logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok

Ez hêvî dikim ku ev peyv yan jî peyva “jîrok” rûne.

  • Dîrok: 05/03/2009
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

 

 

 

 

 

Çîrok:

Şirova peyvê:

Ev peyv wek peyva “dîrokê” ji sê tejan (kîteyan) pêk tê.

Ji bo têgihîştinê:

 

 

 

Peyva dîrokê

navdêra çêkirîlêker demaborînavdêrpaşgîn
dîrokdî   (dîtin)ro  (roj)k
 

Peyva çîrokê

navdêra çêkirîPeyva pirs û nerênînavdêrpaşgîn
çîrokçi   (çî<çu)ro  (roj)k
  Dibe ku hin kes vê peyvê wiha jî verisînin “çîr” û paşgîna navdêr û rengdêr çêkirinê “ok”. Lewra “ok” jî peşgîneke navdêr û rengdêr afirandinê ye. Lê ez ne di wê baweriyê de me. Lewre navdêra “dîrok”, hatiye jiyan, lema mirov di wateya “rojên hatine dîtin yan jî jiyan” de bi kar tîne. Navdêra “çîrok” jî di wateya “tiştekî derê aqilan, tiştekî bi hêza ser xwezîyî re têkiliya xwe heye, jiyandina wê derê derfetan e ku ev vê wateyê ji peyva pirsê û nerênî “çi (î) / çu” digire. Wekî “çu kes” Yanê “tu kes” Wateya çîrokê Vegotin û bûyarên, demên pêkhatina wan ne xûya, ser xwezayî, ji rastiya jiyana berçavî dûr û cûda, gelek caran derê hiş û aqilan e, her pêkhatinên tê de şeyda û bi awayekî avzûnkarî  ye, gelek caran di nav cihana cin û periyan de tê û diçe re, çîrok tê gotin. Hemû çîrok bê kêmasî bi peyvên: „Hebû tunebû“ yan jî „hebûye tunebûye“ dest pê dikin. Gava bi van peyvan dest pê neke, nabe çîrok. Ji ber vê egerê û vê karektera wê jî qet nikane bersiva novilê bide. Dîsa ji ber qarektera wê di nava gel de gelek caran, di wateya ji rastiyê dûrbûnê, mêjî negirtinê, tiştekî derê xwezayîbûnê dibêjin: “Van/wan çîrokan ji min re nebêje!” Yan jî: “Ev çîrok in!  Baweriya xwe pê neyne!”    Dîsa vê jî dibêjin: “Tu van çîrokan cih bihêle, rastiya meselê ji me re bibêje!”Mirov dikane ji çîrokan re vegotinên dema koçeriyê jî bibêje. Di zimanên din de bersiva peyva çîrokê:Ingîlîzî: Fairy talleAlmanî: MärchenTirkî: Masal (ev peyveke erebî ye.) Lê gelek mixabin ku ev peyv di wateya Jînborî /jîrok (novell, hikaye) de jî tê bikaranîn. Her çendî di pêvajoya salan de wateya peyvekê dikane fireh, yan jî teng bibe, peyv carna bikane wateyên xwe yên bingehîn winda jî bike, Peyva “çîrokê” tu carî wateya xwe winda nake. Lema hin nivîskarên me, wekî Hesenê Metê peyva “novelle” bikartînin.

Novelle:

Şirova peyvê: Ev bi bingehê xwe ve digihîje peyva latînî “novus” (nûtî /nûjenî). Bi îtalyanî jî “novella” (nûçe / tiştên nû) ye. Bi kurtî tê wateya vegotinên têkiliya xwe bi jiyana berçavî re heye, dikane were jiyan. Bi giranî li ser rûdaneke sade radiweste, tê de komînîkationên kurt hene, rêze rûdan gelek kêm in.Novel vegotinên niştecihbûn û bajarvaniyê ye.Ev wateya xwe ji ronesansa dêra bi navê Santa Mariya Novella digire. Di vî warî de berhema yekemîn ya Giovanni Baccaccio ya bi navê “Decamerone” (Berhema deh rojan) e.  Tirkan berê “hikaye” digotin niha navê wê kirine “oyku” Alman, Hem “geschichte” û hem jî peyva “novelle” bikartînin.  Di îngilîzî de. Carna peyva novelle di wateya romanê de jî tê bikaranîn. Di kurdî de gelek peyvên bikane bersiva “novelle” bidin, hene. Lê em berê li axaftina gel binêrin.  Di nava gel de ji bo vê peyvê, peyva erebî “mesele” tê bikaranîn. Wekî mînak dibêjin:“Tu mesela wî/wê dizanî?” yan jî: “Ev mesela çawa derket?”  Dîsa ji bo agahiyek wergirtinê dibêjin: “Mesela wan çawan bû?”  Ev derbazê stranên kûrdî jî bûye. Wekî mînak; di strana “Filîtê Quto” de wiha tê gotin:“…Bila mezinê wî ji piçûkê wî re  bibên(bibêjin) meseleye berxê….” Lê me çawa li jor jî gotibû. Peyva “mesele” ne peyveke kurdî ye. Peyveke erebî ye. Ev peyv bi serê xwe jî nikane bersiva peyva novelê bide. Em nikanin peyvê “serborî, bîrewarî, serpêhatî” jî di vê wateyê de bikarbînin. Lewre ev peyv bîranînên kesane ne. Ne yê giştî ne.
Ev di zimanên din de jî wiha ye.:
Almanî : Erinerung
Îngîlîzî : Memoirs
Tirkî : Ani 


Jînborî / (jîrok !):

a) Lê navdêra “jînborî” yan jî li gor venivîsandina peyva “çîrok û dîrokê” peyva  “Jîrok” dikane bê kêmasî bersiva novelê bidin.
Verisandina peyva jîrok:
 

Navdêra çêkirîLêker demaborînavdêrpaşgîn
jîrokjî   (jîn / jiyan)ro  (roj)k

  Bêguman wê pêşniyarên din jî hebin. Lê bi dîtina min bê van her du peyvan tu peyveke din nikane bersiva peyva “novelle” bide. Ango jiyinek derbazbûyî, yan jî pêkhatineke nêzîkê jiyana bihurî. b) Gava em li peyva “şevbuhêrkê” dinêrin, dibînin ku di van şevan de bi sedan çîrok, jînborî /jîrok û stran tên gotin. Ev peyva “şevbuhêrk” jî ji navdêra “şev” û lêkera “buhurandin /borandin/ borînê” tê. Ev jî tê vê wateyê ku çawa di navdêrên “çîrok û dîrok” de jî dixuye, zimanê me di xwezaya xwe de rêyeke afirandinê ji me re vekiriye. Ji wê peyva “jîn” lêkera “borînê” di vir de bersiveke  dide me. 

 

Navdêra çêkirînavdêrLêker demaborîpaşgîn
şevbuhêrkşevbuhêr (buhurandin)k
jînborîjînBorî (borîn)-

  Ji ber ku navdêra “jîrok” dikane wateya peyva “jîrek” jî bide, ji bo ku ev duwateyî neyê tevlihevkirin, bi dîtina min em dikanin bê pirsgirêk navdêra “jînborî”  di cihê “novilê” de bikarbînin û ji tevliheviya çîrokan rizgar bin.Ez bi gelek kesên têkildar re li ser vê peyva jînborî rawestiyam. Giştan di cih de dîtin. Ez hêvî dikim ku ev peyv yan jî peyva “jîrok” rûne.
Ango:
Almanî : Erzehlung, Geschichte.
Ingilizi : Story
Tirkî : OykuItalî : Novella
Kurdî: Jînborî, yan jî jîrok 

Têbinî:

Bêguman mirov dikane li ser peyva “jînok” jî raweste. Lê divê mirov berê peyveke biafirîne, yan jî çêbike, li avahiya ziman binêre, ka ziman di xwe de peyvên çawa di wî warî de afirandiye. Ji wê min tenê mînakên jorîn daye.

03.02.2009

 

capanik51@hotmail.de  

 

 

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

- Abant û Hewlêr

 

- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Kenan Mak dest pê kir

ad

Li Norşînê hilbijartin hatin betalkirin

ad

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed: Em vê rojê li gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin

ad

Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz didin Orhan Pamuk

ad

Newroza we pîroz be

ad

Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname