Krîstîn Ozbey
Ev çend roj in li Amedê bê hes û deng dimeşim û ji xwe re li bajar seyr û guhdar dikim. Bajarekî ku ew qas tê gotin li aliyekî şer li aliyekî aramî heye. Min dît ku ne wisa ye. Di rûyê her mirovekî de tirs, xof, bêhizûrî, êş û hwd hebû. Hinekan dixwestin veşêrin lê ku te kûr binêriya û dilê mirovan hîs bikira her tişt xuya bû.
Di nav ew qas mirin û talanê de helbet jiyan jî hebû. Jineke ku 23 sal in dixwaze û nikare bibe dê ji berî van bûyerên bêbext 3 hêkên xwe cemidandibû 2 roj berê ultrason hate kişandin, gotin rehîma te musaît e. Çû nexweşxaneyê, ew hêk di rehîma wê de hatin bicîhkirin, yanê transfera hêkan pêk anîn. Niha ew jin li benda wan hêkan e ku cihê xwe bigrin û her yek an jî qet nebe yek ji wan bibe zarokek. Saet bi saet dibînim an hîs dikim ku ew jin çi difikire û çi dijî.
Jinik carocarkê li tv an înternetê dinêre ku ji nûçeyên welatê xwe haydar bibe. Bi xwendina her nûçeyê rûyê wê diguhere, tirş dibe û eniya wê diqermiçe. Difikirim ku hestek gelekî ecêb e ku merivek li benda jiyanê be û ew qas mirinên bêbext bibîne. Carcarna difikire ku piştî ew qas salan zarokên wê çêbibin û ne diyar be çiqas bijîn an jî ewlehiya wan a jiyanê xetere ye.
Welatekî bifikirin ku kî çûye hatiye ew binpê kiriye lê jiyan qet teslîmê mirinê nebûye û dewam kiriye. Welatekî bifikirin, pêkan e ku mirovek ji rêzê di rojekê de diçe şîn, pirsa nexweşan, şahî, hevdîtina hefsê, kar, protesto, danûstendin, sînema, tiyatro an jî gelek tiştên din ên ku niha nayên bîra min.
Welatekî bifikirin ku mirovên wî hatine astekê wisa ku çik li piya ne lê ji rik. Ku ne ji rikê be belkî bikevin xeweke giran û qet şiyar nebin. Ew qas westiyayî, ew qas jihevdaketî ne. Mirovan bifikirin ku ew qas sal in baz didin lê nagihîjin tu derekê. Em çiqas ji xîretê bêjin jî rastiya me ya herî rast ew e ku welat westiya, mirovên vî welatî westiyan, dar û ber, çiya, çem, ewrên baranê, kulîlkên rengorengo, pisîkên li kuçeyan, rondikê çavan û û...
***
Wê 9 roj şûnda ew jin here li xwîna xwe binêre ka gelo wan hêkan cihê xwe ecibandine û zindî bûne an na.
Carnan vî welatî dişibînim rihîma vê jinê. Difikirim ku ev welat sedem çi be ew zane, warekî ji bo ku meriv lê bicih bibe an mezin bibe an bijî pir û pir zehmet e. Ew roj li nexweşxaneyê hate bîra min ku mirov ji dinyayê bipirse gelo wê çend kes bifikirin di vî welatê ku tê de jiyîn ew qas zehmet e bijîn? Ku ji berî zayînê ev pirs bê pirsîn gelo wê çend kes bixwazin di vê rihîmê de mezin bibin? Jixwe bizanibin ku piştî zayînê jî ew qas zehmetî û tekoşîn û bêbextî heye wê teqez bêjin “na”. Ji ber ku tu kes naxwaze ji bo mirinê were dinyayê.
***
Dema min dest bi vê nivîsê kir hîn ne diyar bû ku wê encama tehlîla xwîna wê jina li jor me qala wê kiribû çi be. Niha min bihîst ku encam negatîf derketiye, yanê ne bihemil e. Ji xwe re bi xemgîniyekê ku nayê gotin di hundirê odeyê de diçim û têm, li ber şibakê li mirovan temaşe dikim. Rengê hewayê gewr e û di gewriya min de girêkek heye. Ku ew girêk vebibe wê wekî bendavekê ku bendên wê teqiyane her tiştî bide ber xwe û biherike.
Piştre çavên min ê şil li darekê dikeve li parqa hember. Kulîlkên wê serê xwe di guliyan de derxistine. Xweza xwezilahiyekê çêdike di dilê min de. Sal ji diwanzdeh mehan demsalekê hêviyan didin meriv û jin salê donzdeh caran xwedî hêvî ne an hêviyê didin meriv.
Ez û kulîlkên darê li hev seyr dikin. Ev hemû tişt di mêjiyê min de wekî replîka lîstikvanekê li ser dika jiyanê tîne bîra min “hêvî naweste, hêvî naweste, hêvî naweste…”
qristin11@hotmail.com
***
Nivîsên Krîstîn Ozbey ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- ‘Tuyê bibî çend salî?’
- Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man


