwedî dikin û dixemilînin? Di wêjeya me de, ku em çend berhem û çend mekanan bidin aliyekî, di berhemên wêjeyî yên kurdî de mekanên ku derdikevin pêş û bala xwîner dikşînin an kêm in an tune ne. Li gorî serdema îroyîn, ku bajar şaristaniyên civakan in û bîra civakan ku bêhtir di nav kevnariya bajaran de nixumandiye, bajarên kurdan di vî warî de, di warê mîmarî û dîrokî, çand û zimanî û renginî de, gelo siûdeke hêvîbexş didin wêjevanê kurd?.
Bêguman, ne ku hemû berhemên me dê li qadên wisa werin afirandin. Na, çîrok, roman û helbestên wêjeya kurdî wê mekanên cihê cihê, bajarên cihê cihê ji xwe re bikin mekan lê, ku îro em Amedê û Mêrdînê ji nav derxin çend bajarên ku wê bi mekanên xwe wêjeya me bixemlînin hene!.
Li gorî min, ku wan her du bajaran jî bi têra xwe mekan bexşandine wêjeya me û ji îro pêve, berhema ku wan her du bajaran ji xwe re wekî mekanê vegotina çîrokê hilbijêre wê bi xetereya dubarekirina mekan re rû bi rû bimîne.
Bêyî ku xwe ji hincetên siyasî bigre, bi mekanên xwe ve bajarekî ku navendî û paytextiyê ji wêjeya kurdî re bike, û ku wêjevan lê bigere û biafirîne...
Gelo, mekanekî dewlemend, berfireh, bîra dîrokê, rengînî û çandî, ku wê wêjeya me re malevaniyê bike, wê bixemlîne heye?.
Yan jî, gelo wêjeya kurdî wê karibe tevî lehengekî/ê ku cîhan wî/ê vexwîne xeyalên xwe, wê mekan-an diyarî cîhanê bike yan na?...
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Carinan helbest jî têre nake
- Efsûniya peyvê
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî